Biennale di Venezia (Pêşangehê hunera hevdem li Venedîk’ê) pêşangeheke navnetewî ya şêwekariyê ye ku ji sala 1895an û virde her du salan carekê li bajarê Îtalya’yê Venedîk’ê tê lidarxistin.
Ev pêşangeha yek ji giringtirin Pêşangehên hunera hevdem tê hesibandin.
Cihê ku Pêşangeh lê tê lidarxistin Giardini ye, ku li taxa Castello ya Venedîk’ê ye. Li vî cihî 28 pavîlyonên welatên cûda hene, ku berhemên hunermendên xwe yên bijartî lê pêşkeş dikin. Welatên ku pavîlyonên wan nebin, di dema „Biennalê“ de berhemên hunermendên welatên xwe li cihên curbecûr li bajêr pêşkeşî mêvanan û cihana hûnerhes dikin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Biennale di Venezia, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.