Antropolojiya Gelê Kurd

Antropolojiya gelê kurd, yan jî mirovnasiya gelê kurd, lêkolîna zanistî ya derbarê mirovî de ye ku li ser pêkhateya wî, geşedana wî ya dîrokî, ciyawaziyên cureyê wî û rengvedanên civakî yên hebûna wî de xebatan dimeşîne; dibe ku ev xebat di qadeke teng de bê meşandin û tenê cureyek were vekolîn, her wiha dibe ku li ser asta cîhanê cureyên mirovan bên vekolîn û berawirdkirin.

Bi kurtasî antropolojiya giştî ji nimûne, bermayî û belgeyên mirovan daneyan berhev dike; hem laşên cureyên mirovan disenifîne hem tevgera wan a li ser erdê dişopîne hem serpêhatî û dîroka wan eşkere dike hem jî çavdêriyê li ser pêvajoya pergalên wan ên zimanî, çandî, teknîkî, civakî, dînî û siyasî dike. Diyar e ku mebesta mirovnasiyê têgihiştina mirovan, li gorî jîngehên wan eşkerekirina cihêrengî û hevpariyên wan e.

Peydabûna navê “kurd”

Antropolojiya Gelê Kurd 
Belavbûna kurd û kurdî li seranserê cîhanê

Ji belgeyên nivîskî yên kevnare diyar e ku peydabûna navê kurdan vedigere serdemên berî zayînê; di serdema sumerî de (3000 BZ) şopa herî pêşîn a kurdan li ser gilnivîsekê hatiye dîtin ku navê Kurdistanê wekî “welatê karda/qarda” derbas dibe û şûnwara wî welatî jî wekî başûrê gola Wanê hatiye destnîşankirin.

Di serdema aşûrî de jî navê kurdan wekî “gordî/qurtî” derbas dibe ku wan li dijî Tiglath Pileserê duyem (bi akadî: Tukultî apil Eşerra, teşeguhêziya îroyîn: Dicle bin Aşûr II; desthilatdarî: 967–935 BZ) şer kiriye.

Rojhilatnas G. R. Driver di xebata xwe ya bi sernavê “Navê kurd û pêwendiyên wî yên fîlolojîk” de diyar dike ku ji destpêka peydabûna vî navî heta demên nêzik peyva “kurd” bi zimanên biyanî hatiye bilêvkirin; lê belê hemû sernavên neteweyan ên ku ji dengdarên “k-r-d/t”, “g-r-d/t” û “q-r-d/t” pêk tên heman neteweyê nîşan didin û şûnwara wan jî deverên Kurdistanê yên îroyîn in.

Bêguman Driver aşûrînasekî rojavayî ye û lêkolînên xwe hem dispêre belgeyên zimanên kevnare yên Rojhilata Navîn hem jî zanyariyên bi zimanên rojavayî yên wekî yûnanî, latînî, fransî û almanî bi kar tîne; nivîskar bikaranîna peyva “kurd” û hemû guhartoyên wî navî di nava xebatên rojavayî yên kevn û teze de dişopîne.

Di çavkaniyên erebî yên nivîskî de hertim navê gelê kurd bi yekjimarî wekî “kurd” û bi pirjimarî wekî “ekrad” derbas dibe; hevalekî Pêxemberê Îslamê (571-632) yî bi navê Caban Esardî Elkurdî (Jaban al-Sardi al-Kurdi) jî yek ji berateyên pêşîn ên vê bikaranînê ye û ev peyva “kurdî” ayidiyeta wî ya nijadî nîşan dide.

Ji aliyekî din ve nîşan dide ku di serdema belavbûna îslamê de kurd, pars, hebeşî û romî bi awayekî eşkere ji hev cihê bûne yan jî her çar aliyan xwe neteweyên cihêreng hesibandine; ji ber ku her yek ji sehabiyên wekî Caban Esardî Elkurdî, Selmanê Farisî, Bilalê Hebeşî û Suheybê Rûmî xwe aydî neteweyeke serbixwe dîtine, wisan hatine naskirin.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Sardê (Sardes) wê çaxê bajarekî kurdnişîn bûye ku welatê sehabî Gavanê Kurd e; divê bê zanîn ku di zimanê erebî de deng û tîpa /g/ û /v/yê tunene, lewre hemû peyvên ku van dengan dihewînin bi /c/ û /b/yê tên nivîsandin ku peyva “gavan” jî wekî “caban” tê bilêvkirin/nivîsandin.

Binaşe û şûnwara kurdan: Kurdistan wekî landika kurdan

Dîroknas, zimannas, mirovnas û kurdnasê navdar ê nemsayî (awistirî) Ferdinand Hennerbichler di lêkolîna xwe ya bi sernavê “Bineçeya kurdan” (The Origin of Kurds) de hinek çewtiyên zanistî sererast dike û balê dikêşe ser agehiyên zanistî yên herî pêşketî; li gorî wî hîpoteza berbelav a ku dibêje “kurd bi awayekî kevneşopî îranî (aryayî) ne, ji malbata hind-ewropî ne û ji aliyê bineçeyê ve jî îranînijad (aryayînijad) in; ji ber ku bi zimanekî îranî diaxivin” xwe naspêre çavkaniyên zanistî û ev pênasekirina şaş ji aliyê zimannasan ve li ser bingehekî hîç û pûç hatiye pêşxistin.

Hennerbichler lêkolîna xwe dispêre zanyariyên ADNyê (DNA) yên herî dawîn û di çarçoveya Mirovnasiya Pêşkeftî de bi zelalî nîşan dide ku encamên zanistî berevajî baweriyên heyî ne: “Bav û kalên kurdan di destpêka herî pêşîn de neviyên niştecihên xwecihî yên bakurê Heyva Berhemdar (Mezra Botan) a serdema neolîtîk bûn; ango li Rojhilata Nêzîk û Ewrasyayê dijiyan, ji aliyê erdnîgariyê ve li derveyî Îrana îroyîn diman û li bakurê rojavayê wê niştecih bûn. Li gor ji zanyariyên li ser kromozoma Y ve hatiye bidestxistin (haplogroup R1a1) bav û kalên kurdan ên herî pêşîn bi qasî hezar salî şun de ji Asyaya Navîn hatine û di bin serweriya çînên koçber ên rêxistinkirî yên leşkerî de pêl bi pêl ji aliyê ziman ve hatine îranîkirin. Ev zanyariyên çespandî yên nû me ber bi vê têgihiştina jêrîn ve dibin: ew kurdên xwemalî yên ku li Ewrasyayê (ango li bakurê Hîva Berhemdar) dijiyan û koçberên pêşîn ên îranîaxêv ên ku ji Asyayê hatibûn ne heman kes bûn; her wiha ew koçberên asyayî yên ku bi îraniya kevn diaxivîn kurdan temsîl nakin û binaşeya kurdan li ser wan çînên bijarte yên koçber ava nabe. A rast, ji pêvajoya dîrokî û geşedana civakê tê fêhmkirin ku:

  1. Bav û kalên kurdan ji civakên bi tevahî cuda hatine
  2. Her bavikek xwediyê genetîkeke taybet e
  3. Ji aliyê etnîkî, zimanî û çandî ve nifş û çînên bavikan cihêreng in.

Ev têgihîştina nû bi riya xebateke hevpar a gelek disîplînan hatiye vedîtin; lêkolîna zanistî bi hevkariya îrannasê amerîkî Gernot L. Windfuhr (Ann Arbor) û genetîknasê DNAyan Anatole A. Klyosov (Boston) hatiye encamdan ku her yek ji wan di warê xwe de pisporekî navneteweyî yê pêşeng e.

Bi rastî berî van encamên zanistî, dîroknasên kurd Mihemed Emîn Zekî Beg di “Dîroka Kurd û Kurdistanê” de û Mihemed Salih Belûç di “Kurdgalnamek”ê de diyar dikir ku Kurdistan hertim warê kurdan bûye; lê belê carinan pêlên koçberî û dagirkeriyan jî di nava gelheya kurd de heliyane yan jî beşeke kurdan pişaftine. Wekî mînak, Kurdgalnamek şecereya tevahiya kurdan li ser du beşên wekî “kurdên rojavayê” û “kurdên rojhilatê” leva dike: “Li gorî çavkanî û belgeyên dîrokî, kurd li du beşan pareve dibin. Beşa yekem ew kurd in ku ji aliyê Araratê û zincîra Çiyayên Cûdî ve hatine; di dirêjahiya navçeyên Dîcleyê û Ferêt de, ji aliyê rojavayê ve heta Sûriyayê û qeraxên Deryaya Romayê û ji aliyê rojhilatê ve jî heta qeraxên Farsê û rexê Deryaya Umanê belav bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê ji hozên Lolo, Gûtî, Kasû û Sûbarî pêk hatine. Ji bo ku ev tîreyên kurd ji aliyê rojavaya Deryaya Hezarê ve hatine, bi navê "Kurdên Rojavayê" tên nasîn. Beşa duyem ew kurd in ku ji naverasta Asyayê ve ber bi rojhilata Îrana wê serdemê ve hatine; ji wir ji rojhilata Deryaya Hezarê derbas bûne û di başûrê vê deryayê re li navçeya Etropanê (“Adirabadagan” li gorî Şehnameya osmanî ) belav bûne û bi cih bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê jî ji hozên Mad, Nahîrî û Kardoxiyan pêk hatine. Ev welatê mezin û fireh ê ku tê de bi cih bûne, ji ber navê Madê wekî Madayî yan Mêdya hate nasîn. Ev heft tîre, tîreyên eslî yên kurd in û di dawiyê de tîreyên şaxên din jê cihê bûne; her yek ji wan şaxan guherîne û bûne tîre yan jî hozeke serbixwe. Ji vê beşa duyem a kurdan re "Kurdên Rojhilatê" jî tê gotin. Kurdên biraxoyî, edreganî, mamilî û kirmanî ji hoza Madê cihê bûne.

Wisan e, hingî ku Xwedê serê kurdan daye, li ser erdnîgariya xwe dijîn û ev xaka berfireh a bi tevahî nediyar bi hebûna wan tê naskirin ku navê wê yê dîrokî “Kurdistan” e; bi kurtasî kurd niştecihên xwecihî yên axa xwe ne, lewre ji bo dîrok û gelê kurd “destpêkek" tuneye.

Kurd û dîroka wan berhema dawîn a hezaran salan e ku di ezmûna şerên navxweyî û derveyî yên berdewam re derbas bûye. Aşkera ye ku kurd di serdemên qelsiyê de ketine bin bandora hinek çand-zimanên biyanî û beşeke wan pişiviye, her wiha di serdemên xwe yên xurt de gel û ramanên nû pişaftine, serdestiya ziman û çanda xwe gihandine çîna hera rajêrîn a civakên xwe yên resen û dereke. Lewre ji aliyê genetîkî ve kurd neviyên hemû akincihên Kurdistanê ne; ango neviyên wan kesan in ku heta niha hatine nava kurdan û li Kurdistanê bi cih bûne, lê ne tenê yek ji wan in û ne mumkin e ku reh û rîşeyên kurdan li neteweyek ji wan gelên dîrokî jî bê spartin. Wekî nimûne: ne pêkan e ku gelên dîrokî yên wekî gûtî, kurtî, medî, mardî, kardûxî, gordî (gordyene), hezbanî (adiabene), zîlî û xaldî bav û kalên kurdan ên yekane bin; mirov dikare bibêje ku tenê bavikek, desteyek, berekek, tîreyek an jî hozeke wan in.

Li gorî hinek zanyaran peyva “cûdî” heman peyva “gûtî” ye ku nêzikî devera goyiyan e; her wiha di çanda kurdên Aranê de peyva “kûtî” navdêr û rengdêreke neyînî ye ku nexweşî û nebaşiyê dinimîne. Dîsan dibe ku pêwendiyek di navbera “zeylana" dîrokî, “zîlana" îroyîn û li gorî Kurdgalnamekê “seylanê" de jî hebe; lê divê mijar xwe bispêre delîlên beraqil.

Kurd û dîroknasî

Di bin ronahiya zanyariyên jorîn de mirov dikare bibêje ku “divê dîroka kurdan a têkuz ji aliyê dewleteke kurdî ve bê nivîsandin; di pêvajoya dîroknivîsînê de divê hemû derfetên pêwist ên dewletê û yên navdewletî bên bikaranîn, desteyên lêkolîner û nivîskar bikaribin bigihêjin arşîvên li seranserî cîhanê û pisporên neteweyî-navneteweyî di heyama nivîsandinê de beşdar bin. Jixwe dîroka zanistî ya her dewletê jî divê bi vî awayî bê nivîsandin, nîqaşkirin, şirovekirin û zelalkirin.” Berî çend salan di hevpeyvîneke digel kovara Fritillaria Kurdicayê de jî hatibû gotin ku ziman, dîrok, nasname û mîrateya çandî ya kurdî di bin gefeke neheq de ye, bangewaziyek li cîhanê berz kiribû ku pêşî li vê sitemê bê girtin:

“Bi rastî ev karên ku dikim ne karên şexsan e; yên sazîyên gelemperî yên netewî ne. Lê çi bikim? Ji ber rewşa bêdewletbûnê ez didim destpêkirin û hêvî dikim ku bala nifşa xwe bikişînim ser van mijaran. Ez di mijarê da gihiştim serkeftinê jî, lêbelê pergala cîhanê ya “nemirovdost” û “nezanistî” astengîyan datîne pêşiya me.

Di vê girêdanka jêrîn de lîstikeka kurdan a bi navê “Topa Dara” yan jî “Topa Garanê” heye. Ji navê wê xuya ye ku ev lîstikeka kurdan e, lê di kovara zanistî ya Zanîngeha Agirîyê da wekî lîstikeka tirkan hatîye pêşkêşkirin. Nivîskarên vê derewê dê herin Erasmusê, li welatekî Ewropayê, bixwin û vexwin, derewa xwe mor bikin û werin, bibin doktor û profesor. Ev tenê derewek e ku ez pê hesîyame. Îcar bi hezaran derewên weha û qaçaxçîtî û dizîya çandî pêk tên. Mirovek an jî komeleyek nikare bersiva van derewan bide, divê sazîyên navdewletî jî bawernameyên van zanîngehan rakin û wan rexne bikin. Êdî em ji xweparastinê nikarin tiştekî ji gelê xwe ra bikin. Îcar em ê başîyên xwe derxin holê yan xirabîyên cînaran paqij bikin? Mixabin cîhana zanistî gelekî bêînsaf e. Ji ber ku dewletên wan hene, qaçaxçî û dizên çandî her derewê vedigerînin meqaman û kurd jî ji tirsa polîsan, girtin û kuştinê nikarin çanda xwe biparêzin. Cîhana zanîngehan hevparê vê zilmê ye. Ji ber ku gava kredîyê nedin vê zilmê, ew dê nikaribin bidizin. Ew diz erebeya me didizin, parçe bi parçe difiroşin cîhanê û kesek nabêje te ev ji ku anîye?”

Cihê daxê ye ku ji aliyê kurdan ve bi kurdî nivîsandina dîroka kurdan û Kurdistanê xebateke gelekî dijwar e; ji ber ku dîroka kurdan hertim di nava çavkaniyên curecureyî de veşartî maye ku piraniya wan ne ji bo kurdan ne li ser kurdan ne jî bi kurdî hatine nivîsandin. Lewre divê zanyariyên derheqê kurdan de ji nava van çavkaniyên belawela bên berhevkirin û ji nû ve bên nirxandin ku encameka nêzikî rastiyê derkeve holê. Ji aliyekî din ve sererastkirina şaşiyên dîrokî yên li ser kurdan dijwartir e; ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn -ji bilî hin awarteyan- hertim ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin û di van demên dawîn de jî ji hêla neteweyên desthilatdar ve hatîye dariştin. Mixabin ji 800 salî zêdetir e ku kurdan serdestî û desthilatdariya neteweyî bi dest nexistîye; her çiqas di nava sedsala 20an da çend dewletên kurdan damezirîbin jî (Keyaniya Kurdistanê, Komara Agirîyê, Komara Mehavayê) temendirêjê wan ji sê salan nebihuriye.

Lewra dûrbûna kurdan a ji serdestî û desthilatdariyê derfet daye serdest û neteweyên din ku dîroka xwe ya desthûnayî ferz bikin, zanyariyên kurdan paşguh û winda bikin, bi piştgiriya dezgehên navneteweyî fezlekeyên xwe yên derewîn bidin pejirandin.

Îcar ji bo venivîsandina dîroka kurdan, hemû hewildanên pêşeng dê pirsiyaran derxin holê û gengeşiyan çêkin; ev lêkolîn çiqasî xurt û kûr bin jî, zanyariyên ku ji mêj ve hatine veşartin û paşguhkirin dê bi hêsanî neyên pejirandin. Ne tenê ji aliyê dorhêlên pispor ve, di nava dîrokhez û heweskarên dîroka kurdan de jî lec û nîqaş dê derkevin; lê belê ev encama teqez pêwistiyeke neteweyî û zanistî ye ku divê çîka pêşîn a lêkolînê vêxin, ji bo xebatên berfirehtir û piştrastkirî rêyekê vekin, rêbazeke lêgerînê darêjin.

Bêguman dîroka kurdan a bi zimanê kurdî (bi zaravayê kurmancî) cara pêşîn di sedsala 19an de hatiye nivîsandin; Mele Mehmûdê Bazîdî (1797-1867?) “Şerefname”ya Mîr Şerefxanê Bedlîsiyî (1543-1603?) ya ku sedsala 16an de bi farsî nivîsandî bi sernavê “Tewarîxê Qedîmê Kurdistan”ê wergerandiye kurdiya kurmancî.

Lê di van demên dawîn da gelek berhemên lêkolînî -çi kurmancî çi jî soranî- hatine weşandin û mirov dikare bibêje ku pêşveçûneka berbiçav di vî warî da heye. Îcar dimîne ku kurd lêkolînên xwe yên zanistî bi çend ezmûnan ra derbas bikin; wan wergerînin zimanên biyanî yên cîhanî û encamên xebatên xwe bidin nîqaşkirin. Bêguman pêwist e beşên dîrokê yên zanîngehên kurdan li ser pûçkirina zanyarîyên şaş bixebitin, rastîyê derxin hola zanistî û şaşîyan daxînin asta îftirayên dîrokî; wihareng e divê kurdên pispor û berpirsîyar bi ser navê sazî, pirtûkxane û mûzeyên neteweyî doza berhemên xwe yên li biyanistanan jî bikin, wan vegerînin welatê xwe.

Peyvsaziya dîrokê

Peyva “dîrok”ê bi devoka Behdînanê ye û di devokên din ên kurmancî de wekî “dûrok” tê bilêvkirin; lê şêwazê wê yê behdînî êdî bûye peyveke hevpar a kurmanc, zaza û şêxbiziniyên bakurê Kurdistanê. Li aliyekî din di zaravayên soranî, feylî, hewramî û kelhurî de heman wate li peyva “mêjû”yê hatiye barkirin ku reh û rêşeyên wê peyvê jî di daçeka “ji mêj ve”yê ya kurmancî de xuya dibin. Rayeka peyva “dîrok/dûrok”ê “dîr/dûr” e û hemû wateyên barkirî “tiştên/mesafeyên ne li vir û berdest” destnîşan dikin; her wiha ligel hinek peyvên din çend biwêj û lêkerên pêkhatî/hevedudanî jî (“dûr û dirêj”, “dûr û nêzik”, “dûr û kûr çûn/lêxistin”...) pêk anîne. Îcar her çiqas peyva “dûr”ê “tiştê/mesafeyê derbasbûyî û pêknehatî” nîşan bide jî, peyva “mêj”ê hertim wateya “heyamên bihurî” dinimîne. Di çavkaniyên ewropî de rayeka peyva “istoria/historia”yê ya ku tê wateya “dîrok”ê dispêrin reh û rîşeyên grekoromayî; hêjayî gotinê ye ku di zimanê kurdî de jî peyva “sitêr”ê heye ku ji bo nivînên îstîfkirî tê gotin(“Kebaniya malê ji bo mêvanan desteyeke nivînan ji sitêr daxistin.”); heta roja îroyîn jî li gundên kurdan cil-nivînên nivistinê li gorî giranî-siviktî û giringiya bikaranînê li kuncekî malê tên jenandin.

Mirov û dîrok

Fehmdarî ye ku pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê “dîroka mirovî” ne. Her çiqas tevahiya pêvajoyên çêbûn, jiyan, mirin û bûyerên piştî mirinê yên her mirovî nehatibin tomarkirin, rêzkirin û şirovekirin jî ev nayê wê wateyê ku mirov “bêdîrok” e. Lewre serdema bûyerên ku bi pergaleke nivîskî nehatine tomarkirin wekî “pêşdîrok” tê hesibandin. Wisan e “dîrok” têgihîneke sîwan e ku bûyerên rabihurtî vedibêje, wan berhev dike, li gorî rêza pêkhatinê pêşkêş dike û serpêhatiyan li gorî serdema pêkhatinê şirove dike. Kesê ku li ser mijarên dîrokê xebatên zanistî dimeşîne wekî “dîroknas” tê binavkirin; dîroknas bi riya çavkaniyên dîrokî yên wekî belgeyên nivîskî, vegotinên devkî, berhemên hunerî û nîşaneyên xwezayî rastiya bûyerên rabihurtî derdixin ber ronahiya zanistê.

Her çi ku peyva “dîrokzan”ê ye, ew jî tê wateya “pisporê dîroka devkî ku bi bihîstinên xwe û bêyî perwerdehiyeke zanistî hînî hûrgiliyên bûyerekê bûye”. Divê bê gotin ku dîrokeke kemilî ya birêkûpêk tuneye; hertim sir û razên hinek pêvajoyan di tarîtiyê de dimînin û mijarên nîqaşbar li benda delîlên vedîtî disekinin.

