Çavmark, meroje an jî melajo (navê zanistî yê latînî Asparagus) navê komek riwekan ji famîleya çavmarkan (Asparagaceae) ye.
Çavmark | |
---|---|
Asparagus plumosus | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Monocots |
Kom: | Asparagales |
Famîle: | Asparagaceae |
Cins: | Asparagus |
Pincareke biharê ye. Li Kurdistanê jî heşîn dibe.
Li dora 100 cureyên wê hene, lê li Ewropa û Asyayê nêzîk 15-20 cure tên dîtin. Pirranî li Afrîkayê heşîn dibe.
Di axa dewlemend de aj dide. Ji aliyê vîtamînên C, A û B1, B2 ve baş e. Li Serhedê û gelek deveran pirr tê zanîn, avsîra wê jî tê çêkirin.
Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de cihê wê girîng e, dibêjin performansa seksê zêdetir dike. Lê xebat û lêkolînên zanistiyê nînin, hebin jî em nizanin.
Dibe ku di ferhenga kurdî de bi navên din hatibin binavkirin. Ji dirûvê wan û binavkirinên zimanên din, hin ji melajoyan ev in:
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Çavmark, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.