Mehmet Barış Manço (bi navê Tosun Yusuf Mehmet Barış Manço; jdb.
2ê rêbendanê 1943 – m. 1ê reşemiyê 1999), muzîkjenê rockê, stranbêj, bestekar, lîstikvan û hilberînerê televîzyonê ya tirk e ku bi navê xwe yê hunerî Barış Manço tê naskirin. Di dema xwendina di Lîseya Galatasarayê de dest bi kariyera xwe ya muzîkê kir, li Tirkiyeyê pêşengê muzîka rockê bû û yek ji damezrînerên celebê Rocka Anatolyayê bû. Manço derdora 200 stran çêkirî û di nav hunermendên tirk heya îro de herî zêde hatine firotin û xwediyê xelatên herî zêde ye. Gelek stranên wî hatin wergerandine bi zimanên din jî, di nav de inglîzî, fransî, japonî, yewnanî, îtalî, bulgarî, rûmenî, farisî, îbranî, urdû, erebî û almanî. Manço bi bernameya xwe ya televîzyonê 7'den 77'ye (Ji 7 heta 77an) li cîhanê geriya û li gelek welatan mîvanî kir. Ew piştî mirina xwe yek ji navdartirîn kesayetiyên giştî yên Tirkiyê dimîne.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Barış Manço, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses. ®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.