Endezyariya avahiyê yekem endezyariya ye.
Berî her tiştî pêdiviya mirovan bi malan(xanî) heye loma pêşî Endezyariya Avahiyê derketîye holê. Mal, pir, rê, Avayî(Avahî), çihên avê û hwd. evana tev bi destê Endezyarên Avahiyê çêdibe. Esasê vê başê endezyarîyeke ku malzeme û teknîkê herî baş tîne ber hev û bi vî hawî avahiyan çêdike. Pêre jî bi plan, proje, çêkirin û venihêrtina(control) avahiyan re mijûl dibe. Bingeha şaristaniyê bi destê Endezyarên Avahiyê hatîye avêtin. Ji ber vê yekê jêre “Dayika Endezyarîyê” anjî “Endezyariya Şaristaniyê” tê gotin. Di zimanê Îngilîzî de “Civil Engineering” e.
Endezyarên Avahiyê, hesabên(sêwir û dîzayn) sîstema balbir ê avahiya dike(hesabên sekan). Li gora van hesaban giraniya eksê(sirnî), kêranên(kolon) li gora malzemeyên tên şixulandin, beşt(kîrîş), pîvane û bi firehî re (ji bo beton) tîrbûnî ya techîzat, (ji bo avahiyên çelîk) cûreya profîl tê jibartin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Endezyariya avahiyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.