Xizêmok

Xizêmok an jî xizêmoke, kulîlkek di malbata beybûnan (Asteraceae) de ye.

Xizêmok
Xizêmok
Xizêmok
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Kom: Asterales
Famîle: Asteraceae
Êl: Cichorieae
Cins: Taraxacum
Cure: T. officinale
Navê zanistî yê latînî
Taraxacum officinale
(L.) Weber ex F.H. Wigg
Hevwate
  • Crepis taraxacum (L.) Stokes
  • Leontodon taraxacum L.
  • Leontodon vulgare Lam.
  • Taraxacum campylodes G.E.Haglund
  • Taraxacum dens-leonis Desf.
  • Taraxacum mexicanum DC.
  • Taraxacum retroflexum Lindl.
  • Taraxacum subspathulatum A.J. Richards
  • Taraxacum sylvanicum R. Doll
  • Taraxacum taraxacum (L.) H. Karst.
  • Taraxacum tenejapense A.J. Richards
  • Taraxacum vulgare Schrank

Navên wê ya din qalişk û '''talûşk''' in. Ew li dinyayê herêmên hevsan de bi taybetî mêrg, kêlekê rê, beravê û kêlekê avê û axên şil de hêşîn dibe. Taraxacum officinale[1] wekî kinif tê hesibandin bi taybetî cihên mêrg û kêlekê rê.

Lê belê hin caran jî bijişkiya giyayî de wek derman tê amadekirin. Xizêmok gelemperî bi kulilkên xwe ya zerrîn xwaş tê naskirin. Serê çîçeka wê ya zer demek şunda diqulipe dibe gilover, wek topekî zîv tê xuyandin û bi ba va hemu rîşêyê wê belav dibe.

Taybetmendiya xizêmokê

Taraxacum officinale li ser kokê yekrîşe da heşîn dibe. Li ser koka xwe de ji hejmarên navbera 1-10 qemçik derdixe û her qemçik nabvera 5-40 cm 2.0–15.7 in) dirêj dibe. Hin caran ji heta 70 santîmê digihîje. Qemçika wê caran bi rengê binefşiya vekirî dibe û qemçik tîkayî û sist e. Dirêjahiya kulilkê wek dirêjahiya belge an jî bilintir e. Belgên xizêmok caran bi tîkayî caran jî bi asoyî mezin dibe. Pêkoka belgên wê hene û bêlgên wê him bê çengkirî him jî bi çengên teng va ne. rûyê qemçika wê bê mû an jî bi mûyên kurt va hatiye girtin.

Belgên wê 5-45 cm dirêj û 1-10 berfirehî, bi şeklê lakêşe e û hekî dibe û ji serî belgesi heta bin pêkokê hedî hêdî teng dibe.

Fêkiya wê re cypselae (Sîpsela) tê gotin û bi rengê ji kesk û qehwerengîya zeytûne heta gewr dibe. Şeklê wan oblanceoloid[çavkanî hewce ye] e û 2-3 mm dirêj in û nikilên zirav le da heye. Fêkiya wê de ji 4 heta 12 parsû hene. Kenarê parsûyê tûj e. 24-40 cot kromozomê wan heye caran jî hin 16-32 cot in.

Tomarên berdîne (fosîlî)

Dîroka berdimê Xizêmok (T.officinale) ku li Ewropayê hate dîtin digihîje serdema qeşayiyê û navdema serdema qeşayî.

Ekolojî

Xizêmok 
Zeviyê xizêmok li Weiler, Awistirya

Welatê xizêmokê Asya û Ewropa ye. Amerîkayê wek berhema xwarinê hat itxal kirin û pişt re di nav bajarên Amerîkayê de belav bû.

Bikar anîn

Xizêmok cem kanunçêkeran û baxçevanan wek ade û kinif tê hesibandin û bo nanpêjî zehf tê bikaranîn. Bi pêlen tancikê va şêrabê xizêmok tê çêkirin. Bi qemçika wê ya heşîn va selete tê çêkirin. Bi rîşa wê re jî qehwe tê çêkirin. Li cem xwecihên Amerîkayê wek gihayên bijîşkî tê bikaranîn.

Dermanê Giyayî

Xizêmok li Ewropa, bakûrê Amerîka û Çînê di bijîşkiya kevneşopî de tê bikaranîn

Nanpêjî

Xizêmok 
Tebaxek bi belgên xizêmokên kelandî û birincê wehanî

Belgên xizêmok bi kelandî, xav û bi şiklên ciyawaz tê xwarin, wek şorbe û selete.. bi piranî belgên gihîştî tên kelandin û belgên negihîştî u nevekirî di nav selete bi şiklê xav tê xwarin. Tehma belgên xav hibkekî tehl e. Seleteya xizêmok gelen caran bi hêka kêlandî re tevlî hev dibe û tê xwarin. Bêlgê xizêmok beta-karoten, vîtamîn C, hesin dihundirîne û hejmara wan nav belgê da zef e. Bi Kulilka xizêmok va şerab tê çê kirin û bo çêkirinê şerabê pir tarîfa pêjtinê heye. Bi wê re Vexwarinên din jî tê çê kirin, li îngîlistanê vexwarinê xizêmok bi navê Dandelion and burdock va zef navdar û popûler e. Bikar Anîna din jî çêkirina rîçal e. Li Polonyayê de bi taybetî di bajarê sîlesîa û bajarên dinê da wek xoş av tê çêkirin û lîmon jî tê xistin . Koka xizêmok jî çêkirinê qehweyên bê kafêîn da tê bikar anîn.

Bêjenasî

Navê Taraxacum ji peyva erebî taraxşaqun an jî taraxşagog hatiye afirandin. Wateya ‘’taraxşaqun’’ giyayê tehl e. Her wekî peyvê yewnanî jî Ταρραξος (tarraksos) (ku wateya wî "qesirandin" e) tê hesibandin.

Wêneyên xizêmoke

Çavkanî

Tags:

Xizêmok Taybetmendiya xizêmokêXizêmok Tomarên berdîne (fosîlî)Xizêmok EkolojîXizêmok Bikar anînXizêmok BêjenasîXizêmok Wêneyên xizêmokeXizêmok ÇavkanîXizêmokAsteraceaeBeybûn

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

CivakŞehrîbana KurdîHeval ÎbrahîmGulanXoranisGola WanêRSSBasketbolDiyarDîlokMaltaNaveroka azadQizilbaşKeremê QolaxasîDimilî (eşîr)TutankhamunMeletîYaşar KemalCemilê SeydaÎncîlWiki CommonsAştîSîpanê XelatêLouis XIVDêrsim (herêm)Arif ZêrevanChristy WhiteKomara Kurdistanê20ê tebaxêApple SafariTehranDas ErsteBatman (parêzgeh)CMSBrîtanya MezinSîpan XelatHollywoodBêcirmanMacintoshZaxo (navçe)Game of ThronesTirkMatematîknasDinya (gerstêrk)Emîn FewzîXelfetî (navçe)Şerê DimdimêCelâl ŞengörZimanê rûsîLuscious LópezDRMKomediya XwedayîTevgera NucebaSêwas (parêzgeh)Hozan ComertKurdên lekMamekîZimanê erebîSeksa oralTil XelefCem ErseverXetay (parêzgeh)2004HarbûnLîsteya navên kurdîGirê MirazanLondon🡆 More