Ebdulqadirê Geylanî (jdb.
1078 Gilan - m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê Fars ko terîqeta qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye.
Ebdulqadirê Geylanî | |
---|---|
Navê rastî | عبد القادر الجيلانى |
Jidayikbûn | 17 adar 1078 |
Mirin | 14 sibat 1166 Bexda |
Esil | Fars |
Hevwelatî | xanedana Ebasiyan |
Pîşe | Fiqih, tefsîr, kelam, hedîs, îcma, şerîet û mentiq |
Dîn | Îslam |
Zarok | Şêx Ebdulezîzê Geylanî |
Dê û bav |
|
Malbat | Haşimî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadirê Geylanî ye. Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) di malbateke seyîd de li gundekî herêma Gilanê li bakurê Îranê hat dinyayê.
Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Siltanê Ewliyayan û Xews
Wî 4 jin û 49 zarok (27 law û 22 dot) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.
Ebdulqadirê Geylanî gelek xort û keçên wî hebûn. Bi navgîniya wan, emrê Qadirî li Misir, Afrîkaya Bakur, Endulus (Spanya), Iraq, Sûriye û Anatoliya belav bû. Yek ji kurên wî, Ebdurrehman Şerafeddîn Îsa, li Misrê bicîh bû û kalikê şerîfên Qadiriyên li Misrê ye. Neviyên Ebdulqadir Geylanî li Afrîkaya Bakur bi piranî wekî "Şerif", û li Iraq, Sûriye û Anatoliyê wekî Seyîd û Geylanî têne binav kirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ebdulqadirê Geylanî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.