Dîroknasî, mêjûnasî, erdnîgarî û sernavnasî

Di çapemeniya kurmancî ya hevçerx de têgihîna “dîrok”ê êdî ji bo “historia”ya greko-latînî û têgihîna “mêjû/mêjûnasî”yê jî bi wateya “cronology”ê tê bikaranîn. Bêguman di navbera her du têgihînan de cudahiyeke berbiçav heye; êdî “dîrok/historia” tê wateya “lêkolîna rêkxistî û belgekirina çalakiyên mirovan”, lê “mêjûnasî/cronology” “zanista rêzkirina bûyeran li gorî cih û dema pêkhatinê”ye. Dîroknasî tevahiya lêkolîn û rêbazên dîroknasan e ku wekî dîsîplîneke akademîk derketiye holê; dema ku ev zanist li ser mijareke taybet xebatan dimeşîne, hewl dide ku çavkanî, rêbaz û hizirên dîrokzanan ên derbarê wê bûyerê de bigihêjîne encameke peyitandî û çespandî. Wisan e dîrok di heman demê de ew dîsîplîna akademîk e ku ji bo ravekirin, vekolîn, rapirsîn û nirxandina bûyerên bihurî vegotinê bi kar tîne; her wiha li ser şêwazên sedeman û encamên wan lêkolînan dike. Hêjayî gotinê ye ku dîroknas li gorî mijaran dîrokê nîqaş dikin; lewre bersivê didin pirsa “kîjan vegotin bûyereke taybet bi awayekî çêtir rave dike, sedemên herî girîng diyar dike û her wiha di çarçoveya bandor-encamê de mijarê şirove dike?” Wekî mînak: heke dîroknas li ser dîroka merwaniyan bixebitin, di destpêkê de bi riya çavkaniyên berdest serdema wê mîrgehê û bûyerên wê yên qewimî diyar dikin û piştre derbasî hûrgiliyên din ên wekî dîroka siyasî û civakî dibin. Dîroknas di heman demê de wekî armanceke serbixwe li xwezaya dîrokê dinihêrin; delîlên berdest û ramanên kêrhatî dinirxînin û pirsgirêkên eşkerekirina qewareya “bûyera dîrokî” nîqaş dikin.

Li hêla din, gava çîrokên çandeke taybet bi çavkanî û delîlan neyên piştrastkirin (wekî çîrokên “Mîrze Mihemed”, “Kerr û Kulik”) bi gelemperî wekî mîrateya çandî yan jî efsaneyan tên dabeşkirin. Her çiqas dîrok ji çîrok û efsaneyê cudatir be û bi delîlên piştrastkirî hatibe peyitandin jî, hûrgiliyên vê çanda kevnare bandorê li ser şirovekirina xwezaya dîrokê dikin; wekî mînak: hûnaka Şahnameya Firdewsiyî ya ku di sedsala 15an de bi pexşankî li tirkiya osmanî hatiye wergerandin rê li ber dîroknasan vedike ku di teksta heyî ya Şahnameya farisî de bikevin şikê û carekê jî bi çavê wergera osmanî li bûyeran temaşe bikin.

Di kevneşopiya rojavayî de dîrokzan Herodotê yûnanî (sedsala 5an a BZ) bi awayekî giştî wekî “bav û damezirînerê dîrokê” tê hesibandin; lê belê her wekî “zirbavê derewan” jî hatiye rexnekirin. Wekî mînak: dîroknas Juan Luis Vives (1492-1540) “Dîroka Herodotî” bi “gendeliyên dîrokî” ve tawanbar dike û dibêje ku “dê rasttir be ku meriv wekî gazî Herodotî bike, ne ku wekî ”. Vives dixwaze ku di navbera dîrok û efsaneyê de veqetîneke paqij û eşkere hebe; her wiha balê dikêşe ser xetereyên şêwaza vegotinê û hişyariyan dide ku rastiyên dîrokî nebin qurbaniyên teksta helbestî-wêjeyî û lewre kronolojiyeke rasttir ji Herodotî dixwaze.

Li vir xuya dibe ku rexnegirê dîroknasiyê Vives -wekî rêbaza lêkolîna dîrokî- giringiyê dide pêwendiya di navbera dîroknasî, mêjûnasî û erdnîgariya bûyeran de; wisan e, divê ev pêwendî bi kurtî bê ravekirin ku heman şaşî dubare nebin. Her wekî berê jî hate gotin, mêjûnasî (ango kronolojî) ew rêbaza lêkolînên dîrokî ye ku cedwelê demê destnîşan dike, bûyeran li gorî rêza pêkhatinê datîne cihê ku lê qewimîne. Pergala mêjûnasiyê ya ku ji bo tomarkirina dîroka mirovahiyê tê bikaranîn, xwe dispêre salname û erdnîgariyê; lewre mêjûnasiya zanistî hewl dide ku hemû bûyeran li gorî pêngavên rûdanê û di heyamên wan ên rast de li ser pîvaneke sabit bi cih bike ku hem wêneyê wan hem jî serdem û cihê wan eşkere bibin.

Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku bûyer (hûrgiliyên vegotî, nivîsandî û belgekirî yên mijarê), cihê bûyerê (erdnîgariya ku bûyera behskirî lê qewimiye) û dema pêkhatina bûyerê (li gorî dema pêkhatinê gav bi gav vegotina bûyerê) sê hêmanên bingehîn ên dîroknivîsînê ne.

Sernavnasî rişteyeke zanistî ye ku sala 1716an ji peyva yûnanî ya “onoma” (ὄνομα, “nav”) û paşgira /-(t)îkos/ê (τικός: “-bend/wend, pêwendîdar”) hatiye dariştin; bi vî awayî têgeha “onomastikos”ê (ὀνομαστικός: bi ing. “onomastics”, bi frans. “onomastique”) wekî beşeke zanistê hêdî hêdî ketiye rojevê. “Sernav” navê taybet ê her tiştî ye û piştî wergirtina paşgira /-nasî/yê vegeriyaye navê zanistekê; îcar sernavnasî/onomastics (di nivîsarên kevn de: onomatolojî) lêkolîna rîşenasî/etîmolojî, dîrok û bikaranîna sernavan e.

Sernavnasî li ser çar beşên sereke leva dibe: sernavnasiya cihan (“toponymy/toponomastics: lêkolîna sernavên cih û waran”), sernavnasiya kesan (“anthroponomastics: lêkolîna sernavên kesane”), sernavnasiya wêjeyî (“literary onomastics: lêkolîna sernavên wêjeyî, nîgaşî û çîrokî”), sernavnasiya civakî-çandî (“socio-onomastics an jî re-onomastics: lêkolîna sernavan di nava civak û rayîşa çandî de”). Her wekî diyar e, sernavnasî (onomastîk) bi kêrî naskirin û nirxandina reh û rîşeyên sernavan tê û di lêkolînên dîrokî de ji bo naskirina jîngeha “komikên nijadî yên li nav nifûsên berfireh” tê bikaranîn.

Wihareng e, sernavnasî alîkariyê dide “prosopography”ê jî; îcar jînenîgarînasî/prosopografî jî li ser “taybetmendiyên hevpar ên komeke mirovan” lêkolînan dimeşîne, jînenîgarî/biyografiyên wan ên kesane dişopîne, ji çend aliyan ve kesên pêwendîdar raçav dike.

Bêguman sernavnasiya gelên misilman û kurdan gelekî beriya ewropiyan dest pê kiriye; lê belê hinekî belawela ye. Wekî mînak: xebatên pêşîn li ser sernavnasiya kesan dest pê kiriye û di zanistên hedîs, siyer û dîrokê de hatiye bikaranîn; ji bo naskirina sehabiyan û salixên wan wekî pêwistiyeke zanistî derketiye holê ku ansîklopediya Ibn Xelikan ê kurd “Wefeyat’ul-E’yan” yek ji wan xebatên li ser sernavnasiya kesan e. Piştre ji bo nasandina erdnîgariyê, ango sernavnasiya cihan hinek ansîklopediyên hêja hatine berhevkirin ku “Mu’cem’ul-Buldan”a Yaqûtê Hemawî xebata herî navdar a vî warî ye.

Di serdema osmaniyan de jî xebatine ku dişibihin ferhengên sernavnasiyê yên hevçerx hatine nivîsandin ku “El-Letaifu fî’l-Luxah”a Ehmed b. Mustafa El-Lebabîdî, “Keşf’uz-Zunûn”a Katib Çelebî û “Qamûs’ul-E’lam”a Şemsedînê Samî çendek ji nimûneyên wan ên naskirî ne.

Dîroka dîroknasiyê

Wisan dixuye ku daxwaza têgihiştina bûyerên qewimî pêwistiyeke mirovî ya hevpar e; lê belê di şaristaniyên cihê yên li çaraliya cîhanê de “vegotina çîroka bûyeran”, ango “veguhastina dîrokê” naşibihin hev. Tiştê ku jê re “dîrok” tê gotin, -di bingehê xwe de- pirseke felsefî ye. Ji ber ku nivîsarên mêjûnasiyê yên herî pêşîn vedigerin şaristaniyên Mezopotamya û Misirê yên kevnare; her wiha ev nivîsar bi şêwazê tomare (sicil) û salnameyan in ku wan serdemên dîrokî vedibêjin û nivîskarên dîrokzan ên van şaristaniyên pêşîn bi navên xwe nayên zanîn. Her çiqas maweya dîroka tomarkirî û nivîsandî ya mirovahiyê wekî “Dîroka Serdema Kevnare” were binavkirin; hemû zanyariyên vê serdemê xwe dispêrin xebat, lêkolîn, lêgerîn û vedîtinên arkeolojiyê. Temenê wê bi qasî 5000 salî ye; ji nivîsên bizmarî yên sumeriyan dest pê dike û berepaş heta serdemên herî dêrîn diçe.

Rojhilata Nêzik a Kevnare (ji Balkanê heta Yemenê bi dirêjahî û ji Hindistanê heta Misirê bi berahî) ji aliyê dîroknasan ve wekî landika mirovahiyê tê pejirandin ku li vê devera berfireh tevahiya salê çalakiyên çandiyarî hatine meşandin;

cara yekem pergala nivîsandinê lê hatiye afirandin, ji kaxetîtê çerx hatine hilberandin û piştre wekî tekereka erebeyan a darîn û hesinî hatiye pêşxistin.

Her wisa li vê deverê sazûmanên dewleta navendî hatine damezrandin û bendên qanûnî yên pêşîn hatine nivîsandin; dîsan artêşên rêkxistî, çînên civakî, pergala koledariyê û împaratorî hatine avakirin. Ji aliyê zanistî ve jî xebatên bingehîn ên stêrnasî û bîrkariyê hatine destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, -her wekî ku berê jî hate şirovekirin- têgihîna “dîrok”ê ji bo wan nivîsaran tê gotin ku roj û bûyerên wan ên bihurtî hem bi awayê vegotinê hatine nivîsandin û tomarkirin hem jî zanyarî bi mebesta agehdarkirina nifşên paşerojê li pey hev hatine rêzkirin. Li gorî vê wateya teng, “dîroka kevnare” ji “dîroka kevnare ya klasîk”, ango ji sedsala pêncan a berî zayînê dest pê dike ku damezirînerê wê Herodotê yûnanî ye û xebatên wî wekî pêngava yekem a dîsîplîna dîroknasiyê tên pejirandin. Di pêngava duyem de xebatên rayedarê romayî Katoyê Pîr (Marcus Porcius Cato [234-149 BZ]) tên; berhema wî ya bi sernavê “Origines” (a derbarê reh û rîşeyên Roma û romayiyan de) xebateke dabeşkirî ya li ser dîroka Romayê ye û pirtûka dîrokî ya yekem e ku bi zimanê latînî hatiye nivîsandin. Hevdemên wî yên nêzik Sîma Tan û Sîma Qian jî di serdema Împaratoriya Han a Çînê de dîroknivîsiya çînî ava kiriye ku berhema wan a bi sernavê “Şîjî” (Qeydên Dîroknasê Mezin) encameke xebatên wan e.

Di Serdema Navîn de li Ewropa, cîhana misilman û Asyaya Dûr (nivîsên dîrokî yên koreyî û japonî yên li ser modela çînî ya heyî) gelek xebatên dîroknasiyê hatine amadekirin; lê di Serdema Ronahiyê/Rewşenbîriyê ya sedsala 18an de hem dîroknasiya cîhana rojavayî teşeyekî nû girtiye hem jî dîroknasên wekî Voltaire, David Hume û Edward Gibbon bingehên dîsîplîna dîroknasiyê ya nûjen danîne.

Roja îroyîn lêkolînên nûjen ên dîrokê li qadeke berfireh belav dibin; wekî mînak: hinek lêkolîn tenê devereke taybet didin ber xwe (“sînorên Mezra Botan di serdema bedirxaniyan de”, “Aran wekî landika aryayiyên pêşîn”, “di serdema sasaniyan de Xoresan”, “mîrgehên devera Behdînan”, “di sedsala 20an de bajarê Amedê”, “di gernameyên biyaniyan de Ararat”...), hinek jî tenê mijarekê vedikolin (“rojnamegeriya kurdî ya sedsala 19an”,“analîzeke medyayî li ser bûyerên Newroza 2023an”, “rewşa perwerdehiyê li medreseyên serdema Ehmedê Xaniyî”, “jînenîgariya Silhedînê Eyûbiyî li gorî çavkaniyên xaçperestan”...).Êdî dersa “Dîrok”ê bi gelemperî wekî beşeke perwerdehiya seretayî û navîn tê hînkirin; her wiha di asta zanîngeh û enstîtuyan de jî wekî dîsîplîneke serbixwe tê fêrkirin.

Felsefeya dîrokê

Felsefeya dîrokê beşek ji mijarên felsefeyê ye û bi wî çavî li lêkolînên dîrokî dinihêre; lewre tevger, sepan û guhertinên civakî yên ku di dîrokê de qewimîne ji aliyê felsefî ve dinirxîne. Wisan e, felsefeya dîrokê jî mînanî felsefeya zanistê û perwerdehiyê dîsîplîneke felsefî ye ku rêbaza lêkolînên dîrokî di bin sernavên “felsefeya rexneyî ya dîrokê” û “felsefeya nîgaşî/xeyalî ya dîrokê” de şirove dike. Di “felsefeya rexneyî ya dîrokê” de balê dikêşe ser lêkolînên zanistî yên dîrokê; lewre bi gelemperî li ser xwezaya çavkaniyên dîrokî, rastiya belgeyên berdest û duristiya encamên derxistî radiweste. Lê “felsefeya nîgaşî/xeyalî ya dîrokê” piranî bi dîroka mirovahiyê re mijûl dibe; bûyerên dîrokî li gorî giringiya wan rêz dike.

Felsefeya dîrokê bi sê pirsan mijarên sereke vedikole: “Gelo wateya tiştên ku bi domana demê re çêbûne heye?”, “Ma qanûnên ku serweriyê li bûyerên dîrokê dikin hene?”, “Gelo rûgeheke/istiqameteke diyarkirî ya dîrokê heye?”

Rêbazên lêkolîna dîrokî

Rêbaza dîrokî komkirina çendek teknîk û rênîşandêran e ku dîroknas ji bo lêkolîn û nivîsandina dîrokên heyamên rabihurtî tînin. Li gorî vê pênasekirinê, pisporên dîrokê (dîroknas) keresteyên derbarê heyamên rabihurtî (çavkaniyên dîrokî) de ji hinek ezmûnan (rêbazên lêkolîna dîrokî) re derbas dikin û digihêjin encamekê (dîroknivîsî). Wisan e, dîroknasê ku li ser nirxandina zanistên bûye pispor (asta yekem) çavkaniyên xwe li gorî heyam û giringiyê kom dike (asta duyem); van keresteyên berdest wekî “çavkaniyên bingehîn”, “çavkaniyên duyemîn” û “delîlên maddî yên arkeolojiyê” rêz dike (asta sêyem) û di dawiyê de bi şahidiya van delîlan wêneyekî rast û pêbawer ê bûyereke rabihurtî derdixe holê (asta çarem). Diyar e ku divê em van astan yeko yeko şirove bikin. Bi kurtasî “dîroknas” ew zanyarê pispor e ku li ser dîrokê lêkolînan dike û encama lêkolînên xwe bi awayekî nivîskî radigihîne.

Li vê derê, divê cudahiya di navbera peyvên “dîroknas” û “dîrokzan”ê de were aşkerakirin. Wekî pêwistiyeke perwerdehiya hevçerx, peyva “dîroknas”ê ji bo wan zanyarên akademisyen tê bikaranîn ku li dezgehekî perwerdehiyê xwendiye û pisporiya xwe bi bawernameyeke fermî pesend kiriye. Her çi ku peyva “dîrokzan”ê ye, ew jî ji bo wan pisporên dîrokê tê bikaranîn ku bi riya bihîstin, şopandin û lêkolînên xwe yên takekesî hînî dîrokê bûne. Wisan e çi dîroknas û çi jî dîrokzan pisporiya xwe li ser lêkolîna bûyerên rabihurtî yên sereke ava dikin. Di roja îroyîn de dîroknas derbarê pevçûnên leşkerî, qonaxên siyasî û tevgerên civakî de li zanîngeh û dem-dezgehên perwerdehiyê yên din xebatan dimeşînin; xebatên xwe li gorî rê û rêbazên zanistî bi pêş dixin, xebatên beriya xwe rexne dikin û ji bo hîndekariya dîrokê kevneşopiyeke zanistî ava dikin. Lê belê dîrokzan ji bo rêxistinên cihêreng ên gelemperî, taybet û rêxistinên civaka sivîl dîroka hinek bûyeran dişopînin û encama xebatên xwe yan pêşêkêşî van rêxistinan dikin an jî bi raya giştî û çapemeniyê re pareve dikin.

Wisan e, dîroknas (herwiha dîrokzan jî) bi dîrokê û bûyerên rabihurtî re mijûl dibe, cih û dema bûyeran li gorî pêwendiyên sedem û encamê dinirxîne û wêneyekî rasteqîn ê heyamekê derdixe holê. Gava dîroknas û dîrokzan mijareke lêkolînê hildibijêrin, dest bi berhevkirina çavkaniyan dikin; di vê astê de tevahiya çavkaniyên eleqedar û alîkar tên berhevkirin. Wekî mînak: heke dîroknasek li ser dîroka Komara Agiriyê (1926-31) xebateke zanistî bimeşîne, di pêngava yekem de divê ji bo dîroka kevnare ya deverê heta heyama bûyerê kurtenêrîneke regezî-dîrokî û erdnîgariyê çavkaniyan berhev bike; di pêngava duyem de çavkaniyên heyama diyarkirî kom bike û di pêngava sêyem de jî ji bo dengvedanên piştî bûyerê nimûneyan bide hev. Lê belê divê tevahiya çavkaniyên rast û durist, şaş û derew, nirxandinên zanistî û nezanistî bên komkirin ku dîmeneke giştî ya cih û bûyerê, sedem û encamên wê derkevin ber ronahiyê. Îcar piştî komkirina çavkaniyan asta nirxandina zanyariyên berdest dest pê dike.

Asta rexnekirina çavkaniyan (an jî nirxandina agehiyan) pêvajoya kontrolkirinê ye; lewre kalîteya çavkanî û zanyariyan li gorî rastbûn, pêbawerî û têkildariya wê ya bi mijara lêkolînê re tê ezmûnkirin. Gilbert J. Garraghan û Jean Delanglez ji bo rexnekirina çavkaniyan şeş lêpirsînan diyar dikin:

1. Çavkanî -çi nivîskî çi jî devkî û nenivîsandî- kengê hatiye çêkirin (dîroka hilberandina çavkaniyê)?

2. Çavkanî li ku derê hatiye hilberandin (diyarkirina cihê hilberandinê)?

3. Çavkanî ji aliyê kê ve hatiye hilberandin/çêkirin (nivîskar an jî xwediyê berhemê)?

4. Çavkanî ji kîjan materyala berî xwe hatiye hilberandin; li ser çi bingehê hatiye avakirin (nirxandina qewareyê)?

5. Çavkanî bi kîjan şêwazê resen hatiye hilberandin (duristî û saxlemiya çavkaniyê)?

6. Nirx û erzişa naveroka çavkaniyê çi ye (pêbaweriya naverokê)?

Di asta dawîn de jî bi şahidiya delîl, çavkanî û zanyariyên heyî bûyereke dîrokî tê nirxandin; dîmena giştî tê nîgarkirin, şaşiyên heyî tên bersivandin û rakirin, rastiyên diyarbûyî dîsan tên nîqaşkirin û wêneyê herî guncayî yê bûyerê wekî rastiyekê tê pêşkêşkirin. Ernst Bernheim, Charles-Victor Langlois û Charles Seignobos ji bo rexnekirina çavkaniyên dîrokî û zelalkirina encamê pêvajoyeke heftgavî pêşniyar dikin:

1.Heke hemû çavkanî derbarê bûyerekê de li hev bikin, dîroknas dikarin vê bûyerê peyitandî û îsbatkirî bihesibînin.

2. Her çend piraniya çavkaniyan bi heman awayî bûyeran vebêjin jî, heta ku metna nirxandî ji ezmûna rexneyî derbas nebe, guhertoya berdest nayê pejirandin û pirbûna vegotinan venagerin rastiyan.

3. Heke tevahiya çavkaniyekê nehatibe pesendkirin û tenê beşeke wê ji aliyê pisporan ve hatibe hatibe piştrastkirin, cihê baweriyê ye.

4. Gava du çavkanî li ser mijareke taybet li hev nekin, divê dîroknas çavkaniya herî pisporane ya guncayî hilbijêre; ango ew dê çavkaniya ji hêla pispor an jî şahidê bûyerê ve amadekirî bipejirîne.

5. Gava şahidên serdemekê bi awayekî asayî çavdêriyên xwe yên derbarê bûyereke qewimî de tomar kiribin û rastiyên vê bûyerê ji aliyê piraniya hevçerxên wî ve jî hatibe zanîn û kêm-hindik hatibe behskirin, ev çavkanî cihê baweriyê ne û bi gelemperî tên pejirandin.

6. Gava li ser bûyerekê du çavkaniyên serbixwe hatibin amadekirin û li ser mijarekê li hev bikin, pêbaweriya her yekê zêde dibe û ev lihevkirin vedigere pîvaneyeke rastiya hevpar.

7. Gava du çavkanî nakokbar bin û rêgezeke din a nirxandinê tunebe, wê hingê dîroknas çavkaniyeke wisan hildibijêrin ku herî baş bi hişmendiya hevpar re digunce.

Rênimaya dîroknasê kurd: Ehmedê Xanî û rotaya netewesaziyê li ser bingehê mîrateya îslamî

Gava mirov bi çavên îroyîn li têkoşîna zindî ya mirovahiyê dinihêre, pê dihese ku xulexula tevgerên azadîxwaziyê ye û derfetên berxwedanê ne dûredest in; neteweyên ku demeke dirêj di bin nîrê sitemkariyan de mane û bêhnvedanek dane xebatên neteweperweriyê jî, ne çavgirtî û çivîsist in. Lê belê ew dagirkeriyên ku reh û rîşeyên bindestan ji hev qetandine, tov û berên wan ji hev cihê kirine, hilm û neksa wan çikandine jî zû bi zû ji cendekê rebenan dernakevin. Wisan e, divê bindest û hejar -berevajî korahî û teraliyê- di nava ariya şewatê de li koziyekî xwe bigerin; da ku pûş û pelaşê ziwa dayînin ser çîkekê, piçek agirê “xîreta mêrê berê” bi dest bixînin, li dorê kom bibin û di vê hewaya xemsariyê de xwe li ber germ bikin. Divê hejar û reben vî agirî teqez û demildest geş bikin, nobedar û pasevanan bidin ber êtûna xwe ku careke din danemire; her wiha piştî ew qas salên razan û zikmizdanê, serdemên lawazî û belengaziyê, divê dersê ji dîroka xwe wergirin ku çîroka wan a rebeniyê dubare û çendbare nebe.

