Mem û Zîn fîlmandina berhema bi eynî sernav a Ehmedê Xanî ye .
Fîlm di sala 1991 ji aliyê Ümit Elçi ve dihat deranîn û hilberandin. Fîlmnameyê ji aliyê Hamza Özbal nivîsandî bû. Yalçin Dümer ( Mem) û Meltem Doganay ( Zîn ) rolên herdu evîndaran lîstin . Musa Anter di fîlmê de rola vebêjerê kal girt .
Mem û Zîn | |
---|---|
Mem û Zîn | |
Derhêner | Ümit Elçi |
Senaryo | Hamza Özbal |
Muzîk | Mazlum Çimen |
Pevxistin/Sazk | Ismail Kalkan |
Çêkirin | Aksiyon Yapimcilik, S. Kadir Yilmaz |
Çapkirin | |
Dom/Mawe | 132 hûrdem |
Welat | Tirkiye |
Ziman | Kurdî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di şeva Newrozê, cejna bihar û sersala Kurdan de, zilamek kal çîroka Mem û Zînê vedibêje. Rojek keçek bedew di xewnekê de ji xortê Mem re xuya dike. Li aliyê din keçika Zîn di xewna xwe de xortek dibîne. Gava ku ew di rastiyê de hevdîtin dikin, ew dizanin ku ew ji bo hevdu têne armanc kirin. Lê şert û mercên nebaş û ewanekî xirab nahêle ew bizewicin. Tenê di mirinê de ew di gorek hevpar de têne ba hev. Di dawiyê de, Bekoyê Ewan li ber lingên wan tê defin kirin.
Pirtûka Mem û Zîn berhema sereke ya helbestvanê kurd Ehmedê Xanî ye. Ev pirtûk wekî destana neteweyî ya kurd tê zanîn. Pirtûk li ser bingeha efsaneyek e ku berê bi devkî ji nifşekê derbasî nifşekê bû.
Fîlm li Hewlêr, Cizîr, Mêrdîn, Midyat, Nisêbîn û Heskîf hat kişandin. Bi fermî, "Mem û Zîn" neçar bû ku bi tirkî were deranin, ji ber ku zimanê kurdî bi fermî heta nîvê salên 1990î qedexe bû. Dûv re ew bi Kurdî hat kişandin.
Ji bo Kurdan, Mem nîşana gelê Kurd û Zîn welatê Kurd e, ku ji hev cihê ne û nikarin bibin yek.
Mem û Zîn (fîlm) li ser IMDbê
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Mem û Zîn (fîlm), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.