Tengava Macellan (Latînî: Fretum Magellanicum) tengaveka navbera parzemîna Emerîkaya başûrî û çend giravan ji hev veqetandî ye.
Ew ji 1881an vir ve di sînorên Şîlîyê de dimîne.
Tengava Macellan | |
---|---|
Koordînat: 54°Bş 71°Ra / 54°Bş 71°Ra | |
Dewlet | Şîle |
Li beşa îdarî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dirêjiya vê tengavê dora 670 km ye û firehiya wê ya herî kêm dadikeve heya 4,5 km. Tengav Okyanûsa Atlantîk û Okyanûsa Pasîfîk bi hev ve girêdide. Heya çêkirina Kanala Panamayê xwedî girîngiyeke mezin bû.
Tengav di sala 1520'an de ji hêla deryagerê Portugalî, Ferdinand Magellan ve hatibû kifşkirin û bi navê wî hatibû binavkirin. Lê Magellan wexta ku ev kanal kifş kiribû, bi navê Estreito de Todos los Santos (Tengava Herî Pîroz) binavkiribû.
Nivîskar û lêkolînerê Îngîlîzî Gavin Menzies di pirtûka xwe ya bi navê 1421 - Wexta ku Çîn dinyayê Kifşdike de îddîa dike ku Çînîyan, beriya Macellan, ew di sala 1421/22an de vedîtine.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Tengava Macellan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.