Gava mirov li mirovahiyê dinihêre, divê wekî awêneya xwe lê binihêre; li ber wê awêneyê ser û sîçeyê xwe, cil û bergên xwe, xeml û xişrên xwe sererast bike, xwe arasteyî jiyanê bike û li gorî rayîşa neteweyî-navneteweyî bi keresteyên pêwist bixemlîne. Her wiha gava mirov nûçeyên xelqê dibihîze, -berî ku bibeze hawariya wan û xwe gorî bike- divê bibe berpirsiyar û berdevkê xwe; ji xelqê re masîgir û ji xwe re kûsîgir nebe, derfet û sermiyana xwe di ber xelqê de nemezêxe û xerc neke.

Heke “mirin” qedera neteweya kurd bûya û li eniya kurdan hatiba nivîsandin, wê di wan sedsalên dirêj ên bihurtî de biqewimiya; ji ber ku gelê kurd di van her du sedsalên dawîn de hema hema bi qeyd û zincîran ve girêdayî ye, di rewşeke westiyayî de ye û wihareng e, ev demeke dirêj e ku bi barê şaristaniya mirovahiyê piştşkestî ye jî. Wisan e, gelê kurd ê westiyayî, ji ber tajanan bêdeng mayî, mîna marê nîvkuştî kovelan dayî û serê xwe dirêjkirî hê hê jî zindî ye; lê di “xewa xefletê” de digevize, pişta xwe bi peynê dîrokê dixwirîne, xaneyên xwe bi dermanên hînbûnê vedijîne û di rewşa xwe ya veleziyayî de dagirkerên xwe li piyan û ji xwe mezintir, bilindtir û xurttir dibîne. Divê bê pejirandin ku di vê heyama 200 salî ya paşîn de dagirkerên kurdan jî xort, xurt û dilodîn bûne; lewre derfetên dijxwedayî, dijmirovî û dijxwezayî bi dest xistine. Dîsan wan dagirkeran bi pêlîstokên xwe yên birqonek hevalbendiya tevahiya gelan peyda kiriye û li dijî kurdan pergaleke dêwasa û hûtesa ava kiriye. Her çiqas ji aliyê dagirker û hevpeymanên wan ve neyê pejirandin jî, xîmê vê pergalê li ser dabeşkirina erdnîgariya Kurdistanê, hincirandina sîngê gelê kurd û tunekirina ferhenga kurdî hatiye avêtin, çikilandin û bilindkirin.

Heke ev neteweya kurd bimira û bê ser û şûn totalî kendalekî nenas bibûya, ew ê di serdemên bêhnvedan û westanê de bimira; ew dê bê gor û kêl winda bibûya, ew dê di serdemên dagirkeriyên demdirêj û desthilatdariyên wan ên nerewa de bibihujiya, biheliya, bibûya felqedestek xwelî yan jî hilm û hewayeke bêveger. Lê neteweya kurd nemir; li berevajî mirinê, wekî dêwê nivistî bi jîndariya Newrozê veciniqî, ji xewa kûr hişyar bû, li çep û rasta xwe nihêrî, wekî lehengekî dîrokî yê hêzdar rabû ser xwe, bend û kemendên xwe şikandin, kelemên li ser riya xwe vebijartin, giraniyên li ser sîngê xwe rakirin, li hemberî dagirkeriya pîr û cadûbaz bi ser ket. Çima bi ser ket? Ji ber ku tar û bingehekî neteweya kurd hebû; heta serdema Ehmedê Xaniyî gelek helbestvan, nivîskar û wêjenasan kevirên xîmê avahiya kurdan kom kiribûn.

Dema ku Ehmedê Xaniyî çavên xwe li ziman, çand, wêje û dîroka kurdan vekirin gelek berhemên giranbiha êdî li ber destan bûn: Baba Tahir, Eliyê Herîrî, Cizîriyî û Feqiyê Teyran kevirên gewherî yên avahîsaziyê li qada erdnîgariya Kurdistanê kom kiribûn, êdî zimanekî têkûz î nivîskî amade bû. Destana rastîn Mem û Zînê û çîrokî ya Memê Alan hêma û nîşaneyên şaristaniya kurdan diparastin; dengbêjan bi dengên xwe yên bilbilî û şalûlî sermiyana devkî ya çanda kurdan ji nifşekê derbasî nifşeke dîtir dikir. Şerefxanî jî beşeke girîng a dîroka kurdan tomar kiribû; rê û rêçikên dîroknivîsînê li neteweya kurd nîşan dabû ku li ser dîroksazî û dewletsaziya xwe bixebitin. Bi ihtimaleke mezin wî nav û naveroka Kurdgalnamekê û wergera osmanî ya Şahnameyê (sedsala 15an) nebihîstibû; heke bibihîsta dê xwe nesiparta çîrok û çanda gelêrî, dê rasterast qala dîroka rastîn a kurdan bikira.

Lewre Ehmedê Xaniyî xwe sparte çîrokeke jiyayî û dîrokeke zindî ya gelêrî; bi vî awayî sazûmana kesane, civakî, pergalî û navneteweyî ya kurdan bi hunereke bêhevta guhaste zimanê helbestî yê ku nîşaneya hêza pênûsa kurdan bû.

Bêguman Ehmedê Xaniyî hema di xortaniya xwe de dest bi nivîsandina vê berhemê nekir; pêşiyê “Eqîdeya Îmanê” ya kurdî nivîsiye û li gorî zanîna xwe baweriyek ji kurdan re diyar kiriye. Li gorî wî, -berî herî tiştî- divê baweriyeke kurdan a xurt hebûya ku wan bikaribûya li hemberî her dijminî di ber wê baweriyê de têkoşînek bida. Bêguman dijminên ku pêşengên kurdan kuştibûn, an jî kiribûn bin xizmeta xwe dê destevala nesekinayana; wan dê êrişên xwe yên rewşenbîrî, ruhî, civakî û siyasî çi bi dizîka û çi jî bi eşkereyî bimeşandana û berdewam bikirana. Piştî vê berhema destpêkî dor hate xîmavêtina li ser vê baweriyê; lewre Xaniyî “Ruknên Îslamê”, ango stûnên ayîna îslamê çikilandin. Ev biryareke pragmatîk bû; kurd di nava du şaxên îslamê de hatibûn parevekirin, li aliyekî wan pêşengê “ehlê sunetê” Mala Ozmên hebû û li aliyê din pêşengê “ehlê beytê” Xanedana Sefewî disekinî. Di nava erkanên her du dewletan de giregirekên kurdan kar û barên neteweya kurd dimeşandin; lewre Xaniyî biryar da ku berhemeke li ser keşfên erdnîgariyê û stêrnasiyê binivîse û pirtûkek li ser “Erdê Xwedê” amade kir. Mirov nizane gelo haya ewropiyan ji vê ramana wî hebû yan na, lê belê wî berê kurdan dida “keşfên coxrafî û stêrnasiyê” ku ji bend û kemendên dagirkeran rizgar bibin; rast e, kurdan guh neda pêşniyarên wî, lê ewropiyan bi sayeya van keşfan cîhan zeft kir. Piştî vê pêngavê û xemsariya kurdan, Xaniyî hêviya bi zarokên kurdan ve girêda û biryar da ku siyasetmedarên paşerojê yên kurdan bi riya “Nûbihara Biçûkan” hînî zimanê erebî bike û amûra pêwendiyên navmisilmanî bide destê wan. Êdî dor hatibû asta paşîn a projeya wî ya neteweyî; Xaniyî ji bo vê mebestê jî destaneke çîrokî û rastîn a kurdan kir bihane, kurd gazî şanaziya kurdmayînê û quretiya neteweyî kirin. Di dawiya çîroka Mem û Zînê de, li ser navê lehengê destanê Memê Alan digot ku “ez nas nakim çu mîran” û kurd vedixwendin damezrandina dewleteke yekpare ya serbixwe. Dibe ku ji ber xemsariya kurdan û rewşa bêhêvîtiyê be ku di temenekî ciwan de xatir ji gelê xwe xwest û navê xwe di deftera nemiran de tomar kir. Wî şahkara xwe ya dawîn, li ser naskirin û rêzgirtina Xwedê, pêxemberê wî û mersûmên îslamî ava kiribû; lê belê hertim qala mersûmê qedîm ê kurdistanî, rezmê ristemî, hêma û nîşaneyên kurdî yên curecureyî dikir, kurd gazî xîret û yekrêziyê dikirin. Her wiha wî hertim bang li kurdan dikir ku xwedî li mersûmê qedîm ê kurdistanî derkevin, bi vê mersûmê paşxaneya xwe ya dîrokî dagirin, bigihêjin şanaziya kurdmayînê û quretiya neteweyî, ji bo bilindkirina nirxên neteweyî berxwedan û têkoşînê bimeşînin, ji hêza xelqê ya madî re serî netewînin; ji ber ku hêza madî bawermendên Xwedê natirsîne. Madem ku hêza erd û esmanan di destê Xwedê de ye, wisan e, divê kurd pişta xwe bi erdnîgariya ku Xwedê daye wan ve girêdin, tenê bibin xizmetkarên ayîna wî û ji tu kes û kûsî re bendetiyê nekin.

Ev bawerî bi serê xwe rastiyeke mezin bû û hêjayî baldariyê bû; lewre divê kurdan nirxê vê baweriyê yê di tekoşîna xwe de bizanibûya. Her wiha gotî wan bawer bikira ku dagirkeriyê badilhewa dest nediavêt jinavbirina vê baweriyê û hejarkirina parêzvanên wê li seranserî cîhanê; ji ber ku haya dagirkeran ji xetereya vê baweriyê hebû, hebûna wê baweriyê li dijî hebûna xwe dihesiband, girîngiyeke bêhevta dida wê baweriyê, her qêrînek li dijî pergala xwe tomar dikir û dizanibû ku bawermendên vê armancê dikarin an jî dixwazin pêşengiya refên têkoşîna li dijî dagikeriyê bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku wergera osmanî ya pêşîn jî bêyî “Dîbace”yê hatibû weşandin; ji ber ku destpêka Mem û Zînê manîfestoya neteweyî ya kurdan bû û wergêrê wê newêribû rastiya wê ya bingehîn eşkere bike yan jî raza neteweyî ji dagirkeran vedişart û ew bi çîrokê ve mijûl dikirin ku kurd tedbîrên xwe yên pêwist wergirin.

Dîroknasiya kurdan li dijî tezên dîroknivîsandinê yên tirkan

Teza dîroknivîsandinê ya tirkan di bin bandora sê cureyên xweperestiyê de ye: xweperestiya îslama henefî, xweperestiya nijadî û xweperestiya dîrokî.

Di dîroknivîsiya tirkan de nîşaneya herî baş a xweperestiyê peyvên “kurd”, “kurdî” û “Kurdistan”ê ne. Bi gotineke zelaltir, dema ku perde ji ser agehiyên nenas tê rakirin û nîşaneyeke “kurd”, “kurdî” û “Kurdistan”ê dixuye, demildest zanyariyên derbarê mijarê de tên reşkirin, nixamtin, berevajîkirin; her wiha çanda îslama henefî, nijadperest û dîroksaz a “tirkê kevn-teze” derdikeve ser dikê û şerekî neexlaqî û nezanistî dimeşe. Gelek î seyr e ku mirov rastî dîroknasekî tirk î rastîparêz were; ji ber ku di sedsaliya komara wan a nijadperest de ferhenga wan ji peyvên kurdîşan hatiye valakirin, di hebana wan a zanyariyan de hebûna kurdan wekî jehr û ziqûmekê hatiye pênasekirin û ji bo veşartin û binevatkirina peyvên “kurd”, “kurdî” û “Kurdistan”ê rastiyên gerdûnî hatine pêpestkirin. Li gorî tirkan, nijada tirk leheng û efendiyê dîrokê ye; lewre divê kurdê ji perwerdehiya kurdî bêparhiştî li derveyî pîvanên zanistê bimîne û dîroknasê tirk (her wiha her tirkek) dikare bi dilê xwe behsa peyvên “kurd”, “kurdî” û “Kurdistan”ê bike. Gava mirov li pey reh û rîşeyên vê xweperestiyê dikeve, wisan dixuye ku bingehê vê tevgerê xwe dispêra çanda osmanî ya sedsala 17an, ango çanda xweperestiya henefî; wekî mînak, gava tefsîrzan Îsmayîl Heqiyê Bûrsewî (yê ku ji ber vê nijadperestiyê di nava kurdan de bi navê Şêx Şeftalî jî tê naskirin) di tefsîra xwe ya 12 cildî de kurdan wiha pênase dike ku bingeh û kurtasiya nijadperestiya tirkan a dîrokî ye: “Ez li ser temenê xwe sond dixwim ku kurd fesadkarî, cefakarî, zêdegavî û îşkencekariya mirovan ji serdema Ibrahîmî heta îro berdewam dikin, vî exlaqî bi pêş ve dibin û dev jê bernadin. Nîşaneya tu kar û exlaqekî wan ê li gorî îslamê tuneye ku ev dînê han ayîna Birahîmî bi xwe ye jî. Tevgera wan li ser talankirina mal û milkê misilmanan e. Pisporiya wan zilm, dizî, kuştin û rêbirrîn e. Bi Xwedê, ev milet ne pêkhateyeke vê ummeta paqij e. Xwedê di nav mirovan de hejmara kesên mîna wan zêde neke. Nabe ku bi herî qencê wan re jî hevaltiyê bikî û ji devera wan re derbas bibî.” (Îsmayîl Heqiyê Bûrsewî [1652-1725], Rûh’ul-Beyani fî Tefsîr’il-Quran, c. 5, r. 497, şiroveya ayeta 68an a Sûreta Enbiyayê)

Vedîtinên arkeolojîk û belgeyên nû dîroka heta niha nivîsandî serobino dikin

Mixabin Mîr Şerefxanî nivîskarekî dîroka kurdan ê din hevçerxê xwe Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç û berhema wî “Kurdgalnamek” nas nekirine; her wiha -ji berhema wî diyar e ku- haya wî ji wergera “Şahname”yê ya bi tirkiya osmanî (ya sedsala 15an) jî tunebûye. Hêjayî gotinê ye ku dîroknasên kurdan ên sedsala 20 û 21an jî ev her du çavkanî nedîtine û bêyî wan naveroka berhemên xwe bi zanyariyên şaş dagirtine; cihê daxê ye ku dîroknasê kurd ê pispor û navneteweyî Mehrdad Izady (1963-...) jî bêyî van berheman dîroka kurdan nivîsandiye. Her çiqas berhema wî ya bi sernavê “The Kurds: A Concise Handbook” pirtûkeke pisporane ya zanistî be jî, berî weşandina “Şahname”ya osmanî, “Kurdgalnamek” û vedîtina arkeolojîk a “Girê Mirazan” (Xirabreşkê) hatiye amadekirin.

Her çawan hebe, li Kurdistanê vekolan û vedîtinên arkeolojîk berdewam dikin û hin gavên pêşîn ên mirovahiyê yên ber bi pêşkeftina çandiniyê ve belge dikin; kedîkirina gelek ajelên çandiniyê yên hevpar (pez, bizin, beraz û kûçik), tomarkirina zanyariyan (bi pergala jimartin û nimandinê), pêşvebirina teknolojiyên navmalî (hûnan û tevnkarî, bi êgir pijandina kaxetîtkan-feraqan û şûşesazî), şopandina kêş û hewayê, bajarvanî li Kurdistanê pêk hatiye ku dîroka wê digihêje 12 hezar sal berî niha û heta 8 hezar sal berê domiyaye.

Bêguman Rojhilata Nêzik a Kevnare (ji Balkanê heta Yemenê bi dirêjahî û ji Hindistanê heta Misirê bi berahî) ji aliyê dîroknasan ve wekî “landika mirovahiyê” tê pejirandin ku navenda wê Kurdistan e û li vê devera berfireh tevahiya salê çalakiyên çandiyarî hatine meşandin; cara yekem pergala nivîsandinê lê hatiye afirandin, ji kaxetîtê çerx hatine hilberandin û piştre wekî tekereka erebeyan a darîn û hesinî hatiye pêşxistin.

Her wisa li vê deverê sazûmanên dewleta navendî hatine damezrandin û bendên qanûnî yên pêşîn hatine nivîsandin; dîsan artêşên rêkxistî, çînên civakî, pergala koledariyê û împaratorî hatine avakirin. Ji aliyê zanistî ve jî xebatên bingehîn ên stêrnasî û bîrkariyê hatine destpêkirin.

Çanda Xelefê ya 8000-7400 sal berî niha ji hêla akincihên çiyayên kurdan ve hatiye pêşxistin, lê piştî vê serdemê çanda Ubeydî ya biyanî li devera Mezra Botan (Navçemk/Mesopotamya) belav bûye û nêzikî hezar salî berdewam kiriye. Rabûna Huriyan (ji 6300 salî heta 2600 sal berî niha) serdestiya wê çandê têk biriye; wisan dixuye ku niştecihên çiyayên kurdan dîsan vegeriyane ser çanda Xelefê û serweriya xwe ya li ser welatê xwe yê çiyayî dubare kiriye.

Lê belê li vir pirsgirêkeke nirxandinê ya dîroknasan heye ku em nizanin çima pêwendiyeke beraqil ji bo navên Xelef, Heleb û Arraphayê pêşkêş nakin ku di rastiyê de ji aliyê zimannasiya kurdî de şêwazên heman peyvê ne; ji ber ku di kurdî de gelek caran dengên /e/ û /l/yê vediguherin /a/ û /r/yê ku di nimûneyên “nûbar” (mêwe û berê nû) û “bila” (bira), “pergal” (pergar) de aşkera ye. Bi me peyvên “hur”, “xor, xur, xawer” û “gor” jî pêwendîdar in û divê şaristaniyên hurî, xurî/xuristanî/xoresanî û gorî di heman çarçoveyê de bên hilsengandin û şirovekirin.

Heke em dîsan vegerin ser danasîna van çand û şaristaniyan (Girê Fila, Girê Miraza, Xelef, Ubeydî, Hurî), dê xuya bibe ku berdewamiya hev in. Divê bê gotin ku navandina vê serdemê xwe dispêre xebatên vekolanê yên Max von Oppenheim ku di navbera salên 1911 û 1927 de li Til Xelefê hatine pêkanîn; lê belê destkeftiyên herî pêşîn ên serdema Xelefê ji hêla John Garstang ve di sala 1908 de li devera Keferdizê (gundekî çiyayê Nûrheqê ye) hatine vedîtin.

Her çiqas Leonard Woolleyî di sala 1913an de li Qarqamîşê çend parçeyên biçûk ên kevneşopiya Xelefê bi dest xistibin jî, devera hera giring a vê çandê li Til Arpaçiya ya Mûsilê derketine ber ronahiyê.

Di rastiyê de peyvên “Til Xelef”ê ya aşûrî (til: çiya) û “Arpaçiya”ya kurdî (çiyayê Arapayê) heman çanda hevpar in ku berê mirovî didin hevpariya regezî/etnîkî ya Xelef, Arrapa/Urfa (Ûrpa) û Helebê; lê aşkera ye ku dilnexwaziya serdestan û bêgaviya lêkolîneran a ji aliyê aborî û destûra vekolanê ve nehiştiye ku destkeftî û navandina rast li kurdan bên spartin. Dîsan divê neyê jibîrkirin ku serdema veguhastina çanda Xelefê ber bi çanda Ubeydê ve bi qasî 400 salî (5400–5000) kêşaye ku maweyeke pişaftinê yan jî guhastinê ya kevneşopiyekê ye û gelekî beraqil e. Ji aliyekî din ve navandina serdema ubeydî xwe dispêre vekolanên li Til Ubeyd/Uweylê ku dikeve başûrê rajêrîn ê çemên Ferat û Dijleyê; ev dever heta serdema belavbûna îslamê milkê medoparsiyan bû, lê carinan ji ber aloziyên navxweyî yên li nava serdestên medoparsiyan erebên penaber hildikişiyan jora erdê xwe yê ku dikete başûrê rojavaya her du çemên navbihurtî. Her çi ku Hurî (bi zimanê hurî: Xu-ur-rî) ne, ew bi zimanê xwe yê neteweyî bi hurîkî diaxivîn û li seranserê bakurê Sûriyaya îroyîn, Mezopotamyaya jorîn û başûrê rojhilata Anatolyayê dijiyan. Navê huriyan cara yekem li bajarê Ûrkêşê hatiye tomarkirin ku wan li wir mîrgeha xwe ya yekem ava kiriye.

Padîşahiya huriyan a herî gewre û xwedîbandor Keyaniya Mîtanî bûye; lê gelheyeke mezin a huriyan jî di bin serweriya Hîtiyên (Hitit) Anatolyayê de jiyaye û bandoreke giring li efsaneyên hîtiyan kiriye.

Li gorî zanyariyan derbarê Serdema Hesinkariyê ya Pêşîn de, hurî belavî nava gelên din bûne û bi domana demê re pişivîne; lê dewleta Ûrartûyê -ya ku li gorî me çavkaniya regezî ya huriyan bû- li ser beşeke axa niştimanî ya huriyan rabûye û hinek deverên hurînişîn bi dest xistine.

Di Şahnameya sedsala 15an de dîroka kevneşopî ya şahên kurdan

Li gorî agehiyên ku amadekarê tezê Dr. Mustafa Kugu dide, ev Şahname di sedsala 15an de (854 k./1450 z.) ji farsiyê bo tirkiya osmanî bi pexşankî hatiye wergerandin; wergêrê wê ne diyar e, lê ji bo siltanê osmanî Muradê Duyem (1421-1451) ê bavê Fatihî hatiye xelatkirin. Li pirtûkxaneyên Tirkiyayê 3 nusxeyên wê yên wênedar hene û li Pirtûkxaneya Muzeya Seraya Topkapiyê ne (TSMK, H. 1116, H. 1518, B. 248); her wiha nusxeyeke wê jî li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Awistiryayê ye (Cod. Mixt. 709 Han). Hevoka pêşîn (r. 14) û paşîn (r. 853) ên Şahnameyê gelekî balkêş in. Di hevoka pêşîn de nirxê dîroknasî û sexbêriya zanyariyan wiha hatiye vegotin: “Wî hişmendî wiha got: Merivê dîroknenas û nepijî kaşî refa pêşîn neke û tu carî pê ewle mebe, jê bawer meke; her wiha tu car ji dijminê kevn hêvîdar mebî.” Îcar hevoka ku dibêje “ev Şahname ji aliyê Firedewsiyê Tûsî ve sala 400î ya koçî bo Siltan Mehmûdê Xeznewî hatiye nivîsandin û sala 854an a koçî jî bi fermana Siltan Muradî li zimanê tirkî hatiye wergerandin”, şoreşeke zanyariyan e; ji ber ku şik û gumanê datîne ser hemû nusxeyên Şahnameyê yên farsî û bi zimanên din ku “gelo guhartin û destwerdanek di metnê Şahnameyê de hatiye kirin ku navê kurdan wekî desthilatdar û damezirîner derbas nabe?”

