Borîs Leonîdovîç Pasternak (bi rûsî: Борис Леонидович Пастернак, Boris Leonidowich Pasternak), * 29ê kanûna paşîn/10ê sibatê 1890 li Moskowê; m.
30ê gulanê 1960 li Peredelkîno a li ber Moskowê) helbestvan û nivîskarekî rûs bû. Ew li seranser cîhanê bi romana xwe ya navdar Doktor Jîvago tê naskirin. Sala 1958î Xelata Nobelê ya wêjeyê didin wî lê ew ji ber sedemên polîtîk vê xelatê napejirîne û nagire.
Borîs Pasternak | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 29 kanûna paşîn 1890 (bi julianî) |
Mirin | 30 gulan 1960 Peredelkino |
Sedema mirinê | Kansera kezebê (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Peredelkino Cemetery |
Hevwelatî | Împeratoriya Rûsî (1), Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (2) |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Xebat | |
Hevjîn | |
Partner | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li malbateke cihû yê hunermend tê jiyanê. Di zaroktiya xwe de dersên muzîkê digire. Li Moskow, Almanya û Îtalyayê perwerdeya fîlozofiyê dibîne. Gorî gelekan ew nivîskarê herî baş ê sedsala 20em bû. Di bin siya fûtûrîzm û sîmbolîzmê de pênûsa xwe xebitandiye. Di helbesta rûsî de nûjenî pêk aniye. Kûraniya derûniya kesayetiya ferdan û koman, bêhempa raxistiye ber xwendevanan.
Herçendî ne bi zimanê zikmakî be jî, li Kurdistanê jî gelek hez ji berhemên wî tê kirin. Romanên wî xewnên gelek ciwanên kurd xemilandiye, hêz û biryardariya jiyanê daye wan.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Borîs Pasternak, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.