Şerê navxweyî yê Rûsyayê (bi rûsî: Гражданская война в России, Graschdanskaja woina w Rossii), di nava bolşewîkên komunîst (Yên Sor, Artêşa Sor a Lev Trotskî) û komên wek yên mihafiz, demokrat, sosyalîst, nîjadperest û Artêşa Spî de qewimî.
Şerê navxweyî yê Rûsyayê | |
---|---|
Dewlet | Împeratoriya Rûsî, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Ukrainian People's Republic |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li gorî hin dîroknasan şer bi şoreşa cotmehê ya sala 1917ê destpê kir, li gor yên din jî destpêka şer dikeve bihara 1918ê. Şer bi awayeke xurt û hovane hat meşandin ku tê de qasî 10 mîlyon sivîl hatin kuştin.
Bi tevlîbûna welatên Entente û ‚hêzên navîn‘ her ku çû xurttir û dirêjtir bû. Her çiqas Rûsyaya sovyet bi vê yekê hikûmdarî li ser pirraniya împeratoriya rûsî ya kevin bidest xistibe jî, welatên wek Polonya, Ûkrayna, Belarûs welatên baltîk, Fînlenda û Komara gel a Tûvîn serxwebûna xwe ragihandin.
Şer li Ewropayê bi bidestxistina Krîmê (1920), li Asyayê jî bi bidestxistina Batûmî û Wladîwostokê (1922) a ji aliyê Artêşa Sor ve bi dawî bû. Piştî bidawîbûna şer Yekîtiya Sovyet hate avakirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şerê navxweyî yê Rûsyayê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.