Ev nusxeya Şahnameyê dîroka şahaniyên Aryayê wekî dîroka xanedanên kurd nîşan dide, ne ku dîroka şahên parsînijad; li gorî naveroka wê ya dirêj, ji destpêka Xanedana Pîşdadî heta şahê dawîn ê Xanedana Sasanî hemû desthilatdarên aryayînijad (pîşdadî, keyanî, eşkanî, sasanî) ji heman nifş û nijadê ne, gişt jî kurd in û ji zuriyeta Ferîdûnê Kurd in. Bi rastî ev nusxeya Şahnameyê şik û pirsnîşanê datîne ser hemû nusxeyên din ên ku qala nijada şahên îranî nakin; ji aliyekî din ve pirtûka pîroz a mazdekiyan “Bûndahîşn/Bunyadê Hişîn” jî amaje bi navê Cemşîdî dike, wî wekî damezrînerê bajarê Parsê bi nav dike û nasnavê wî yê li nava farsan wekî wekî “Cemkerd” tomar dike.

Bêguman li gorî teoriya G. R. Driverî ya ku digot “hemû navên dîrokî yên ku li ser dengdêrên /k-r-t(d)/, /g-r-d(t)/ û /q-r-d(t)/ avakirî kurdan nîşan didin” Cemkerd û Cemê Kurd heman kes in. Taybetmendiyeke vê Şahnameyê jî ev e ku gotinên dîroknasê sedsala 9an Ebû Henîfeyê Dînewerî piştrast dike û Skenderê Makedonî wekî kurê Darayê Mezin dihesibîne (Şahname, 299-300); heke ev gotin rast be, divê ne tenê dîroka kurdan, lê dîroka rojavayî û îranî jî ji nû ve bên nivîsandin.

Li vê derê divê bê gotin ku Dînewerî derbarê şerê di navbera Darayê aryayî û Skenderê makedonî de zanyariyeke hêjayî lêkolînê tomar dike; li gorî zanyariyên wî Skender kurê Darayî ye û bi xwe jî dibêje ku “romayî vê yekê nepejirînin jî, lê belê rastî wisan e”. Dînewerî çîrok an jî dîroka vê birakujiyê wiha vediguhêze: “Gava ku Darayê kurê Behmenî bû şah, ji bo dagirkirina welatê romiyan êrişek amade kir; artêşa xwe meşande nava xaka romiyan û qeyserê Romayê Fîlîpos jî bi artêşa xwe derkete pêşberî wî. Her du alî gihiştin hev û bi hev re şer kirin; Dara di vî şerî de bi ser ket û bac li ser romayiyan sepand. Li gorî peymanê divê qeyserê Romayê salane bi qasî sed hezar hêkên zêrîn bac bidaya Aryayê û giraniya her hekekê bi qasî 40 misqalî bûya. Her wiha Darayî keça Fîlîposî jî li xwe kebîn kiriye û digel jina xwe ya nû vegeriyaye Aryayê. Gelê Arî îdia dike ku Skender ne kurê Fîlîpos, lê kurê keça wî ye; bavê wî Darayê kurê Behmenî ye û bûyerê wiha vedibêjin: Darayê kurê Behmenî êrişî welatê Romayê kir, romayî têk birin û bi mercê bacdayînê peyman bi Fîlîposî re girêda; her wiha keça wî li xwe mar kir, digel jina xwe vegeriya Aryayê, lê bêhneke pir kirêt ji keça Fîlîposî dihat ku Darayî hez nekir pê re binive. Lewre ferman da dadika jinên xwe ku vê bêhna kirêt çareser bike. Dadika jinên wî bi rehekeke ku navê wê e bûka nû derman kir, piştî ku bêhna wê bi wî giyayî hinekî xweş bû ew şande paşila Darayî. Dara di wê şeva hevşabûnê de bi bêhna senderê ya giran hesiya û got ku di zimanê aryayî de tê wateya ; her çiqas bi jina xwe re nivistibe û wê şevê ew ducanî kiribe jî, ji ber wê bêhnê careke din neketiye paşila jinê û ew li bavê wî Fîlîposî vegerandiye. Îcar jina wî ya ducanî li cem bavê xwe Fîlîposî welidiye zarokekî kurîn; diya kurikî ew peyva yekane ya ku wê şevê ji devê mêrê xwe bihîstibû, li kurê xwe kiriye û navê wî bûye Alesender ku ji wî giyadermanî wergirtibû. Skender kurekî hişmend û mirovekî jîr bû; di bin parastina Fîlîposî de mezin bû û bi cidiyet û kargêriya xwe bala kalikê xwe Fîlîposî kişande ser xwe. Lewre Fîlîposî ew peywirdar kir û wekî cihnişînê xwe destnîşan kir; her wiha di ber sekerata mirinê de jî wasêt kir ku piştî mirina wî guh bidin fermanên Skenderî. Gava ku Skender bû qeyserê Romayê, tekane xema wî milk û şahaniya bavê wî bû; ji ber wê yekê bac neda birayê xwe Darayê kurê Darayî, lê birayê wî yê qure êrişî wî kir û Skender jî mecbûr ma ku pê re şer bike. Her çiqas dîroknasên romayî bibêjin ku Skender kurê bavê xwe Fîlîposî ye, ji nijada bavê xwe ye û cîgirê rastîn ê bavê xwe ye jî, zanyariyeke wisan jî heye.

Bi rastî ev mijar jî hêjayî lêkolîneke kûr e; ji ber ku Dînewerî (820-896) dîroka kurdan û şahên Aryayê baş dizane, pirtûkeke wî ya bi navê “Ensab’ul-Ekrad/Nesebên Kurdan” heye ku niha winda ye, her wisan lêkolînerekî gelekî jîr û zanayekî ansîklopedîk e. Bi rastî jî hinek zanyariyên ku wî di sedsala nehan de dane, di sedsala 14an de hatine vedîtin û sedsala 19an de li ingilîzî hatine wergerandin. Wekî mînak “Karnamagê Erdeşîrê Pabegan” dibêje ku “Sasan şubanê Pabag bûd ûd hemwar abag gospandan bûd ûd ez tohmegê Darayê Darayan bûd ûd ender duşxwadayîhê Aleksander o wirêg ûd nîhan-rawişnîh êstad ûd abag kurdan şubanan reft./Sasan şivanê Pabegî bû, û hertim ligel pêz bû, û ji tovê (tuxim, nifş, nijada) Darayê Darayan bû, û ji ber dijxwedayiya (zordestî, sitemkariya) Aleksanderî reviyabû, xwe veşartibû, û xwe sipartibû şivanên kurd.”; lê belê Ebû Henîfe hê di sedsala 9an de dibêje ku: “Gava şahên pêkhateyan (eşkanî) bi qasî 266 salî serwerî kir, Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê Biçûk ê kurê Fafekê (Papeg) kurê Mihrîsê kurê Sasanê Mezin ê kurê Behmenê kurê Şah Îsfendiyarê kurê Pişthespî li bajarê xwe Îstexrê xuya bû… Erdeşîrî ji Ferxanê kurê Erdewan ê şahê dawîn ê El-Cibalê re (di dîroka ereban de peyva “El-Cibal”a erebî hertim Kurdistanê nîşan dide) nameyek şand û jê xwest ku bikeve bin fermana wî; dema ku nameya wî gihişte ber destê Ferxanî, hêrsa wî rabû û ji qasidên Erdeşîrî re got: Ji aliyekî din ve, du mijar hene ku angaşta aryayiyan xurt dikin:

1. Skender heta mirina xwe venegeriyaye Romayê, rêveberiya Aryayê kiriye û li ser erdê Şahaniya Keyanî miriye.

2. Piştî ku hîn dibe Dara bi minexetî ji aliyê merivên xwe ve hatiye kuştin, bikujên wî digire û wan dikuje.

Divê bê gotin ku Meqdisî (m. 355 k.) derbarê nifşa eşkanî û sasaniyan de bê şik û guman dibêje ku “Piştî Skenderî, welatê Aryayê bi qasî 266 salan û li gorî salixekê jî bi qasî 400 salî li gorî pergala yûnanî hate rêvebirin; piştre aryayiyan rêz û giramî li Eşkê kurê Darayî nîşan da û şahtiya wî nas kir. Ji Mûsilê bigire heta Rey û Espehanê di bin serweriya wî de bûn...” “Şahê pêşîn ê sasaniyan Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê kurê Erdeşîr Behmenî ye” Wekî ku ji zanyariyên navbihurî xuya dike, Meqdisî derbarê heyama serdestiya eşkaniyan de du salixan dide û mêjûya serweriya wan diyar dike; lê derbarê bav û kalên wan de şik û gumanê nabîne û ji bo her duyan jî rasterast dibêje ku “ew neviyê Darayî ye” yan jî “ew neviyê Behmenî ye”. Îcar mirov dikare ji zanyariyên erebî piştrast bibe ku her çar serdemên şahaniyên Aryayê (pîşdadî, keyanî, eşkanî û sasanî) ji heman binemalê ne, ango ji binemala Ferîdûnî ne.

Îcar heke em vegerin naveroka Şahnameyê: di hevdîtinekê de Ristemê Zal û Isfendiyar li ser reh-rîşe û kar-xebatên xwe diaxivin: “Îsfendiyar ji Ristemî re dibêje

Şahname diyar dike ku piştî kuştina Darayî ji aliyê Skenderê makedonî ve û dagirkirina Aryayê (r. 318) şahên gewre nemane; li her goşeyekê begek hebûye, li devereke taybet serwerî kiriye û ji wan re hatiye gotin: “Welatê Aryayê tam 200 salî di vê rewşa awarte de maye û şahaniyeke yekgirtî tunebûye; tu dibêjî qey li rûkalê cîhanê şahek tunebûye, text û tac vala mane, ji wan began tu kesî li ber yekî din danexwariye, her yekî serxwebûna xwe ragihandiye û bi vî awayî rûkalê cîhanê ji aloziyan rizgar bûye. Di rastiyê de ev tevdîreke siyasî û îdarî ya Skenderî bûye ku şahekî gewre dernekeve, ji bo tolhildanê berê xwe nede Romayê û vê deverê dagir neke. Di vê serdemê de pehlewanekî navdar ê bi navê Abtacaş hebûye ku ji Amûriyeyê veqetiyabûye; Skenderî deverên Fihistan (Kuhistan/Qehistan), Şîraz û Bexda dabûne bin fermana wî, kesî ji tirsa wî destdirêjiya wê deverê nekiribûye. Darayê ku di şerê ligel Skenderî de hatibû kuştin, kurekî wî yê bi navê Eşk hebûye; dema ku bavê wî tê kuştin, ji romayiyan direve û di nava şert û mercên jiyaneke mişextî de dijî. Piştî ku Skender û Abtacaş dimirin, Eşk doza şahaniyê berz dike û dibe şahê Aryayê; piştî Eşkê kurê Darayî di rêzê de Şapûr, Behram, Bilaş, Ermuzd, Resîgerd û Erdewan şahtiyê dikin. Şah Erdewanê ku dibe şahê Aryayê, ji nifşa Key Kawisî ye û jê re Erdewanê Bozorg (Gewre) jî dibêjin; di serdema wî de gur têkilî miyê nebûye (dadwerî hebûye) û piştî wî, birayê wî yê bi navê Bilaş bûye şah. Ji Bilaşî kurekî bi navê Guzerd û ji Guzerdî jî kurekî bi navê Nersî çêbûye. Piştî wî (ne diyar e bê ka piştî Bilaşî yan jî piştî Nersiyî) Xusro bûye şah û piştî Xusroyî jî Erdewan li ser textê şahaniyê rûniştiye; bi vî awayî di serdema Erdewanî de Şahaniya Eşkaniyan a qediyaye. Serdema şahên eşkanî gelekî kurt bûye; lewre navên wan di de nehatiye tomarkirin.” (r. 388-389)

Şahname serdema eşkaniyan û sasaniyan, her wiha destguhertina desthilatdariyê û destpêka serweriya sasaniyan wiha vedibêje: “Gava ku Erdewanê Dawîn bû şahê Aryayê, navên şahan dîsa bilind kirin û pergala şahaniyê vejand; serwer û giregirekên parêzgahan dihatin ber dergehê wî, ji parêzgehên Bexda, Pars, Espehan û Kuhistanê qasid dihatin û diçûn. Bi fermana wî Babekê kurê Sasan bûbû parêzgarê Istexrê; wî jî tevahiya deverê bi rê ve dibir ku ji nifşa Behmenê kurê Îsfendiyarî ye. Behmenê kurê Îsfendiyarî di heyama xwe de şahanî nedabû kurê xwe yê Sasan; lewre Sasan gelekî tengezar bûbû, koçî Nişawerê kiribû û li wê derê jî miribû. Sasanî navê kurê xwe jî danîbû Sasan û vî Sasanî jî heman navê Sasan li kurê xwe kiribû; hetanî heşt zikan (nifşan) vê malbatê navê Sasan li zarokên xwe yên kurînî dikir, binemala Sasanî ji derdorê re şivantî dikir û berî ku bibe parêzgar Babek bi xwe jî serşivan bû.” (r. 388-340) “Rojekê li hafa Şah Erdewanî qala Erdeşîrê kurê Babekî hate kirin; di vê galegalê de ewqasî behsa mêranî û hişmendiya Erdeşîrî hate kirin ku Erdewanî nameyek ji Babekî re şand ku kurê xwe bişîne koçk û seraya şahaniyê, bila di nava kurên wî de hînî kar û barên rêveberiyê bibe. Babek kurê xwe ji bo vê rêwitiyê amade dike û dişîne; lê belê ji ber nakokiyeke di navbera Erdeşîr û kurê Erdewanî de, hêrsa şahî tê û Erdeşîrî dişîne serayeke li kêleka tewleyên hespan. Di heyama ku Erdewan di nava kêf û şahiyan de ye, Erdeşîr bi keça Erdewanî ya bi navê Gulnar re dibe hevnas; dema ku Erdeşîr li vê xerîbistanê ye, Babekê bavê wî dimire; Erdewan gelekî li ber mirina wî dikeve; lê li şûna ku Erdeşîrî bişîne ser textê bavê wî, kurê xwe yê Behmen dike parêzgarê Istexrê. Li ser vê yekê Erdeşîr gelekî tengezar dibe û dixwaze ku ji serayê bireve; bi alîkariya Gulnara keça Erdewanî direve, hêzên xwe berhev dike, di dawiyê de desthilatdariyê ji destê eşkaniyan derdixe, dewleta sasaniyan dadimezirîne û dibe şahê yekem ê Şahaniya Sasanî.” (r. 390-401)

Ji xwe di nakokiya di navbera Xusroyê Sasanî û serdarê wî yê bi navê Behramê Çopîn de jî ev yek derdikeve holê: “Behramî gote Xusroyî: – Hey dagirkero, kesekî wisan sezayî şahaniyê ye ku têxt û tacê ji destê te derxe! Erdeşîr ji keça Babekî hate dinyayê û bû destgirê (xulamê) eşkaniyan. Piştre dema ku Erdeşîr bendeyê dergehê Erdewanî bû, şah kuşt; pergala şahtiyê û textê serweriyê desteser kir. Ji wê heyamê heta niha 300 sal derbas bûne û serdema sasaniyan êdî kuta bûye. Li vê cîhanê şahanî sezayî eşkaniyan bû; heke ji wê malbatê mîratgirek hebûya, ew dê layiqî têxt û tacê bûya. Madem ku ji wê xanedanê kesek nemaye, êdî text û tac layiqî min in.” (r. 734-735)

“Kurdgalnamek” dîroka herî kevnare ya kurdan ronî dike

Axwend Mihemed Salih di berhema xwe ya bi navê “Kurdgalnamek”ê de diyar dike ku paşayê Tûranê Efrasyab ji nifşa Tûrê kurê Cemşîd e, (li gorî “Şahname”ya osmanî “Cemşîdê Kurd”, li gorî “Bûndahîşn”ê “Cemkerd”); lewre ev nêzikatî û eqrebatiya xwe ya bi Pîşdadiyan re kiriye bihane û xwe fermanrewa û mîratgirê eslî yê selteneta Mad û Parsê dizanibûye. Ji ber heman bihaneyê wî paşatiya Key Qubadî qebûl nekiriye, lewre li ser textê serweriyê şer di navbera Tûran û Mad-Parsê de derketiye û di dawiyê de hêzên Efrasyabî li hemberî hêzên Mad û Parsê şikiyane. Di şikandina hêzên tûraniyan de rola kurdên biraxoyî, adirganî, mamilî û kirmanî gelekî girîng bûye. Mihemed Salihê Belûç damezrandina Dewleta Madê wiha tomar kiriye: “Di sedsala 9an a BZ de dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşespê kurê Ûştabê kurê Tahmaspê kurê Menûçehrê kurê Îrecê kurê Ferîdûnê kurê Epteyanê kurê Cemşîd miriye, paşayên Asûriyan êriş anîne ser xaka Mad û Parsê. Lewre kurdên Mad neçar mane ku dewleteke serbixwe damezirînin û xwe ji êrişên asûriyan biparêzin. Ji bo vê mebestê serek û serdarên Madê Mezin û Madê Biçûk, kurdên Pars, Gîl, Deylem û Hezareyê li hev civiyane û şêwirîne; di dawiyê de serekekî kurdên madî yê bi navê Key Qubadê Kurd ku di warê erdnîgarî, zanist, dadperwerî û karzaniyê de bêhevta bûye wekî fermanrewa hatiye hilbijartin.” (r. 43) Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng dide û binavkirina dewletê wekî “Mad/Med” ji ber navê xanedanê destnîşan dike ku piraniya dewletên kurdan ên dîrokî bi navên xanedanan hatine naskirin (madî, hesenweyhî, buweyhî, şedadî, eyûbî, sefewî, zendî…): “Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê û xanedana Madiyan jî bi dane nasîn.” (r. 115)

“Desteya kurdên Madê nêzikî 850 salî beriya zayînê, piştî avabûna desthilatdariya Madê, hatine vê navçeyê û tê de bi cih bûne. Ev desteya kurdên madî ji tîreyên zengene, biraxoyî, mamilî, edreganî û kirmanî pêk hatibûn û cara yekem bi alîkariya paşayê Madê Keyqubadê kurê Mad hatine navçeya Zereng (Zerenc), Tûran û Mekranê.” (r. 46) Li vir xuya ye ku gotinên Qelqeşendiyî Qelqeşendî (1355-1418), Kurdgalnamek û Şahnameyê hev digirin û hev piştrast dikin ku Key Qubad ji nifşa Ferîdûnî ye; jixwe Qelqeşendî dibêje ku “Ferasiyabê kurê Tûc (Perasiyab=Afrasiyabê kurê Tûr) bi zordestî derketiye ser têxt, welat wêran kiriye û xerabiyên nedîtî pêk anîne; lê ji neviyên Menûçehrî, kesekî bi navê Zûyê (di hinek çavkaniyan de ‘Zab’) kurê Tahmaspî artêşa Ferasiyabî şikandiye, dîsa welat gihandiye asteke baş, çemê Zêyî kiriye du beşan û li kêleka çêm bajarvanî daye destpêkirin.”; her wiha dibêje ku “Mîrê keyaniyan ê yekem ê piştî Girşespê pîşdadî, Key Qubadê kurê Zû ye û wekî bavê xwe bi dadwerî serwerî kiriye.”

Li gorî zanyariyên hevçerx, navê Med û Parsan cara yekem di nivîsareke qralê aşûrî Şalmaneser III de derbas dibe.Qralên aşûrî yên ku şerên xwe tomar kirine, derbarê gelên peymandar û bindestkirî de bi gelemperî çendek zanyarî berhev kirine. Her çend erdnîgariya ku aşûrî behsê dikin tenê texmînî be jî, lê ev tomarkirin mêjûnasiyeke (kronolojî) baş destnîşan dikin; her wiha navên kesan hindik bin jî, navê dever û cihnişînên wan deveran tên eşkerekirin. Di van belgeyên destkeftî de navên “Matai” û “Parsûwaş”ê cara yekem di sedsala 9an BZ de li devera gola Urmiyê hatine tomarkirin; li gorî tomareyên Şalmaneserê III (desthilatdarî: 858-824 BZ) sala 835an a BZ ji 27 şahên Parsûwaşê bac hatiye wergirtin. Padîşahên paştir ên bi navên Şemsî-Adad V (desthilatdarî: 823-811 BZ) û Adad-Nirarî III (desthilatdarî: 810-783 BZ) jî pêla êrişên aşûriyan berdewam kiriye; di salnameyeke Şemsî-Adad a sala 821an de hatiye ragihandin ku li erdnîgariyeke di navbera Bît Bunakî û Parsûmaşê de (=Parsûwaş) şerekî navxweyî rûdaye. Tîglath-Pileser III (desthilatdarî: 744-727 BZ) ê ku heta çiyayê Bikniyê (=çiyayê Elvendê) êrişek li dar xistiye, welatê Medyayê wekî “mediyên hêzdar” an jî “mediyên dûr” bi nav dike. Di serdema Sargon II (desthilatdarî: 721-705 BZ) de jî behsa biraziyê qralê Elîpiyê tê kirin; her çiqas navê qralî Delta be û ne bi zimanê aryayî be jî, navê biraziyê wî Aspabara ye ku tê wateya “siwar”î. Di sala 691an de li ber peravên Dijleyê “Şerê Helûlêyê” qewimiye; artêşa aryayî ya ji leşkerên Îlam, Parsûmaş, Anzan (=Anşan) û hevpeymanan pêkhatî derketiye pêşberî qralê aşûrî Sennaherîbî (desthilatdarî: 704-681 BZ). Her wiha di nava peymandarên Esarhadonî de (desthilatdarî: 680-69 BZ) navên “padîşahên medan” jî derbas dibin. Îcar Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng û nêzikî vê mêjûyê dide; her wiha pêvajoya damezrandina Şahaniya Keyanî bi berfirehî vedibêje: “Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê ‘Keyan’ û xanedana Madiyan jî bi ‘Keyanî’ dane nasîn.” (r. 115) “Dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşesp mir, welatê Mad û Parsê duçarî rewşeke tevlihev û bêhêziyê bû; ev rewş bû sedema sergêjî û tirsa serekên hozên Mad û Parsê. Di encamê de hemû serek, serdar û rihspî li hev civiyan; piştî rawêjkariyeke komekî, biryarek ji civînê derket ku Key Qubadê kurê Mad derkeve ser textê Girşespî. Bi vî awayî Key Qubad sala 853an BZ derkete ser textê Mad û Parsê. Wê heyamê kurdên biraxoyî tîreyeke hêzdar û azad a kurdan dihatin hesibandin. Mîr Kîkan serekê mezin ê kurdên biraxoyî û hevpeymanê Key Qubad paşayê Madê bû; her wiha serokatî li van heft tîreyên kurd dikir ku navên serokên wan wiha ne: Mîr Goran Goranî, Mîr Zaxo Sarûnî (an jî Soranî), Mîr Mihran Xuzdarî, Mîr Mişkan Mişkanî, Mîr Ermîl Ermîlî, Mîr Bolan Bolanî û Mîr Lerzîn Girîşkanî.” (r. 53) Ji aliyekî din ve Kurdgalnamek bi dûvedirêjî şecereya nifşa kurdan wiha rêz dike: “Salixdarên dînî neqil dikin ku piştî tofana Nûh (silav lê bin), sê kurên wî: Ham, Sam û Yafes ji tofanê rizgar bûn û hemû însanên dinyayê neviyên van her sê kurên peyamber Nûh (silav lê bin) tên zanîn. Dibêjin nesla van sê kuran di dawiyê de ewqasî zêde bûye ku ji bo debara/îdareya jiyana xwe belavî hemû cih û goşeyên cîhanê bûne. Yekem car berê xwe dane navçeyên bakurê rojhilata Girdayê Zewî û li wir bi cih bûne; piştre hinekan ber bi xwarê ve koç kiriye û li navçeya xwe ya niha nişîngeha xwe damezirandiye.

