A.
Başok, Başîq | |
---|---|
Nêr cîqek nêçîr kirî ye. (Sturnus vulgaris) | |
Mê | |
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes (an Accipitriformes, q.v.) |
Famîle: | Accipitridae |
Cins: | Accipiter |
Cure: | A. nisus |
Navê zanistî yê latînî | |
Accipiter nisus (Linnaeus, 1758) | |
Binecure | |
n. granti | |
Breeding summer visitor Resident year-round Non-breeding winter visitor |
Başok , başîq , başû, başe an waşe (Accipiter nisus), cureyekî Firindeyên dirende yên rojger ên biçûk in ku ji cinsê bazan (Accipiter) û ji famîleya baziyan (Accipiteridae) e.
Başok li parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê têne dîtin. Li gorî taksonomiya wan başok di demsala zivistanê de serdana çar parçeyên Kurdistanê dikin.
Rengê beşên banî yên başokê nêr hêşîn û boz û yê beşên binî pirtqalî û xêzdar in. Rengê başokê mê û çêlikan qehweyî û qehweyiya wan xêzdar e li beşên binî. Bi qasî 25% laşê başokên mê ji yên nêr girstir in. Giraniya başokên nêr di navbera 110-146 g e û giraniyê yên mê nêzî 185-342 g e. Dirêjiya yên nêr bê baskan di navbera 29-34 cm û dirêjiya yên mê bê baskan di navbera 35-41 cm ye. Dirêjiya baskên nêran di navbera 59-64 cm û yê mêyan bi qasî 67-80 cm ye. Serên başokan biçûk e û baskên wan kurt in ku bi dûvikên dirêj gihandî ne bi şêweyekî çar goşeyan ser banî van dûvîkan.
Başok Firindeyekî dirende û goştxwer e. Başok nêçîra balindeyên daristanan ên weke cîq, koterî, beytik û gelek din dike. Lê başok dikare balindeyên girs û girantir bikuje. Başok dikare mêş û mûr, guhandarên biçûk, bejavok, candek an laşê rawirên mirî û xijendeyên wekî mar û qirtîşan bixwe.
Li Wiki Commons medyayên di warê Başok de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Başok, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.