Thames, (bixwîne wek teymz) çemeke li başûrê Îngilîstanê ye ku di nav bajarê Londonê re diherike.
Thames bi dirêjahiya 346 kîlomêtreyê çemê herî dirêjê li Îngilîstanê ye û piştî Çemê Severn duyemîn çemê dirêjtirîn a li Keyaniya Yekbûyî ye. Çem ji Thames Headê li Gloucestershire derdikeve û di nêzîkê bajarên Tilbury, Essex, Gravesend û Kentê ve derbas dibe û diherike Deryaya Bakur.
Çemê Thamesê | |
Dîmenek ji Çemê Thamesê li bajarê Londonê | |
Cih | |
Herêm | Başûrê Îngilîstanê |
---|---|
Dewlet | Keyaniya Yekbûyî |
Bajar | Gloucestershire, Wiltshire, Oxfordshire, Berkshire, Buckinghamshire, Surrey, Londona Mezin, Kent, Essex |
Taybetî | |
Dirêjayî | 346 km |
Robar | |
Cihderk | Thames Head, Gloucestershire, Keyaniya Yekbûyî |
Dev | Thames Estuary, Deryaya Bakur |
Nexşe | |
Nexşeya Çemê Thamesê li başûrê Îngilîstanê | |
biguhêre |
Çemê Thamesê di dîroka mirovahiyê de çend rolên giring lîstiye ku dîroka de wekî çavkaniyek aborî, rêya deryayî, sînor û wekî çavkaniya ava şirîn, hatiye bikaranîn. Di demên dawiyê de perava çem wek cihê bêhnvedanê tê bikaranîn.
Delîlên jibo jîngeha mirovan ku li ser deverên çem hene, heya serdema neolîtîkê diçe. Tasek xemilandî ku niha li Muzexaneya Brîtanî ye li dora salên 3300 û 2700ê b.z.ê de maye li Hedsor, Buckinghamshire, li deverê Çemê Thamesê hatiye dîtin û di dema kolandinên Gola Dorneyê de hejmareke girîng materyalên dîrokî hatine dîtin. Hejmarek şûnwarên ku ji Serdema Bronzê de maye li kêleka çem ku di nav de bajarokên Lechlade, Cookham û Sunbury-on-Thames hene, hatine dîtin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çemê Thames, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.