Heşt kurên Hz. Yafesî hebûne û navê yekî ji wan Kumer bûye. Zincîra bingeha kurdan ji Kumerî bi vî awayî dest pê dike: Yafes, Kumer, Xezer, Kardak, Buwaz, Mîtan, Arîn, Gîwer, Rûdîn, Sûr, Dexû, Bulgar, Pişder, Têrxan, Şûd, Xuran, Madê Mezin, Çerkeş, Rasin, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Zaran, Sasun, Sencar, Şikak, Şûhan, Gurek, Wan, Mîran, Sûbar, Pazû, Kad, Gawr, Mengur, Tagaz, Çîg û Madê Biçûk.” (r. 46-47) Hêjayî gotinê ye ku çendek ji van navan heta îro jî navên bajar, hoz û desthilatdariyên kurdan ên dîrokî û îroyîn in: “Mîtan, Pişder, Têrxan, Mad, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Sasan, Sencar, Şikak, Gurek, Wan, Mîran, Sûpar, Pazû, Kad, Gawr, Mengur, Mad.” Kurdgalnamek “Madê Mezin” wekî bapîrê “Madê Biçûk” bi nav dike û hozên madî wekî Heredotî bi rêz dike; lê belê di lîsteya wê de 7 hoz hene: “Partasîn (Paretaceni), Estrûşan (Struchates), Arîzanît (Arizanti), Bûz (Busae), Maj (Magi), Bûd (Budii) û Dîlman (Deyleman?).” (r. 47) “Ji heft kurên Madê Biçûk, heft tîreyên kurd çêbûne û her yek bi navê bapîrê xwe yê mezin hatiye naskirin. Ev tîreyên kurd bi navê tên nasîn; ji ber ku ji aliyê rojhilatê ve hatine [Mad] û Farsê.” (r. 50) Ji aliyekî din ve, Kurdgalnamek şecereya tevahiya kurdan li ser du beşên wekî “kurdên rojavayê” û “kurdên rojhilatê” leva dike: “Li gorî çavkanî û belgeyên dîrokî, kurd li du beşan pareve dibin. Beşa yekem ew kurd in

ku ji aliyê Araratê û zincîra Çiyayên Cûdiyê ve hatine; di dirêjahiya navçeyên Dîcleyê û Ferêt de, ji aliyê rojavayê ve heta Sûriyayê û qeraxên Deryaya Romayê (Egeyê, O.M.) û ji aliyê rojhilatê ve jî heta qeraxên Farsê û rexê Deryaya Umanê belav bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê ji Lolo, Gûtî, Kasû û Sûbarî pêk hatine. Ji bo ku ev tîreyên kurd ji aliyê rojavaya Deryaya Hezarê ve hatine, bi navê tên nasîn. Beşa duyem ew kurd in ku ji naverasta Asyayê ve ber bi rojhilata Îrana wê serdemê ve hatine; ji wir ji rojhilata Deryaya Hezarê derbas bûne û di başûrê vê deryayê re li navçeya Etropanê (“Adirabadagan” li gorî Şehnameyê, O.M.) belav bûne û bi cih bûne. Tîreyên eslî yên vê beşê jî ji Mad, Nahîrî û Kardoxiyan pêk hatine. Ev welatê mezin û fireh ê ku tê de bi cih bûne, ji ber navê Madê wekî Madayî yan Mêdya hate nasîn. Ev heft tîre, tîreyên eslî yên kurd in û di dawiyê de tîreyên şaxên din jê cihê bûne; her yek ji wan şaxan guherîne û bûne tîre yan jî hozeke serbixwe. Ji vê beşa duyem a kurdan re jî tê gotin. Kurdên Biraxoyî, Edreganî, Mamilî û Kirmanî ji hoza Madê cihê bûne.” (r. 111)

Dema ku Kurdgalnamek qala hozên parsî dike, li gorî zanyariyên îroyîn derdikeve holê ku hinek ji van hozan niha kurd tên hesibandin û hinek jî bi tevahî pişivîne: “Li gorî vegotinan, navên tîreyên Parsê bi vî awayî ne: Parsagird, Marafîn (Marafî), Marspîn (Marspiyanî), Panşiyanî, Dirusyanî (Diruzî), Diropîkî, Sagartî, Girmanî (Jirminanî), Mardî (Mirdî) û Dayî (Daranî). Ji van Parsagird, Marafîn, Marspîn, Panşiyanî, Dirusyanî û Girmanî gundnişîn û bajarnişîn bûne; tîreyên Diropîkî, Sagartî, Mardî û Dayî çadirnişîn û koçer bûne.

Di nava tîreyên bajarnişîn de jî Parsagird, Marafîn û Marspîn wêrektirîn û berçavtirîn hozên Parsiyan bûne; serek û serdarên wan bi ser tîreyên Parsê yên din ku me li jorê behsa wan kir, baladest bûne û fermanrewatiya xwe bi ser wan de sepandine.” (r. 76) Divê bê diyarkirin ku navên van hozan di çavkaniyên yûnanî-ewropî de wekî “Pasargadae, Maraphii, Maspii,Pateischoreis, Derusiaei, Dropici, Sagartians/Asagartians, Mardi, Carmanians/Garmanians, Dai” dibihure.

Wekî mînak îro hoza “Panşiyanî” wekî “Pinyanişî” li Kurdistanê dijî û bi kurmancî diaxive; her wiha hoza “Dirusyanî” (Durzî, Duristî)” li nava Libnan, Urdin û Sûriyayê belav bûye, -her çiqasî zimanê xwe winda kiribe jî- ji aliyê çandî ve xwe li ser kurdan dihesibînin. Lewre ji aliyê nijadî ve hema hema ne mumkin e ku mirov medoparsiyan ji hev veqetîne; lê belê mirov dikare ji aliyê zimanî ve zimanên wan li ser çend beşan dabeş bike.

Ji vegotinên Kurdgalnamekê diyar e ku belavbûna çend hoz û tîreyên kurdên medî yên kevnare roja îroyîn jî berdewam e: “Keyqubad tîreyên Madî ber bi hemû milan û welatan ve belav kirin. Tîreya Partasnî veguhest navçeya qeraxên Deryaya Hezareyê û ew li wir bi cih kirin. Tîreya Bûzê bi fermana wî li navçeya Hemedanê bi cih bû. Tîreya Estrûşatê li navçeya Semerqendê û Xarezmê niştecih bû. Tîreya Arîzantê li Azerbaycanê nişîngeha xwe pêk anî.

Tîreya Bûdiyê ku ji du tîreyên Biraxoyî û Zengeneyê pêk hatibû, ber bi aliyê xwarê rojavayê koç kir û li navçeya Tûran û Mekranê ya ku bi navçeya Sindanê ve hevsaye ye bi cih bûn. Sê tîreyên din ên kurd ku bi navên edreganî, mamilî û kirmanî dihatin nasîn, hatin Mekranê û li wir bi cih bûn.” (r. 63) Wekî mînak devera hoza “Partasnî”yê ji aliyê zanyariyên hevçerx ve nêzikî agehiyên Kurdgalnamekê ne: “Parsua (berê Parsûwaş, Parsûmaş) padîşahiyeke hozdar a kevnare bû (860-600 BZ) ku di navbera Zamûa (berê: Lûlûbî) û Elîpiyê de, li navenda Zagrosê li başûrê rojavayê Sineyê, ango li rojavayê Îranê bûye.”

“Navê ji peyveke kevnare ya aryayî yê tê; li gorî texmînan, bi wateya an jî ye.Bêguman deverên û ji hev cuda ne; ji ber ku devereke din a li başûrê rojhilata Aryayê ye û niha wekî parêzgeha Farsê tê zanîn.

Hinek zanyarî destnîşan dikin ku Teispes (“Çişpiş” li gorî Kurdgalnamekê O.M.), bavê xanedana Hexamendişî, rêberiya vê koçberiyê kiriye; hoza xwe ji Parsavayê kişandiye Persîsê ku berê şûnwarê Dewleta Îlamê bûye û paytextê wê Anşan e. Her wisa devera hoza “Arîzantî”yê jî îro wekî “Aran”ê tê naskirin û landika gelek zimanên aryayî ye: “Arîzantî yek ji şeş hozên Medyaya kevnare ye ku Herodotî behsa wan kiriye (Herodot, 1/101) û ev nav ji nijada esilzade ya Arya-Zantû ya sanskrîtî hatiye girtin.

Kurdgalnamek bi rêbazeke nêzikî dîroknasiya nûjen desthilatdariyên Aryayê wekî “Pîşdadî, Mad û Parsî/Keyanî, Hexamendişî, serdema dagirkeriya Skender û Hindûyan, Eşkanî û Sasanî” pareve dike û taybetmendiyên her serdemê digel navên şahan destnîşan dike:

“Cemşîd damezirînerê dewleta Pîşdadiyan bûye û navên padîşahên vê malbatê bi vî awayî ne: Cemşîd, Epîtan, Ferîdûn, Menûçehr, Tehmasb, Ûştab û Girşasp. Girşasp paşayê dawîn ê zincîra fermanrewatiya binemala Pîşdadî bûye. Piştî mirina wî, welatê Mad û Parsê duçarî bêhêzî û valahiya desthilatê bûye. Sebebê vê jî ew bûye ku ji malbata Pîşdadiyan kesekî layîqî textê seltenetê tunebûye.” (r. 115) “Desteya kurdên madî heta şeş piştan li ser textê selteneta Mad û Parsê fermanrewatî kiriye ku navên wan bi vî awayî ne: Key Qubad, Key Kawus, Tûs ku bi navê “Key Xusro” jî tê nasîn, Ferîbûrz, Keyaksar û Azdiyak.” (r. 54) “Kurîşê Mezin textnişînê pêşîn ê Hexameniyan e. Vê malbata paşayî heta neh piştan fermanrewatî kiriye û navên paşayên wan bi vî awayî ne: Kurîşê Mezin, Kembûcî, Darayê Yekem, Xişayarşayê Yekem, Erdeşêrê Yekem, Xişayarşayê Duyem, Darayê Duyem, Erdeşêrê Duyem û Erdeşêrê Sêyem.” (r. 59) “Dema ku Îskenderê Makedonî selteneta Mad û Parsê anî bin desthilata xwe û li hemberî malbata Hexamenşiyan bi ser ket, Darayê Sêyem ê dawîn paşayê malbata Hexamenşî bû, hevkarî û hevdestên wî ji tirsa paşdevegera Îskenderê Makedonî ew kuştin. Îskenderê Makedonî, piştî dagirkirina welatên rojhilatê, di vegera xwe ya ber bi Yûnanê de, li Babîlê koça dawiyê kir. Bi nebûna mîratgirekî piştî wî, ev selteneta mezin û fireh ket ber destê serleşkerên wî û wan jî ew seltenet di navbera xwe de parve kir. Ev çarenivîs di berjewendiya sîstema Mîr Sîlukus de bû û rojhilata seltenetê ya ku ji Mad, Pars, Tûran, Mekran, Kabilistan û Zabilistanê pêk dihat, para wî ket. Sîlukus seltenet firehtir kir û karîbû deştên derdorê bike bin rikêfa xwe û heta 30 salî bi şikurdarî fermanrewatiyê bike. Her çend piştî wî, neviyên wî nikaribûn vî welatê fireh bi rê ve bibin. Sîlukus di dawîn saetên jiyana xwe de dixwaze biçe Makedonyaya ku niştimanê bav û kalên wî ye; lê di rê de bi destê mirovekî bi navê Kîranos hatiye kuştin. Piştî vê bûyerê Antîyakûs hatiye ser textê bavê xwe û 18 salan fermanrewatî kiriye û piştre koça dawiyê kiriye. Li cihê wî kurê wî Antîyakûsê Duyem bûye paşa û di dema fermanrewatiya wî de Diyudtûsê dadgerê Baxterê serî hildaye û nasnavê <şah>îtiyê li xwe kiriye. Dema ku mîrên Parsê serkeftina dadgerê Baxterê dîtin, liva azayetiyê di laşê wan de hatiye; lewre alaya şoreş û serhildanê hildane. Di netîceyê de ev bûyer bûye sebebê wê yekê ku welatê Eşkanî serî hilde û bê damezirandin.

Piştî koçkirina Antîyakûsê Duyem, fermanrewatiya malbata Sîlukî li Mad û Parsê bêhêz bû, şeq û qelş lê ketin. Di netîceyê de Mîr Eşk, mîrê mezin ê Parsê bingeha fermanrewatiya malbata Eşkanî li Mad û Parsê danî. Cihê balkêşiyê ye ku fermanrewayên malbata Sîlukiyê yûnanî şêl û helwesta dostaniyê bi xelkê Mad û Parsê re domandin û bi dewlemendan re xizmatî pêk anîn. Her wiha mîrên Madiyan li ser pileya bilind danîn û di nava artêşa xwe de xelkê Mad û Parsê kirin serbaz. Lê li gel van tevan jî, xelkê Mad û Parsê xwe ji bin destê wan rizgar kir.” (r. 126-127)

Li berovajî Şahnameyê, vegotinên Kurdgalnamekê yên derbarê xanedana Eşkanî de gelekî dirêj û berfireh in; heta mirov dikare bibêje ku bûyerên vê serdemê û maweya desthilatdariya wan ne kêmî serdema medî û hexameniyan e jî. Dîsan heyama Sasanî jî bi hûrgiliyan hatiye vegotin û ev serdem bi dagirkeriya ereban re qediyaye.

Girê Mirazan (Xirabreşk) wekî perestgeha herî kevnare ya mirovahiyê

Delîlên herî kevn ên berdest çandeke yekgirtî û cihêreng a Kurdistanê nîşan didin; çanda Girê Filan a li devera Amedê vedigere 12 hezar berî niha û wekî niştingeha herî kevnare ya devera Mezra Botan tê hesibandin. Li gorî daneyên ku arkeologan derxistine holê, li bakurê Mezopotamyayê wargeha herî kevnare ji Girê Filan dest pê kiriye; piştî vê wargehê çend deverên başûrî yên wekî şkeftên Newala Çorî û Hîlarê tên. Her wiha li bakurê Girê Filan jî li Girê Kortik, Girê Embarê û Kendalê Hecalan wargehên mirovan hene û heta roja îroyîn jiyan li wan deran berdewam dike; ji analîzên zanistî dixuye ku hewza jorîn a Çemê Embarê ji 10 hezar sal beriya zayînê û vir ve wargeheke dişibihe çanda Girê Mirazan. Di kolandinên li Girê Fila de 2687 berhem û keresteyên wekî cûnî, peykerên mirov û ajelan hatine dîtin ku ji kevirên kilsîn hatine hilberandin; her wiha vedîtinên berdest diçespînin ku jiyana berî bikaranîna kaxetîtan li vê derê dest pê kiriye, hem dîroka qadên jiyanê yên ayînî û civakî yên vê serdemê vedigerin heyamên gelekî dêrîn hem jî şopên jiyana civakên Serdema Neolîtîk tê de dixuyin.

Îcar sala 2019an nûçeyên li ser vedîtina şûnwareke dîrokî bala cîhanê kêşan; dihate gotin ku li Girê Mirazan (Xirabreşk) di encama kolanê de perestgeha yekemîn a mirovahiyê hatiye vedîtin ku dîroka wê vedigere 11 hezar sal berî niha û wek perestgeha kevintirîn mirovahiyê tê naskirin. Perestgeh ji çendîn kêlên mezin pêk tê ku li ser van keviran wêneyên çendîn ajelên xişok, beraz û ajelên din xuya dikin û giraniya her yek ji van kêlan di navbera 6-10 tonan de ye. Li vê navçeyê 16 perestgehên din jî hene ku pêwîstiya wan bi 50 salên lêkolîn û pişkinînê heye. Girê Mirazan 18 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Ruhayê ye û dîroka vî gundî vedigere 12 hezar salî ku ji Serdema Neolîtîk maye.

Tê gotin ku Girê Mirazan yek ji warên nîştecîbûnê yên herî kevn e û perestgeha yekemîn li vê derê peyda bûye. Bilindahiya Girê Mirazan bi qasî 15 mêtroyan e û li ser rûbereke 300 mêtro çargoşeyan ava bûye. li vir nêzîkî 20 perestgehên çargoşe, peykerên mirovan, stûnên bi şêwazê “T”yê û fîgurên ajalên kedîkirî hatine peydakirin ku bejna wan di navbera 3 heta 6 mêtroyan û giraniya wan jî di navbera 40 heta 60 tonî de ye.

Birastî dîroka kolana vê şûnwarê vedigere sala 1963an û heta sala 2014an bi pêşengiya arkeologê alman Klaus Schimdt dihate meşandin. Piştre gelek sazî, dezgehên pispor û zanîngehan vedîtinên arkeolojîk berdewam kirin û ev şûnwara dîrokî derxistin ber ronahiyê; Schmidtî hê wê çaxê digot ku vedîtinên Girê Mirazan dikarin ji nû ve nivîsandina dîroka şaristaniyê pêwist bikin û bersivê bidin pirsa “çima mirovan dest bi çandiniyê kir û akincih bûn?”. Amûrên kevirîn û vedîtinên din ên ku Schmidt û ekîba wî li şûnwarê dîtin, destnîşan dikir ku avahiyên jîngehê ji hêla civakên nêçîrvan-berhevkar ve hatine çêkirin; bi deh hezaran hestiyên heywanan ên ku vedîtî ayidî ajelên kovî bûn û tu delîleke reşandina dexl û rehekên din tunebûn. Schmidt di wê baweriyê de bû ku ev nêçîrvan 11 hezar û 500 sal berê hatine cem hev û stûnên bi şêwazê Tyê bi amûrên kevirîn çikandine. Her çiqas sala 2014an Schmidt miribe û dawiya vedîtinan nedîtibe jî, xebata arkeolojîk a li Girê Mirazan eleqeya gerdûnî ya ji bo serdema neolîtîkê zêde kir; di van çend salên dawîn de xuya dike ku şiroveyên destpêkê yên Schmidtî berovajî bûne. Ji ber ku arkeologên piştî Schmidtî qada xebatê kûrtir vekolan û gihiştin hinek xaniyanku bi qasî çend mêtroyan li jêra perestgehê bûne. Ev vedîtin dihate wê wateyê divê nivîsandina serdema pêşdîrokî ji nû ve bê şirovekirin. Êdî Girê Mirazan ne tenê perestgeheke serbixwe bû ku mirov ji bo ayînên taybet li hev kom dibûn; ew şûnwara gundekî mezin û pêşkeftî bû û di navenda wê de avahiyên taybet jî hebûn. Li ser gir bîreke mezin a ji bo dabînkirina avê û kanalên ku ji bo berhevkirina ava baranê jî derketin holê; her wiha bi hezaran amûrên hêrandina gênim, amûrên pehtina pişrûkê û meyandina meyê hatibûn vedîtin. Ev şûnwarê bêhempa û taybet niştingeheke kemilî ya jiyana dayimî bû; vedîtina wê ne tenê raman û têgihiştinên arkeologan guherand, lê rojeva dîrok û arkeolojiyê jî serobino kir.

Dîroka çanda Girê Mirazan a li devera Rihayê vedigere Serdema Neolîtîkê ya berî çêkirina kaxetîtan (qonaxa herî pêşîn a serdema neolîtîkê) û li nêzikî wî girî bi qasî 11 girikên girîng jî hatine vedîtin ku herî navdarê wan Girê Keçel (Qûçê Keçel) e; ev wargehê ku roja îroyîn jî mirovên kurd lê dijîn di navbera 9600-7000 BZ de hatine avakirin. Divê bê gotin ku Serdema Neolîtîk a berî çêkirina kaxetîtan (Serdema Qeşayê ya dawîn) dest pê kiriye; hem li başûrê rojavaya Asyayê hem jî li cîhanê “destpêka jiyana gundan”, ango yekem jîngehên mirovan ên mayinde derketine holê. Gundên vê serdemê ji komên xaniyên kevirîn an jî kerpîçî û carinan jî ji avahiyên pîroz ên civakî pêk dihatin. Dema ku van salên dawîn Girê Mirazan hate vedîtin, derbarê naverok û giringiya vî wargehî de Nicholas Birch/rojnamevanê Guardianê wiha digot: “Li gorî Stonehenge, ew karên sivik in. Stûnên bi şêwazê tîpa Tyê du kevirên pênc metreyî ne ku herî kêm bi qasî mêtroyekê ji hevtayên xwe yên mayîn bilindtir in. Tiştê ku wan balkêş dike, rolyefên wan ên beraz, rovî, şêr, çivîk, mar û dûpişkan û temenê wan e. Dîroka van keviran hema hema vedigere 9500 BZ; ev jî tê wê wateyê ku bi qasî 5500 salî ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7000 salî jî ji Stonehenge kevntir in. Ji aliyekî din ve arkeologê kurd Cemal Ozçelik balê dikêşe ser rola wî ya qalibşikên û wiha berdewamiyê dide gotebêja xwe ya ligel Jînda Zeydanliogluyê: “Kompleksa perestgehan a ku li Girê Mirazan derket holê fikir û ramana skolastîk a ku di warê arkeolojîyê de serdest e, hejand; derfeta nefes û geşepêdanê da wê.

Lê divê Girê Mirazan surpîrîz nebûya. Jixwe dihat hîskirin ku di navbera serdemên Paleolîtîka jor û Neolîtîk de valahîyek heye. Divê bihata hesabkirin ku ev serdem di cihekî de veşartî maye. Di vê çarçoveyê de Girê Mirazan ne mînaka yekem û ne jî ya dawîn e. Ger em tarîxê ji cihekî bidin destpêkirin, em ê rêya skolastîkbûna ramanê vekin. Divê em ji vedîtinên nû yên ku nêrîn û asoyê berfirehtir bikin re amade bin. Ji bo arkeolojîya dinyayê cihekî vê derê yê taybet jî ev e: Girê Mirazan tenê ne kultura herêmê ye, di heman demê de xalek wenda ya tarîxa mirovahîyê ye û lêkolînên ronîker ên vê derê dê bibe alîkar da ku em kultura dinyayê jî baştir fêm bikin.

Di çarçoveya çavkaniyên înternetî da kurdên derveyî Kurdistanê

Êdî înternet û zanyariyên înternetî jî bûne beşeke çavkaniyên mirovahiyê; divê neteweyeke di rewşa kurdan de jî sûd ji wan agehiyan wergire, derbarê xwe û doraliya xwe de bigihêje hinek qinaetan. Ji aliyekî din ve, îro beşeke kurdan nikare bi awayekî fermî serjimariyekê pêk bîne; li gorî wê serjimariyê pêşbîniyekê bike, plansaziyekê ji civaka xwe re dayne û budçeyeke salane amade bike. Her wiha jiyana li cîhanê ne gul û gulistan e; bi hezaran nexweşî, karesat, aloziyên civakî, karesatên xwezayî, huqûq û bêhuqûqiyên navxweyî-navneteweyî diqewimin ku divê di destê kurdan de îstatîstîkên texmînî hebin ku bikaribin bi pirsgirêkan re rû bi rû bibin. Ji ber vê pêwistiyê me hewl da ku em di çarçoveya çavkaniyên înternetî da rewşa kurdên li derveyî Kurdistanê bi qasî serê derziyekê be jî ronî bikin. Di bin vî sernavî de em ê awireke giştî li serjimarî û erdnîgariya belavbûna kurdên koçber bigerînîn; zanyariyên berdest ên derbarê nasname, dîrok, çand û zimanê kurdên li Afrîka, Rojhilata Navîn, welatên Kendavê, Hindistan, Efxanistan, Awistralya, Zelandaya Nû, Asyaya Dûr, Asyaya Navîn, Rûsya, Balkan, Ewropa û Amerîkayê de binirxînin. Her wiha derheqa asta çalakbûna zimanê kurdî ya li van deveran de hinek zanyariyan pareve bikin û wêneyekî giştî bidin ber çavên kurdan ku li ser van agehiyên destpêkî ber bi lêkolîn û hînbûnên kûrtir bimeşin.

Kurdên Misir û Sûdanê

Ji heyama Silhedînê Eyûbî ve kurd li Sûdanê bi cih bûne; navendên wan bajarên wekî El-Qedarîf û Kurdofan in ku piraniya wan karsaz û bazirgan e, gelekên wan bi paşnava “El-Kurdî” tên naskirin û derbarê serjimariya wan de qala 100 hezar kesî tê kirin. Li paytext El-Xertûmê hinek komeleyên wan ên xêrxwaziyê û çandî hene; demekê xwendingeheke bi navê Zanîngeha Hacî Elî el-Kurdî jî li El-Qedarîfê hebûye, bi xêrxwaziya gel ve hatiye rêvebirin ku niha hilweşiyaye. Rewşenbîrê kurdnijad ê sûdanî Evdilah Hesen El-Kurdî di dîwana xwe ya helbestan de rexneya desthilatdarên pêşîn ên Komara Tirkiye kiriye ku kurd ji ezmûnên komkujî û sitemkariyê re derbas kirine. Li gorî lêkolînên Cewher Celal Weso, kurdnijadên sûdanî pesna kurdbûna xwe didin, li hemberî kêşeyên kurdî hestiyar in, bûyeran dişopînin, hinekên wan cil û bergên kurdî ji xwe re peyda dikin, hewl didin ku bi kurdên Kurdistanê re pêwendiyan girêdin; lê mixabin qabîliyetên xwe yên zimanî bi tevahî winda kirine.

Dîroka kurdan a ligel Misirê gelekî kevnar e; pêwendiyên zewacê yên di navbera desthilatdarên kurdan û firewnên misrî de bûye mijara gelek lêkolînan. Di serdema navîn û dîroka nêzîk de jî kurdan du caran Misir ji nû ve ava kiriye; ji xwe bûyerên serdema Silhedînê Eyûbî û Mihemed Elî Paşayê Amedî ji aliyê dîroknasên misrî û cîhanî ve bi hûrgilî hatiye ronîkirin ku ne mijara vê gotarê ye. Nivîskara kurd a misrî Duriyeya Ewnî di berhema xwe ya bi navê “Ji Serdemên Kevn Heta Niha Kurdên Misirê” de qala gelheya kurdan a li Asyût, Ed-Deqlehiye, El-Xerbiyye û Kefr’uş-Şeyxê dike ku hejmareke ne kêm e. Li gorî xebata wê ya meydanî serjimariya gundên El-Ekrad û Cezîret’ul-Ekrada parêzgeha Asyûtê bi qasî 7 hezarî ye (2016); li gundê Cezîret’ul-Ekradê komeleyeke ciwanan heye. Niştecihên gundê El-Ekradê serdema Eyûbiyan çûne wir; malbatên wekî Şêx, Bedehlî, Cerabi’, Remhe û Reyis (bereyên wê: Mekî, Mehmûd, Îsmayîl, Hesen, Elî, Heseneyn, Hesen Yûsif) lê dijîn û bi qasî 6-7 generalên leşkerî jê derketine. Serjimariya gundê Meyt’ul-Ekrad a bi ser bajarokê El-Mensûreyê yê parêzgeha Ed-Deqlehiyeyê ve jî 7 hezar e (2016). Heçî ku bajarokên El-Kurdî û Kefr’ul-Kurdî yên bi ser parêzgeha Ed-Deqlehiyeyê ve ne, gelekî giran in û serjimariya wan bêhtirî 50 hezarî ye (2001); bi qasî 10 general û 8 zanyarên naskirî jê derketine. Li gundê Kefru Kurdî yê bi ser El-Qelyûbiyeyê ve tenê du malbatên kurd El-Kurdî û Abidîn nîvê gelheyê pêk tînin; li gorî kurdên Misirê yên din gelekî zengîn in û komeleyeke wan a ciwanan jî heye. Li nêzîkî Qahîreya paytext gundên çandiyar ên Menşeet’ul-Kurdî û Izbet’ul-Kurdî jî hene ku % 20ê serjimariyê kurd in; her wiha li parêzgeha Kefr’uş-Şeyxê jî gundekî bi navê El-Kurdî (li devera Qelînê) heye.

Her çiqas kurdên Misirê zimanê xwe yê kurdî winda kiribin jî, nasnameya xwe ya kurdî parastine; di piraniya berhemên wêjeyî, hunerî û endazyarî de mora wan heye. Ji aliyekî din ve xwedîtî li gelek çalakiyên kurdan kirine, berhemên li ser kurdan wergerandine, forûm-konferansên li ser pirsgirêkên kurdan li dar xistine; tiştê herî girîng wan çapxaneya kurdan a pêşîn ava kiriye, xwedîtî li rojnameya Kurdistanê kiriye û -ji heyama Silhedînê Eyûbî heta roja îroyîn- komkujiyên ereban û biyaniyan ên li dijî gelê kurd ji aliyê gel û dewleta Misirê ve dane rawestandin.

Kurdên Lîbya, Tûnis, Cezayîr û Fasê

Devera Fîzanê ya Lîbyayê tarawgeha mixalifên Dewleta Osmanî bû û bêguman kurdan jî para xwe jê girtibû. Ji bilî malbata Bedirxan Begî (170 kes), sirgûnkirina bi qasî 100-200 malbatên kurdên hemawendî û hinek niştecihên rojavayê Kurdistanê bi belgeyan destnîşankirî ne. Piraniya van kurdan li Misrata, Sirt, Bingazî, El-Beyda, Trablûsê niştecih in û paşnavên wan “El-Kurdî” ye ku hunermend Semîr El-Kurdî jî yek ji wan e. Her çiqas serjimariya wan bi qasî 230 malbatî hebe jî, tu çalakiyeke wan a zimanî û çandî tuneye; lê belê di nava wan de hinek xisletên wekî “dadwerî, duristî, tevgera baş,bazirganiya bê dek û dolab, berxwedana li dijî neyarê biyanî, wêrekî û alîgiriya bindestan” li seranserî welêt navdar e.

Dr. Zirar Sedîq Tewfîq di berhema xwe ya bi navê “Ferhenga Hoz û Pêşengên Kurdan di Serdema Navîn de” diyar dike ku du hozên kurd derdora sala 1260î derbasî nava sînorên Dewleta Muwehîdan a berberiyan bûne. Li gorî lêkolîneke berfireh a Dr. Zirarî, hozên Bapîrî û Lawînî sala 1258an ji ber êrişên tataran ji Şehrezorê reviyane Heleba eyûbiyan. Her çiqas neviyê Silhedînê Eyûbî (Mîr Nasir Yûsif) bi hatina wan kêfxweş bûbe jî, şehrezoriyan bi hevrikên wî yên kolemend (memlûkan) re pêwendî girêdane; Mîrê Memlûkan Baybars bi wan re li hev kiriye, keçeke wan li xwe mehr kiriye û piştî ku bûye sultan jî keça şehrezorî berdaye. Piştî vê bûyerê şehrezoriyan bi fatimiyan re li hev kiriye ku memlûkiyan ji desthilatdariyê daxînin; lê ev plana wan têk çûye û rastî komkujiyekê hatine. Komên bapîrî û lawînî yên ku ji destê memlûkiyan rizgar bûne, berê xwe daye Dewleta Muwehîdan a ku ji Fasê heta Lîbyayê desthilatdar bû. Siltan Umer Murtedayê Muwehidî li Merakişê wan baş pêşwazî dike, meqamên bilind dide wan û erdekî li wan belav dike. Piştî têkçûna vê dewletê ya sala 1269an rewşa wan xera dibe; hinek ber bi Morîtanyayê, hinek ber bi Benû Zebanên Cezayirê û hinek jî ber bi Benû Hefsên Tûnisê ve diçin. Ji vê zanyariya kurtkirî xuya dibe ku kurd ji aliyê bakurê Afrîqayê ve gihîştine sînorê dawîn ê ereban; lê dibe ku di heyama Dewleta Muwehîdan de derbasî Îspanyayê jî bûbin. Ji ber ku di wê serdemê de beşeke Îspanyayê (Endelûs) jî di destê wê dewletê de bû û beriya şehrezoriyan hunermendê bi navê Ziryab (sedsala 9an) derbasî wir bûbû.

Li gorî agehiyên berdest û berbelav, kurdan di navbera salên 1960-1980î de welatên bakurê Afrîqayê yên Lîbya, Tûnis, Cezayîr û Fasê wekî pêgeheke derbasbûna Ewropayê bi kar dianîn; bi vê riyê gelek endamên rêxistinên bakur, başûr, rojhilat û rojavaya Kurdistanê bi ser rêxistinên filistînî û çepgirên ereb re derbasî Ewropayê dibûn; her wiha li van welatan ofîsên wan ên nefermî hebûn û wan dikaribû bi salan li wan deran biêwirin. Cihê dilxweşiyê ye ku van demên dawîn muzîka kurdî di navbera hunermendên tûnisî, cezayirî û fasî de navdar e; ji bo danasîna zimanê kurdî û çalakkirina vê meyla hunerî ev jî derfeteke alîkar e.

Kurdên Urdun û Filistînê

Ji heyama Silhedînê Eyûbî ve (sedsala 12an) beşeke kurdan li Urdunê akincih e û li gorî texmînan îro di navbera 100-200 hezar kurdên urdunî hene. Di nava kurdên Urdunê de hevgirtineke çandî ya xurt heye; Newroz û hinek kevneşopiyên kurdan berdewam dikin û heta roja îroyîn jî bi kurdiyeke şkestî diaxivin. Li Emana paytext, Ez-Zerqa, Er-Resîfe, El-Eqebe, El-Kerek, Cereş, Eyn Cenna, Irbid, Dêr Ebî Se’d, Cinên, Es-Safa, Tîbe, El-Menşiyyeh, Eş-Şûneya Bakurî, Sumur, ‘Emrawe, Er-Remsa, El-Cihêfeh, Es-Sarîh, Sal, Wadî’r-Reyyan, Es-Selet hemû paşnavên han aydî malbatên kurdan in: Seydo Kurdî, Wanlî, Zaza, Kurdî, Berazî, Kurd Elî, Baban, Bezazo, Cum’e Eyûbî, Bedirxan, Birûsk, Îzolî, Ebû Resûl, Axa Zaza, Se’dûn, Xidir Kurdî, Şiheymat, Elîko, Mardînî, Şêxanî, Siwêrekî, Ebû Şerîf, Xan.

Divê bê zanîn ku li gorî kurdnijadên Filistînê kurdên Urdunê gelekî jîr û çalak in; komeleyên wan ên çandî (Komelaya Çandî ya Silhedînê Eyûbî) û temsîlkarên wan ên di Parlamentoya Urdunê de hene. Her çiqas serjimariya wan ji yên Filistînê kêmtir be jî rola wan a civakî pir xurt e, pêwendiyên wan bi kurdên derveyî Urdunê re heye. Bêguman di heyama êrişên xaçperestan de kurdên eyûbî roleke girîng lîstibû, Mîrgeha El-Kerekê ya Eyûbî ji aliyê Qral Nasir Dawidê Eyûbî ve hatibû damezrandin (1229); her wiha Qiraliyeta Haşîmî ya Urdunê jî bi alîkariya kurdan a xurt (1920) li ser heman sînorên eyûbiyan hatibû damezrandin ku vê yekê rola wan a civakî-siyasî heta radeyekê parastibû.

Li gorî zanyariyên Ajansa Nûçe û Zanyariyan a Filistînê (WAFA), navên hoz û malbatên kurdên Filistînê di “Belgenameya Malbata Eyûbî ya Mezin” a sala 1946an de hatine tomarkirin; piraniya wan li bajarê El-Xelîlê niştecih in, lê beşek jî li bajarên din belav bûne. Nêzîkî nîvê niştecihên El-Xelîlê kurd in û navên hozên wan wiha ne: 1. Ebû Xelef 2. Salah 3.Heşelmon 4. Teblet 5. Cuweylis 6. Beytar 7. Zelûm 8. Hirêz 9. Ribeyhî 10. Bereda’î 11.Ehmero 12. Cibrînî 13. Mihêsin 14. Ebû Ze’rûr 15. ‘Er’er 16. Sihyon 17. Hezîn 18. Burqan 19.Sidir 20. Tîreya Salim/Mereqe 21. Mehlûs 22. Riwêşid 23. Bû’l-Helawe 24. Heşîm 25. Mit’eb 26. Qifîşe. Îro beşeke van eşîran li Cinên, Nablis, Quds, Yafa, Misir û Urdunê dijî.

Ji bilî van hozan jî, malbatên wekî Îmam (nifşa wî gelek sedsalan melatiya Mizgefta Qudsê kiriye), Alê Seyf (desthilatdarên Trablûsê yên çend sedsalan), Alê Ze’rûr (li Quds û El-Xelîlê), Dar’ul-Mulla (malbata Mele li Nasirayê), Alê Mûsa û Alê Îsa (binemala serdarên Trablûs û Ekayê, sedsala 16an), Alê Qeymerî (Qeymer welatekî di navbera Xelat û Mûsilê de ye, ev malbat bi Silhedîn re hatiye û li El-Xelîlê ye).

Malbatên Qudsê yên kurd: Ebû Lutf, Kurd, Kurdî, Bestamî, Elîko; yên eyûbî: Sayih, Ebû Xelyûn, Eka, Qifîşe, Xurab, Ebû Himêd, Eyûbî, Hezîn, Sidir, Mereqe, Elûş, Cibrînî, Bereda’î,Ferah, Imhêsin, Mit’eb, Zelûm, Hirêz, Esêle. Ji bilî van hoz û malbatan gelek gundên taybet bi kurdan li tevahiya Filistînê hene.

Di zanyariyên WAFAyê de xuya dibe ku bi dehan gundên kurdan û akincihên wan ên kurd hene; di belgeyên fermî de kurdbûna wan ji paşnavên wan diyar e û beşeke wan jî derbasî cem kurdên Urdunê bûne ku navên şûnwarên wan ên li wê derê jî hatine nîşandan.

Li gorî serjimariya sala 2016an a Filistînê hejmara niştecihên bajarê El-Xelîlê bêhtirî 215 hezar kesî ye û ev zanyarî nîşan dide ku tenê li vî bajarî herî kêm 100 hezar kurdnijad dijîn ku serjimariya bajarê Bazîdê ya îroyîn jê kêmtir e. Heta niha di nava kurdên Filistînê de tu çalakiyeke zimanî nehatiye tomarkirin û îcar ev jî delîla wê yekê ye ku ji bilî perwerdehiya bi zimanê kurdî parastina nasnameya wan hema hema ne pêkan e. Ji aliyekî din ve, sala 2016an li ser kanalên televîzyonî yên kurdan nûçeyeke gelekî balkêş hate belavkirin ku keçeke filistînî ya kor (bi navê Hesna Umer) bi riya bihîstina televîzyonên kurdî û hevalbendiya kurdan a li ser medyaya civakî fêrî kurdî bûye, dikare bi kurdî biaxive jî; ev jî delîla wê yekê ye ku bandora bihîstina zimanekî ji bo hînbûnê pir girîng e.

Kurdên Lubnanê

Ji lêkolîneke Azad Agir a bi navê “Kurtenêrînek li ser kurdên Lubnanê” xuya dibe ku kurd di du serdemên cuda de li Lubnanê bi cih bûne. Di serdema eyûbiyan de wekî fermandar û mîran gihiştine deverê; piraniya wan ji deverên Amed, Mêrdîn û Botanê ne. Ev pêla pêşîn ji sedsala 12an a heyama eyûbiyan dest pê kiriye; ji ber berdewamiya êrişên xaçperestan heta sedsala 17an kişandiye. Di vê maweyê de kurdên bicihbûyî pêşiya pêşîn ji eyûbiyan re û piştre ji kolemendên Misirê (memlûkî) re xizmetên payebilind gerandine. Pêla duyem jî ji salên 1920î dest pê dike û heta roja îroyîn tê; kurdên ku di serhildanên li dijî Komara Tirkiyayê de têk çûne, reviyane Lubnanê û ji vir karên rêxistinî-rewşenbîrî-dîplomatîk meşandine. Rêxistina Xoybûnê li vir hatiye damezrandin; gelek rojname û weşan li vir hatine çapkirin, her wiha tevahiya rêxistinên kurdan ên siyasî-çekdarî ji bingeha kurdên Lubnanê sûd wergirtiye. Îro serjimariya kurdên Lubnanê (sunî, şiî û durzî) nêzikî 200 hezar kesî tê texmîn kirin. Hozên navdar ên ku ji mêj ve welatiyên Lubnanê ne, bi paşnavên xwe û şûnwarên xwe tên naskirin: Alê Seyfa (bereyên wê: Alê Şihab û Alê Xidir Axa) li Trablusê niştecih e, ji eyûbiyan heta osmaniyan wekî fermandar û mîr jiyane.

Alê Şebaro û Alê Kureydiye (bereyên wan: Alê Fersex, Mesalixî Ilwan, Tuwêcirî, Keşlî) ji heyama eyûbiyan ve akincihên Beyrûtê ne; li ser taxên wekî Îşrafiye, Zuqaqu Bulat, Eyn’ul-Merîse, Menare, Rewşe, Re’s’un-Neb’eh, Mezre’eh, Eyn’ut-Tîneh belav bûne. Alê Fedl (wekî Şêxên Se’bîn jî navdar in) ji heyama eyûbiyan ve li bajarokê En-Nebtiyye û Çiyayê Amil ên li başûrê Lubnanê niştecih in. Alê Mur’ib (wekî El-Mera’ibeh navdar in) bereyeke hoza Reşwan a Efrînê ye ku wekî mîrên devera Ekayê gihiştine Lubnanê. Alê Bayram Kurd Axa jî wekî fermandarên leşkerî yên heyama osmaniyan li devera Werdaniyeyê ya bajarokê Eş-Şûfê (li başûrê Lubnanê) bi cih bûye.

Ev hozên navbihurî gişt sunî ne û tenê hozeke kurd a şiî li Lubnanê heye ku gelek bereyên wê peyda bûne. Hemawendên Çemçemal, Kerkûk û Barzanê heyama eyûbiyan wekî fermandar hatine wir û bereyên wan wiha ne: Hemoyî an jî Bin Hemiyyeh (malbatên Hemo, Yaxî, Elî, El-Hac, Feyyad, Hemze, Ebû Ehmed Kenc, Qasim, Mihemed Hesen, Yûnis, Ebû Yûnis, El-Hac Huseyn) û Alê Mişîk (malbatên Cesar, Şewk, El-Cemel, El-Hac Ehmed, Sabra, Ebû Xelîl, Mişeymiş, El-Etat, Eyûb, Ed-Deyqe, Cerahlî). Bereyên Hemoyî û Alê Mişîk li Geliyê Bîqa’ê yê rojavaya Be’elbekê, li Şemstara başûrê Lubnanê, li gund û çandingehên Beyt Mişîkê, Es-Se’îdeyê, li Ekar û Çiyayê Lubnanê yê li bakurê Lubnanê, li taxên Beyrûtê yên Leylekî, Sahra’uş-Şuweyfat, El-Cenah, El-Burc’ur-Racineyê akincih in.

Gelek kurdên durzî (durustî) li Lubnanê akincih in û herî navdarên wan Me’enî, Canpoladî û Amêdî ne. Me’enî ji binemala Me’enê kurê Rebî’eyê Eyûbî di sedsala 16an de ji rojhilat û rojavayê Kurdistanê hatine devera Şûfê ya Çiyayê Lubnanê. Van mîrên eyûbî yên durzî demekê li tevahiya Lubnanê û hinek beşên Sûriya, Filistîn û Urdunê serwerî kiriye; mîrên wan ên herî navdar Mîr Qorqmaz, Mîr Fexredîn I, Mîr Fexredîn II û mîrê dawîn Ehmedê Milhem in. Alê Canpolad ji binemala Mîr Canpoladê kurê Qasim Beg k. Ehmed Beg k. Cemal Beg k. Ereb Beg k. Mendeyê Eyûbî ye ku ji Cizîra Botan daketiye rojavayê Kurdistanê; heyama osmaniyan li Hema, Me’erret’un-Nu’man û Kilîsê walîtî kiriye, li dijî osmaniyan şoreşeke nivcomayî li dar xistiye û piştî têkçûnê vekişiyaye Çiyayê Lubnanê.

Siyasetmedar û rewşenbîrên bi paşnava Canpolad ji vê malbata durzî ne. Alê Amêdî jî ji binemala Şêx Amêdî ye ku ji bajarê Amêdê yê başûrê Kurdistanê daketine Lubnanê. Hinek bereyên vê hozê bûne fileyên maronî û piraniya wan li gundên wekî Mertahûn û Barok ên li Çiyayê Lubnanê niştecih in.

Lêkolînera Navenda Lêkolînî ya Koçberên Lubnanê Guita G. Hauranî di xebateke xwe ya meydanî de diyar dike ku ji bilî van hoz, tîre û bereyên kevnar gelek koçberên nû jî li Lubnanê dijîn. Li gorî vê xebata wê ya meydanî, ji aliyê axaftina kurdî ve kurdên Lubnanê li ser du beşan leva dibin: Kurd (kurmanc) û Mihelemî (erebên kurdbûyî an jî erebên Kurdistanê). Wekî ku di destpêkê de jî hate gotin, ji ber sedema hebûna hinek xebatên

zimanî-çandî û çûn-hatina kurdên rewşenbîr kurdên Lubnanê ziman û nasnameya xwe parastine; ji aliyê hişmendiya siyasî ve ji kurdên Sûdan, Misir, Lîbya û Urdunê gelekî pêşdetir in. Wekî nimûne di sala 1960î de Partiya Demokrat a Kurdî-Lubnan (KDP-L) bi serokatiya Cemîl Miho hatiye avakirin û sala 1970yî wekî partiyeke fermî xebatên xwe meşandine.

Kurdên durzî yên Sûriya, Urdun, Lubnan, Îsraîl û Filistînê

Kurdên durzî hene û rastiyeke piştrastkirî ye ku xanedana Canpolad (a rêveberên Kilîsê) çend caran li dijî Dewleta Osmanî şoreş li dar xistine; heta roja îroyîn jî binemala Canpolad a li Lubnanê hertim qala kurdbûna xwe, warê xwe yê li Kilîsê, şerên bav û kalên xwe yên ji bo bawerî û xaka xwe kiriye. Ji bo zelalkirina mijarê divê mirov hinekî qala reh û rîşeyên ayîna durzîtiyê bike ku mijar baş zelal bibe. Li gorî ansîklopediya Britannicayê “derbarê derketina ayîna durzîtiyê de gengeşe hene. Pêşengê wan ê pêşîn kesekî bi navê Hemze k. Elî k. Ehmedê Zozanî ye; bi belavbûna ayînê re rikeberiya li ser pêşengiyê dikeve navbera wî û şagirtekî wî yê bi navê Mihemedê Derezî. Her çiqas Zozanî bi pêşengiya wî qayîl bibe jî, Derezî şevekê ji nişkê ve winda dibe û şik diçe Zozaniyî ku ew dabe kuştin; lê belê hevrêyên wî tevgera wî berdewam dikin û bi navê wî tên naskirin.Îcar divê mirov hinekî li ser van kesayetan û heyama wan jî raweste ku bigihêje hinek qinaetan. Hemze k. Elî k. Ehmedê Zozanî sofî û zanayekî heyama samaniyan e û xelqê devera Zozanê ya Xorasanê ye; di sala 1014an 1016 de hatiye Misira fatimiyan û ji seranserî cîhanê komeke zana û rêberan kom kiriye ku tevgera Yekîtiyê (Tewhîd) saz bike.

Derbarê jiyana Derezî de zanyariyên berdest kêm in; lê belê gelek çavkanî diyar dikin ku ew li Buxarayê ji dayîk bûye û paşnava wî ya Derezî jî ji peyva “terzî”yê tê. Derezî sala 1015an (an jî 1017an) çûye Qahîreyê; li wir beşdarî tevgera nû ya durziyan bûye. Gelo durzîtî çito bawerî ye? Divê bê zanîn ku “ayîneke rojavayê Asyayê ye, yekxwedayî (monoteîst) yê û pêxemberê Medyenê Şueyb wekî bavê nijadî, damezrînerê ruhî û serekê pêxemberan dibîne”. Ji van zanyariyên destpêkî xuya ye ku peyvên “Zozan”, “terzî”, “Medyen” pêwendiyekê bi kurdan re girêdidin. Îro li nêzîkî bajarê Heranê (Riha) “bajarê kevnare yê pêxember Şueyb” heye ku li gorî baweriya gelêrî şûnwarê wî pêxemberî bûye.

Mixabin heta niha li ser mijara pêxember Şueyb, Medyen û têkiliya wî ya bi kurdan re xebatên kûr nehatine kirin; lewre em derbarê mijara rehên ayînê de ewqas agehiyan didin û derbasî dîroka nêzîk dibin.

Nivîskar û lêkolînerê kurd Awê Balî di gotara xwe ya bi sernavê “Gelê Dursî” de zanyariyên gelekî berfireh tomar dike: “Di nava durziyên kurd de xanedana Canpoladan hertim serkêşî kiriye. Binyada vê malbatê digihêje Hisênê Canpolad ku di dema osmaniyan de waliyê Kilîsê bûye; di şerê îranî-osmanî yê sala 1605an de artêşa osmanî nêzîkî Urmiyê têk diçe, Şah Ebas Tewrêz û Rewanê ji destê osmaniyan derdixe. Îcar hêza Hisênê Canpolad a ku divê alîkariya osmaniyan bikira, dereng digihêje hawarê; ji ber vê yekê, ew li ciyê ku gihîştibû artêşa osmanî tê daliqandin. Birayên Hisênê Canpolad û biraziyê wî Eliyê Canpolad ji bo heyfa Mîr Hisên êrîşî Helebê dikin, artêşa osmanî bi kuştin û qewartinê ji Helebê diavêjin. Eliyê Canpolad bi artêşeke 30 hezar leşkerî sincaqên Dîlok, Kilîs, Riha û Helebê dike bin bandora xwe. Osmanî dixwazin Eliyê Canpolad bikin walî; lê ew walîtiyê qebul nake û dixwaze dewleteke kurdan a serbixwe damezirîne. Lewre bi artêşeke rêkxistî û alîkariya hêzên kurdan ên li bajarê Trablusşamê êrîşî ser bajarê Şamê dike, di demeke kurt de Şamê jî bi ser sînorên mîrgeha xwe ve berdide. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de durziyan jî wekî ereban li dijî osmaniyan şer kiriye û ji wan veqetiyane (1918); sala 1921an jî bi alîkariya Fransayê “Mîrgeha Çiyayê Durzî ya Xweser” damezrandiye, heta sala 1936an hebûna xwe parastiye û ji wê demê şun de erdnîgariya wan di navbera Lubnan û Sûriyayê de hatiye dabeşkirin. Piraniya durziyan ji aliyê zimanî ve hatibin bişaftin jî, wan hebûna xwe bi kevneşopiyên xwe yên ayînî ve parastiye.Her wiha rengên kesk, sor û zer di alaya xwe ya dîrokî de bi cih kirine.

Li gorî Samî Siweyd, di van demên dawîn de serjimariya durziyan a li cîhanê gihîştiye 2 milyon kesî (2015); ji bilî welatên Sûriya, Urdun, Lubnan, Îsraîl û Filistînê li welatên Ewropa, Amerîka û Awistralyayê jî belav bûne.

Kurdên Hicaz û Yemenê

Ji aliyê dîrokî ve Dewleta Eyûbî beşdarî rêveberiya Hicazê nebûye, serwerî ji haşimiyên Qureyşê re hiştiye û çendek cureyên bacan ji wan nestandiye.

Her wiha di çavkaniyên berdest de zanyariyên hozên kurd ên ku li Hicazê (an jî Erebistana Siûdî) bi cih bûne tunene; lê belê çavkaniyên erebî behsa hinek kesayet û malbatên kurdan dikin ku li Hicazê rolên gelekî girîng lîstine, xizmetên hêja ji ayîna îslamê re kirine.

Ji aliyekî din ve eyûbiyan di navebera salên 1174-1229an de bi qasî 55 salan li Yemenê serwerî kiriye û di vê maweyê de 5 mîran li pey hev welatê Yemenê bi rê ve biriye; lê belê derbarê bermayeya wan a kurd de zanyariyek neketiye destê me. Di van demên dawîn de (26.01.2020) dengê hozeke kurd a li Yemenê hate bihîstin ku li gundê “El-Beytu’l-Kurdî/Mala Kurdan” a bi ser parêzgeha El-Mehwitê civakeke kurd heye ku salên 1800î gihîştiye deverê; bav û kalên wan fermandarên artêşa osmanî bûne. Li gorî nûçeyê serjimariya 140 malbatên kurdnijad bi qasî 700 kesî ye; her çiqas zimanê xwe ji bîr kiribe jî hinek xislet û kevneşopiyên xwe parastine.

Kurdên belûç ên li Umanê

Li gorî Kurdgalnamekê Mîrê Medan Keyqubad sala 853an a BZ derketiye ser têxt, di şerê wî yê li dijî Efrasyabê Tûranî da kurdên belûçî şervan bûne û piştî şkandina tûraniyan bi awayekî domdar li Tûran û Mekranê (Sîstan û Belûçistanê) bi cih bûne. Di heyama vî şerê mad û tûraniyan de Selteneta Tûranê li ser pênc navçeyan ava bûbûye: Suxdistan (Asyaya Navîn: Ozbekistan, Tacikistan, Kirgizistan û Turkmenistan), Kabilistan, Zabulistan (Afganistana îroyîn) Tûran û Mekran (Sîstan û Belûçistana îroyîn). Welatê Tûran û Mekranê yê heyama medan bi domana demê re vegeriyaye Xoresanê û qada wê gelekî fireh e. Kurdgalnamek bi awayekî bê şik û şubhe diyar dike ku hem med kurd in hem jî belûç kurd in: “Kurdên rojhilatî yên Madê bi heman zimanî axivîne ku Avesta pê hatiye nivîsandin. Dema ku kurdên biraxoyî, adirganî, kirmanî û mamilî hatin nav erdê Tûran û Mekranê her bi wî zimanê avestayî diaxivîn. Ji ber vê yekê xelqê deverê ji wan re “Kurdgal”, ango ‘kesên ku bi kurdî diaxivin’ gotiye.” Bêguman ji wê serdemê heta niha gelek bûyer rûdane, kurdiya belûçî hema hema gihîştiye asta zimanekî serbixwe û têkiliya wan a bi kurdan re kêm be jî, berxwedana wan a ji bo maf û azadiyan dişibihe hev.

Sedemên dîrokî yên hebûna belûçan a li Umanê vedigerin berî 1400 salî, ango bi belavbûna îslamê re koçberiya belûçan a ber bi Umanê jî dest pê kiriye. Rêwiyên ewropî yên ku di sedsalên 16 û 17an de ji Umanê re derbas bûne, li wê derê rastî belûçan hatine. Tevî hebûna hinek pêwendiyan, di navbera her du civakan de tu têkiliyeke siyasî tunebûye; lê belê du mîrgehên xanedanî yên Umanê yên bi navên “Ye’rub” (1624) û “Se’îd”ê (1744) hêzên xwe yên deryayî şandine hewara belûçiyên ku rastî êrişên portekîziyan dihatin. Di destpêka desthilatdariya Xanedaniya El-Se’îd de hinek aloziyên navxweyî rûdidin û lewre desthilatdarên nû ji mîrên Belûçistan û Sindê piştgiriyê dixwazin; lê belê serhildêr artêşa umanî têk dibin û parêzgarê Belûçistanê Mîr Nesîr Xan di sala 1792an de bajarê benderî yê Gwadarê (li perava Mekrana Belûçistanê) diyariyî serleşkerê umanî Seyid Sultan bin Ehmed dike û bi vî awayî Gwadar dibe beşeke Umanê.

Serweriya Umanê ya li vê devera Belûçistanê heta sala 1957an berdewam kiriye; lê piştî ku Belûçistan dibe eyaleteke Pakistanê, Uman vê deverê bi berdêla 4 milyon poundan difiroşe Pakistanê. Îro tevahiya serjimariya belûçan 18 milyon e û beşeke wan a mezin jî li Selteneta Umanê dijî; li gorî hin texmînan, bi qasî % 35ê serjimariya Umanê belûçî ne û piraniya akademîsyenan jî gelheya wan wekî % 15 nîşan didin. Îcar ev jî tê wateyê ku ji 4 milyon welatiyên umanî 600 hezarê wê belûçî ne. Belûçî -jî mîna kurdan- şervan û parêzvanên dilşewat ên warên xwe ne; lê jiyana wan gelekî sade ye. Li gorî zanyariyên meydanî yên CIAyê, li Umanê -piştî zimanên erebî û ingilîzî- devoka bakurî ya zimanê belûçî herî zêde berbelav e.

Kurdên li welatên Kendavê: “Hişê koçber ê veşartî”

Li welatên Kendavê yên wekî Behreyn, Kuwêt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî û Yekîtiya Mîrgehên Ereban gelek karsaz, akademîsyen û karkerên pîşedar ên kurd hene ku derbarê serjimariya wan de zanyariyên berdest tunene (tenê li Kuwêt û Behreynê bi qasî 50 hezar kurdî hene); lê belê ji aliyê kurdan ve, ev gelheya bêreng wekî “hişê koçber ê veşartî” tê nirxandin. Em ji eqreba, dost û hevalên xwe dizanin ku rewşa aborî ya baş gelek kurdên zengîn û zana kaşî van welatan kiriye; hinekên wan wekî hîndekarên zanîngehan, karkerên pîşebilind, endazyar û karsaz li wir êwirîne. Mirov dikare bibêje ku ev “hişê koçber” ê kurd li gorî sermaye, mezheb û alîgiriyên xwe li wan welatan bi cih bûye. Piraniya vî hişê koçber ê şiî li Behreynê ye û bi ser merci’ên şiî û bingeha wan a mezhebî re çûye wir. Beşeke hîndekarên sunî-mezheb, karsaz û karkerên pîşebilind jî ji ber alîgiriyên xwe yên bi Tirkiya û hevalbendên wê re li Kuwêt û Qeterê bi cih bûye; dîsan hinek hîndekar û xwendekarên sunî-mezheb û bazirganên dîndar jî Erebistana Siûdî tercîh kiriye, wan kesan ji rengê xwe yê nijadî-neteweyî zêdetir bawerî-pîroziyên ayîna îslamê derxistiye pêş û li ser vê bingehê toreke bazirganî ava kiriye. Heman çînên civakî yên kurd ên mixalif jî li Yekîtiya Mîrgehên Ereban pêşwaziyek dîtiye; her wiha gelheyeke mezin a kurdên Belûçistan, Pakistan, Hindistan û Efxanistanê jî gihiştiye Umanê. Li gorî analîzên me, di nava “hişê koçber” ê kurd de tenê kurdên Yekîtiya Mîrgehên Ereban bi awayekî kesane û kurdên Umanê bi awayekî komelî zimanê kurdî û zaravayên wî çalaktir bi kar tînin ku sedema wê vedigere du faktoran: Kurdên ku hewl didin xwe wekî nûnerên kurdan nîşan bidin, pêwistî bi ziman û sembolên kurdan dibînin; her wiha kurdên li Umanê jî xwe dispêrin hev ku bikaribin li wê derê bisitirin û bi awayekî xwezayî mihtacî zimanê xwe yî navxweyî dibin.

Kurdên Efxanistan û Hindistanê

Gava mirov li dîroka bermekiyên kurd dinêre, rastî bûyereke balkêş tê: Bermekî peywirdarên perestgeha Nûbiharê ya Belxê ne; dema ku ereb vê deverê dagir dikin, wê perstgehê jî dirûxînin, kalikê wan ê pêşîn di heyama Xelîfe Usman de tevî dîlên xoresanî tê Medîneyê û misilman dibe, piştî misilmanbûnê tirkên girêdayî vê perestgehê ayînguherîna wî napejirînin, bi dek û dolaban malbatê tasfiye dikin, tenê Bermekê bavê Xalidê zarok û diya wî ji vê komkujiyê rizgar dibin û ji devera Xoresanê ber bi xizmên xwe yên li Sind û Hindistanê direvin. Bermek li wir perwerdehiyeke bilind dibîne û dema ku emewî destûra ji nû ve avakirina perestgehê didin, gelê Belxê gazî Bermek dike û ew jî vedigere ser kar û barê ayîna bavê xwe. Li gorî salixan Xalid li ser îslamê mezin dibe, perwerdehiyeke baş dibîne, di artêşa emewî de fermandariyê dike û di şoreşa ebasiyan a li dijî emewiyan de derbasî aliyê ebasiyan dibe. Piştre ev malbat gelek salan wekî wezîrên ebasiyan rolên gelekî girîng dilîze. Vê zanyariya giştî ya ansîklopediyan û salixên derbarê kurdbûna Ebû Mislimê Xoresanî de berê ma pêwendiya genetîkî-etnografî ya gelên Efxanistan-Pakistan-Belûçistan-Hindistanê.

Nivîskarê kurd Selîm Temoyê ku li ser “Kurdên Xoresanê” berhemeke qerase nivîsiye, ji çavkaniyên wekî Mihemed Zekî Beg, Evdilah Varlî, Ewliya Çelebî, H. Rawlinson, G. N. Curzon, W. Iwanov û W. Bellew radigihîne ku di navbera salên 1245-1389an de dewleteke kurdan a bi navê “Melik Kurd” ji aliyê kurdên Gor ve li devera Efxanistanê hatiye damezrandin.

Îcar piştî lêgerîneke înternetî em rastî hinek zanyariyan hatin û gihîştin wê qinaetê ku divê lêkolîneke berfirehtir li ser mijarê bê meşandin. Her wiha di vîdyoyeke derbarê kurdên Xoresan û Efxanistanê da û gotareke zanistî ya derbarê hoza “Zazaî” ya li Efxanistanê hinek zanyarî hebûn; lê me ev mijar ji lêkolîneke kûr û berfireh re hîşt ku agehiyên piştrastenekirî belav nebin.

Li gorî Joshua Projectê bi qasî 4 hezar kurdên soranîaxêv û li gorî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi giştî 200 hezar kurd li Efxanistanê dijîn. Divê bê gotin ku zanyariyên berdest qala hebûna civakên kurd û çalakbûna zimanê kurdî li Efxanistan û Hindistanê dikin. Li gorî Wîkîpedîayê jî di nava 14 zimanên zindî yên Efxanistanê de sê zimanên wekî belûçî, birahoyîkî (li gorî Kurdgalnamekê belûç û birahoyî hozên kurd in) û qizilbaşî (kurdên bakurê Xoresanê yên şîe) cih digirin ku pêwendiya wan bi kurdan re heye.

Kurdên Awistralya û Zelandayê

Koçberiya kurdan a ber bi Awistralya û Zelandayê ji 150 salî nabihure; lê belê gelheya kurdan a li van her du welatan xwendî û xwediyên rêxistinên civaka sivîl in. Ji ber ku ev welat pêşketî ne û piştgiriyê didin azadiya ramyariyê, çendek rewşenbîrên kurdîaxêv ên wekî Şahîn Bekirê Soreklî (xebatkarê SBS Kurdish), Behrûz Bûçanî (nivîskarê xelatkirî) û Rez Gerdî (parêzera mafê mirovan a xelatkirî) li wan deran dijîn.

Li gorî nûçeyeke Radyoya SBS Kurdish a Awistralyayê li wî welatî ji 10 hezarî zêdetir kesan gotiye ku bav û kalên wan kurd in; lê belê tenê 6 hezar kesî daye zanîn ku li malên xwe bi zimanê kurdî diaxivin. Nûçegihana SBS Kurdishê Roza Germiyanê bi îstatîstîkên serjimariya sala 2016an nîşan daye ku li Awistralyayê ji jinan zêdetir mêrên kurd axaftina bi kurdî tercîh dikin, zêdetirî nîvê kurdîaxêv xwe wekî misilman destnîşan kiriye (% 61,1), rêjeyeke bi qasî % 31,5 kesî daye zanîn ku tu ayînekê napejirînin, piraniya axêverên kurd li başûrê Kurdistanê (% 33,3) û rojhilatê Kurdistanê (% 25,4) ji dayîk bûne.

Li gorî serjimariya sala 2013an Zelandaya Nû li wî welatî 720 kurd dijiyan û 828 kesan jî navê xwe wekî “kurdîaxêv” tomar kiriye. Diyar e ku ji sala 2013an heta 2021ê hejmara kurdan a Zelandayê zêdetir bûye; ji ber ku nûçeyeke sala 2014an radigihîne ku tenê di xwepêşandaneke li dijî DAIŞê ya li bajarê Aucklandê de nêzîkî 200 endamên Civata Kurdî ya Zelandaya Nû kom bûne.

Kurdên li Asyaya Dûr

Martîn van Bruneisen di gotara xwe ya bi navê “Bandora zanayên kurdan li ser îslama Endonezyayê” de amaje bi wê yekê dike ku alimên kurdan di misilmanbûna gelê endonezî de roleke girîng lîstiye. Bruneisenî bi hûrgilî behsa Şêx Brahîmê Goranî û Mihemed Emînê Kurd û xebatên wan ên li van rêzegiravan kiriye û rola Mewlana Xalidê Neqşebendî ya li Hindistanê bi rola van her du zanayan re berawird kiriye. Mirov ji vê gotarê fêm dike ku sedemeke pejirandina mezheba şafiî jî ev bandora şêx û alimên kurdan bûye.

Mixabin derbarê serjimariya kurdan a li Asyaya Dûr de tu agehiyeke piştrastkirî bi dest me neket; lê belê li gorî zanyariyên Wîkîpedîayê, hejmara kurdên li hinek van welatan wiha ye: Koreya Başûr 1000 kes (zanyariyên sala 2003an), Japonya 2000 kes (zanyariyên sala 2018an). Ji eqreba, dost û nasên xwe dizanim ku di van salên dawîn de gelek karsaz û bazirganên kurd li Çînê ofîsên xwe vekirine, ji wî welatî zewicîne û li wir dixwînin jî. Bi qinaeta min, -çi ji bo bazirganî û perwerdehiyê be û çi jî bi sedemên penaberiyê be- hejmareke ne kêmî 15000 hezarî li her du Koreyan, Japonya, Çîn, Tayland, Taiwan, Hong-Kong, Malezya, Endonezya û Moxolistanê heye.

Bêguman di nava welatên Asyaya Dûr de welatên Çîn, Japonya û Koreya Başûr ji bo kurdan gelekî girîng in; her çiqas hejmara kurdan a li van welatan ne di rêjeya welatên ewropî de be jî hebûna pireyeke zimanî-çandî ji bo pêşeroja kurdan pir pêwist e.

Îcar pêwendiya Çîn û kurdan a sedsala 20an bi serhildana Kerkûkê ya 1959an dest pê kiriye. Di pêvajoya serhildana Tîrmehê ya li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê de Çînê piştgirî daye Şoreşa Kurdî ya li dijî Bexdayê; dema ku serhildan di sala 1975an de rawestiyaye, îcar têkiliyên Çîn û Iraqê ji başiyê ber bi baştirbûnê ve çûne. Ji sala 1980î pê ve, Iraq bûye kiriyareke girîng a pîşesaziya çekan a Çînê; heta hin çekên çînî yên ku ji hêla Sedamî ve li dijî kurdan hatin bikaranîn jî encameke vê têkiliyê ye. Piştî hilweşîna rejîma Sedamî ya sala 2003an, bidestxistina kurdan a rêveberiyeke xweser û geşbûna bazara bazirganiyê ya bi Herêma Kurdistanê re siyaseta Çînê guherand û dest bi avakirina pireyên pêwendiyan kir. Sala 2019an Konsulê Komara Çînê yê li paytext Hewlêrê Nî Rûşî ragihand ku Zanîngeha Pekînê dê bi awayekî fermî beşeke taybet ji bo zimanê kurdî û li hemberî wê Zanîngeha Selahedînê jî beşa zimanê çînî veke.

Ji aliyekî din ve, li Zanîngeha Tokyoyê ya Japonyayê ji sala 2019an pê ve zaravayê kurmancî wekî ders tê dayîn; di heman salê de bi pêşengiya Komeleya Çandî ya Kurdên Japonyayê û beşdariya Heyva Sor a Kurdistanê, Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Japonyayê û dostên kurdan ên japonî li Parka Akîgase ya bajarê Urawayê yê bi ser parêzgeha Saîtamayê ve Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Li gorî daxuyaniyeke hîndekarê zimanê kurdî yê Zanîngeha Tokyoyê Vakkas Çolak, li wî welatî çar saziyên kurdan ên wekî Şaxa Japonyayê ya Heyva Sor a Kurdistanê, Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Japonyayê, Komeleya Dostaniyê ya Japonya û Kurdistanê û Koma Dostaniya Navbera Parlamentoyên Japonya û Kurdistanê hatine avakirin; her wiha ji salên 1975î pê ve li ser kurdan roman, nivîs, belgefîlm, xebatên hêja hatine amadekirin ku heta niha li kurdî nehatine wergerandin.

Cihê dilgeşiyê ye ku niha xwendekarên zimanê kurdî yên japon vîdyoyên kurmancî amade dikin û welatê xwe didin naskirin; lê cihê daxê ye ku niştecih û xwendekarên kurd ên li wir xebatên japoniyan ên derheqa kurdan de wernegerandine kurdî yan jî zimanekî cîhanî ku her kes haydar be. Hêja ye ku bê gotin, beşa mezin a kurdên ku ji bakur û başûrê Kurdistanê çûne Japonyayê li deverên Warabî û Kawaguchî yên bakurê Tokyoyê dijîn; lewre ji vê deverê re “Warabistan” dibêjin.

Kurdên Rûsya, Kafkasya û Asyaya Navîn

Bi rastî em dixwazin di bin vî sernavî de mijara kurdên Sovyeta Berê vekolin ku mebest kurdên Rûsya, Azerbaycan, Ermenistan, Gurcistan, Qazaxistan, Ozbekistan, Qirqizistan û Turkmenistanê ne; ji bo zanyariyan em ê gelek caran vegerin gotara zanistî ya Prof.Kinyazê Brahîm û R. B. Absattarov a ku li ser malpera Zanîngeha Abay Qazax hatiye weşandin.

Di destpêka gotarê de nivîskaran behsa 5 milyon kurdên diyasporayê kiriye ku ji vê rêjeyê milyonek kurdên Ewrasyayê, ango kurdên Sovyeta Berê ne; piştre beşa nasnameya nijadî ya kurdan şîrove kiriye û hatine ser mijara paşperdeya dîrokî ya pêwendiyên kurdan û gelên li bakurê welatê wan:

“Di sedsala 14an de Tîmûrê Leng axa Kurdistan û Xoresanê dagir kir, ‘siyaseta bicihkirina kurdan a girseyî’ meşand; bi vî awayî kurd li Şehrê Sewz û Semerqendê bi cih kirin. Di sedsalên 17 û 18an de şahên Îranê jî berê kurdan da Xoresan, Gîlan û Belûçistanê ku tixûbên Îranê yên rojhilatî ji êrişên tirkmen û ozbekan biparêzin. Her çiqas hozên kurdan ên parêzvan -ên ku di sedsala 12an de li Mazenderanê niştecih bûn û di sedsala 20an de ber bi sînorê Îran û Turkmenistanê hatibûn veguhastin- li dijî êrişên tirkmenan dibûn mertal jî, di heman demê de li rojavayê Îranê hêza wan a leşkerî lawaz dibû; her wiha kurdên dîlketî ji nû ve dihatin perwerdekirin û di hêza peyar a dagirkerên xwe de wekî leşker dihatin bikaranîn. Lewre di sedsala 18 û 19an de hêza peyar a artêşa Xanedaniya Xîveyê ji kurdên kolekirî pêk dihat.

Îcar kurdan di destpêka sedsala 19an de asta têkoşîna xwe ya rizgarîxwaziya neteweyî û serxwebûna çandî bilind kir; ji bo gihiştina mebestên xwe beşeke kurdan neçar ma ku biçe Rûsyayê, bi taybetî li Kafkasyaya Başûr. Lê belê beriya têkoşînê, hinek hemwelatiyên kurd ên Rojhilata Nêzîk ji mêj ve koçî Kafkasyayê kiribû; bi taybetî li nav axa Ermenistan û Azerbaycanê bi cih bûbûn û li van kurdên penaberxwaz ên nû xwedî derketibûn. Lewre piştî ku Rûsyayê Gurcistan zeft kir (1801), êdî kurd jî neteweyek ji gelên welatê xwe hesiband. Di 1807an da serokê kurd Mihemedê Sofî Siltan bi hoz û tîreyên xwe -yên ku ji 600 malbatî pêk dihat- ji sînorê rûsî-îranî derbas bû û li devera Qerebaxê bi cih bû. Gelek belgeyên arşîvan diyar dikin ku di destpêka sedsala 19an de hin hozên kurd axwaznameyek daye rayedarên rûsî yên li Kafkasyayê ku li Rûsyayê bi cih bibin û hemwelatiya rûsî bistînin. Ji ber vê yekê, di navbera salên 1831-1833an de kurdên Bazîdê daxwaz kir ku bibin hevpeymanên Rûsyayê û li devera Ermenistanê bi cih bibin. Her wiha pêşengê hoza Çelebiyan a kurd gelek caran bangewazî li rayedarên herêmî yên Rûsyayê kiribû; serokê hozê yê ku li Qerebaxê dijiya, dixwest hezar malbatên kurd li başûrê Kafkasyayê bide cihkirin. Dîsa dîroknas diyar dikin ku di sala 1885an de hin hozên kurd ji sînorê rûsî-osmanî derbas bûne û hemwelatiya rûsî wergirtiye. Li gorî tomarkirinên meydanî yên wê heyamê, malbat û hozên kurdan ên ku di sedsala 19an de li başûrê Kafkasyayê akincih bûne, heman malbat û hozên kurd in ku di salên 50î yên sedsala 20an de hatine tomarkirin. Di çarçoveya vê berawirdkirinê de hatiye piştrastkirin ku di wê heyamê de hozên Sîpkî, Celalî, Şikakî, Zîlanî, Hesenî û hinekên din li Ermenistan û Azerbaycanê niştecih bûne. Ji van zanyariyan diyar dibe ku pêwendiya kurdan ji aliyê Kafkasya û Xoresanê ve bi Qeysertiya Rûsyayê û Asyaya Navîn re çêbûye; lê belê divê bê zanîn ku şedadiyên kurd ji sedsala 10 û 12an pê ve di navbera çemên Kura û Erez de serwerê devera Kafkasyayê bûn. Wisan e, mirov dikare bibêje ku koçberiya kurdan a ji Kurdistanê ber bi Kafkasyayê di destpêka sedsala 19an de berfirehtir bûye. Li gorî zanyariyên Wîkîpediyayê, gelheya kurd a Qeysertiya Rûsyayê û Asyaya Navîn (serjimariya 1897an) 99 hezar û 949 kes bûye û di serjimariya dawîn a Yekîtiya Sovyetê de (1989) jî gihîştiye 152 hezar û 717 kesî.

Dîsa li gorî çavkaniyeke din, di destpêka sedsala 20an de (serjimariya 1939an) hejmara kurdên Yekîtiya Sovyetê ya tomarkirî 76 hezar bûye û di dawiya heman sedsalê de (serjimariya 1983an) jî gelheya kurdan gihiştibû 130 hezarî. Li gorî zanyariyên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê îro li Turkmenistanê 40 hezar, li Azerbaycanê 150 hezar, li Ermenistanê 45 hezar û li Gurcistanê 60 hezar kurd dijîn. Li gorî lêkolîna Prof. Kinyazê Brahîm û R. B. Absattarov jî îro li Rusyayê zêdetirî 300 hezar kesî, li Qirqizistanê 20 hezar kes (serjimariya 2009an), li Qazaxistanê 34 hezar kes bi serjimariya fermî ya sala 1999an (bi zanyariyên Komeleya Berbangê 150-200 hezar), li Turkmenistanê zêdetirî 300 hezar kesî dijîn. Bi rastî di serjimariyên Sovyet, Rûsya û Asyaya Navîn de gelek nakokî hene ku hêjayî lêkolîneke berfirehtir e.

Dema ku mirov qala kurdên Rûsya, Kafkasya û Asyaya Navîn bike, divê çavekî li dîroka Kurdistana Sor (16ê Tîrmeha 1923an heta 30ê Tîrmeha 1930î) û geşedanên wê jî bike:

Sala 1923an bi biryara Rêvebiriya Navendî ya Azerbaycanê devera Kurdistanê, ango Kurdistana Sor bi fermîtî hate damezirandin. Ji bilî paytext Laçînê bajarên wekî Kelbajar, Qubatlî, Zengilan, Qoturlî û beşeke Cibrayîlê di nava sînorên vê deverê de bûn. Beriya damezrandina deverê alfabeya “Şems” a li ser bingehê alfabeya ermenî hate afirandin û ji bo asta dibistanên seretayî hate bikaranîn. Ji sala 1921ê heta 1930î 27 dibistanên kurdî hatin vekirin û bi vê alfabeyê zarok hatin perwerdekirin. Her wiha ji bo perwerdekirina mamosteyên kurd li Şûşayê dibistaneke bilind hatiye vekirin; radyo-tiyatroyên kurdî û rojnameya Riya Teze dest bi weşanê kiriye.

Îcar gava mirov çavekî li çalakbûna zimanê kurdî li nav kurdên Ewrasyayê bigerîne rewşa hera kambax li Turkmenistan, Azerbaycan û Ozbekistanê ye. Her çiqas weşanên kurdî li van welatan hebin jî pişaxtin û xwepişaftin gelekî lezgîn e. Rewşa hera baş jî li Qazaxistan, Rûsya û Ermenistanê ye ku asta bikaranîna zimên hîn xurt e. Ji ber ku aqara devera Ewrasyayê gelekî berfireh e, em ê nikaribin di gotareke kurt de cih û warên kurdan nîşan bidin.

Kurdên Balkan, Ewropa û Amerîkayê

Çavkaniyên dîrokî destnîşan dikin ku di heyama serweriya medoparsiyan a Hexamendişan (705-330 BZ) de kurd gihiştine Balkan û Ewropayê.

Piştî belavbûna îslamê û di serdema navîn de jî du zanyariyên şikbar hene ku divê di demeke dirêj de baş bêne vekolîn: yek çûyîna kurdê mûsilî Zeryab (789-857) ber bi Endelûsê (Spanya) ye û a din jî Împaratoriya Nîkeayê ye. Gelo kurd li wir hebûn ku Zeryab bi alîkariya wan çû wê derê? Ev pirs ji bo hemî bûyerên serdema navîn divê bê kirin; ji ber ku piraniya kesayetên wê serdemê yên navdar bi ser dost û nasên xwe yên eşîrî re digeriyan û bi cih dibûn. Ji aliyekî din ve, çavkaniyên bîzansî behsa xanedana Leşkerî dikin ku damezirînerê xanedaniyê Teodorê Leşkerî demekê bûye împaratorê Bîzansê yê Stenbolê; piştre ji ber êrişên xaçperestan derbasî aliyê Anatolyayê dibe û li deverên Ege û Marmarayê Împaratoriya Nîkeayê (1204-1261) bi rê ve dibe. Dibe ku malbata Leşkerî ya selanîkî kurdên file bin; lewre çavkaniyên farsî xwedî lê dernakevin û yûnanî jî bi çavekî kêm lê dinêrin. Bi rastî ev mijar hêjayî lêkolîneke xurt e; ji ber ku lêkolîneke dîroknasê kurd Murad Ciwanî nîşan dide ku sala 1361an (ango piştî sed salî ji Împaratoriya Nîkeayê) mîrgehên kurdan ên serbixwe li devera Amasya û Aydinê hebûne ku beriya dewleta osmanî niştecihên eslî yên wê erdnîgariyê bûne.

Li gorî lêkolîneke nivîskarê kurd Dr. Zurab Aloiyan a derbarê kurdên heyama osmaniyan de, gelek kurd wekî fermandar û peywirdarên sivîl derbasî Balkan û Ewropayê bûne. Wekî mînak: Berî dagirkirina osmanî ya Macaristanê, serokeşîrekî kurd ê bi navê Kurd Axa di salên 1440-1442an de li dijî arteşa Macaristanê şer dike ku ji hoza Germiyan a êzidî bûye û bi 1526 leşkerên xwe ve (bi ihtîmaleke mezin leşkerên wî ji eşîra wî bûn) di kemînekê de tê kuştin. Niha gundekî bi navê Kurd li bajarokê Tolnayê heye ku bûye nîşaneya rasterast a vî şerî. Mînakeke din jî kurdên Bosna û Hersekê ne: Nivîskarê bosnî Isnam Taljić derbarê dîroka gundê Kurtîçiyê yê 242 kîlometreyan dûrî paytext Sareyevoyê pirtûkek nivîsandiye; di vê pirtûka xwe ya li gelek zimanan hatiye wergerandin û bi tirkî hatiye qedexekirin de wiha dibêje: “Dihate gotin ku li gundê Kurtići kurd hene; min jî li ser vê yekê lêkolîn kirin û dît ku ev gotin rast in. Ev gund ji aliyê şervanên kurd ên artêşa osmanî ve hatiye avakirin. Di sala 1543an de osmaniyan dixwest Bosnayê dagir bikin; leşkerên kurd ên ku bi vê artêşê re hatine ev gund ava kiriye. Li gorî salixan, şervanên kurd dengxweş bûne; dema ku ev leşker ji şer vegeriyane, bi dengên xweş stran gotine û xelkê ji dûr ve dengên wan bihîstine. Li gorî lêkolînan derketiye holê ku çend gundên din ên bi heman navî jî hene. Her wiha li Bosnayê malbateke bi paşnavê ‘Kurda’ jî heye.

Bêguman çîroka Mihemed Elî Paşayê (1769-1849) ku Misira modern ava kiriye, mînakeke gelekî balkêş e; ev paşayê kurd ê amedî li Kavalaya Yûnanistanê (li rojavayê Aleksandropolî û Selanîkê) ji dayîk bûye, bi serpêhatiyeke dûr û dirêj bûye mîrê Misirê, di navbera salên 1805-1848an de welat bi rê ve biriye û xanedana wî jî heta sala 1953an serwerî li welêt kiriye.

Di destpêka sedsala 20î de kurdan bi awayekî çalak li Ewropayê daxwaza mafên xwe yên neteweyî kiriye; malbata bedirxaniyan, Şerîf Paşa û gelekên din nûnertiya kurdan a li Ewropayê meşandiye. Lê belê piştî serhildanên Şêx Seîd û Seyîd Riza, betalkirina Kurdistana Sor, belavbûna komarên Çiyayê Agiriyê û Mehabadê û têkçûna şoreşên Barzanê gelek kurd bi malbatî (carinan bi eşîrtî) ji Kurdistanê veqetiyane; hinek li welatên cînar êwirîne û hinekan jî berê xwe daye Yekîtiya Sovyetê, Ewropa û Amerîkayê. Divê bê zanîn ku koçberiya kurdan a berfireh diyardeyeke dawiya sedsala 20an e. Di salên 1960î de ji bakurê Kurdistanê kurd kişiyane Almanya, Beneluks, Awistirya, Swîsre û Fransayê; wekî karkerên koçber û bi peymanên di navbera hikûmeta Tîrrkiyayê û wan welatên navbihurî de gihîştine wir, ji hemû bajarên kurdan li gorî pîşe û pêwendiyên xwe li wir bi cih bûne. Lê belê piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê (1979), Darbeya Leşkerî ya Tirkiyayê (1980) Komkujiyên Enfalê yên Iraqê kurd pêl bi pêl wekî penaberên siyasî çûne Ewropaya Rojava û rêjeyeke hindik jî berê xwe daye Amerîkaya Bakur. Ev pêlên penaberiyê heta sala 2011an berdewam kiriye û di şerê li dijî DAIŞê de jî gelheyeke mezin a kurdên êzidî penaberî welatên rojavayî bûye.

Li gorî serjimariyên sala 2016an li Almanyayê 800 hezar, li Fransayê 230 hezar, li Holandayê 100 hezar, li Swêdê 85 hezar, li Awistiryayê 80 hezar, li Belçîkayê 70 hezar, li Yûnanistanê 40 hezar, li Danîmarkayê 25 hezar, li Îtalyayê 25 hezar kurd dijîn. Di hinek serjimariyan de tenê kesên kurdîaxêv ketine îstatîstîkan: Îsvîçre 19.5 hezar (2015), Fînlanda 14.8 hezar (2019), Îngiltere 49.2 hezar (2011). Li gorî serjimariyên piştî sala 2000î, li tevahiya welatên Romanya, Ukrayna, Qibrîs, Îspanya, Îrlanda, Polonya, Macaristan, Moldova, Belarûs, Latviya, Bulgaristan, Komara Çekyayê, Bosna û Hersek, Estonya, Sirbîstan, Lîtwanya û Xirwatistanê jî bi qasî 10 hezar kurdî dijîn. Li gorî serjimariya 2015an li Amerîkayê 20.5 hezar û li Kanadayê jî 12.5 hezar kurd hene.

Bêguman derfetên kurdên Ewropa û Amerîkayê ji bo bikaranîna zimanê kurdî, weşandina pirtûkên bi kurdî, hilberandina berhemên kurdî yên çandî, hunerî û sînemayî gelek in; ji salên 1970î pê ve xebatên wan ên siyasî-dîplomatîk jî xurt bûne. Bi sedan komeleyên kurdan ên zimanî-çandî li tevahiya parzemîna Ewropayê, Amerîka û Kanadayê tên dîtin; her wiha hema hema endamên tevahiya hozên kurd û zaravayên kurdî li wan welatan peyda dibin. Bêguman sermayeya mirovîn a neteweyekê ne tenê hemwelatiyên li hundirê welêt, qabiliyet û potansiyela wan e; divê hemwelatiyên li derveyî welêt, dost û hevalbendên navxweyî-hundirîn jî li ber çavan bên girtin. Malbata kurd jî tenê ji endamên hertim li nava malê pêk nayê; divê kesên li ser kar, li perwerdehiyê, li saziyên tenduristiyê, li nava xizmetên cemawerî, li zindanan, li derveyî welêt, windabûyî, endamên nû yên pêşbînîkirî (zewac, zarok, mêvan) bikevin hesaban. Ji bo hesabekî rast divê serjimarî û îstatîstîkên berdest hebin û li gorî zanistên bîrkarî û îstatîstîkê werin nirxandin. Ev gotar ji bo amadekirin an jî sivikkirina karên geşt û ger, lêkolînên neteweyî, plansazî, lobîgerî, dîplomasiyê hewldaneke destpêkî ye; ji bo nîşandana wêneyekî giştî yê zanistî û beraqil xebatên berfirehtir û kûrtir pêwist in ku divê tu carî neyên îhmalkirin.

Mijarên têkildar

Çavkanî

Girêdana derve

  • Antropolojiya kurd, kurdî, Kurdistanê [1]

Tags:

Antropolojiya Gelê Kurd Peydabûna navê “kurd”Antropolojiya Gelê Kurd Binaşe û şûnwara kurdan: Kurdistan wekî landika kurdanAntropolojiya Gelê Kurd Kurd û dîroknasîAntropolojiya Gelê Kurd Di çarçoveya çavkaniyên înternetî da kurdên derveyî KurdistanêAntropolojiya Gelê Kurd Mijarên têkildarAntropolojiya Gelê Kurd ÇavkanîAntropolojiya Gelê Kurd Girêdana derveAntropolojiya Gelê Kurd

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

CelîGoogleHejmarGola Masiyan, RihaChatGPTEhmedê NalbendSeîd YûsivŞirnexTil XelefEbdurehman QasimloZimanê assamîAntalyaErmenistanTirmêtNisêbînDîlokZimanê kroatî5ê hezîranêAjansa Parastinê û Zanyariyê ya Herêma KurdistanêdwssvDemokrasîRênas SerhedYandexBaftZimanê kurdîDînên kurdanEbdulwehid ZaxoyîFTPWêjeSelim SilêmanFerhat KurtayÎmperatoriya RûsîÎmperatoriya OsmanîDêra katolîkÎsaErdêxanDînoAbdullah ÖcalanÎmperatoriya SasanîŞêx Ebdurehmanê GarisîMîlanoÎmperatoriya Awistirya-MecaristanêAgirî (parêzgeh)Îlham EliyevHewlêr (parêzgeh)Death ValleyEbû Ubeyde bin CerahEndezyariya elektrîkêEşîrên MillîWilliam ShakespeareSeyda PerînçekQersGPSFerzan Özpetek1999SêwasXwezaKonfusyusŞêrko BêkesZeynel Abidîn HanSerdema NavînRoald AmundsenMoskoXetay (parêzgeh)Dêrsim (herêm)Ebdurehmanê AxtepîDinya (gerstêrk)Gever🡆 More