Phoenicopterus antiquorum
Sorewîlk | |
---|---|
Demê ku sorewîlk difire, pûrtên sor an pempeyî xuya dikin | |
Rewşa parastinê | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Phoenicopteriformes |
Famîle: | Phoenicopteridae |
Cins: | Phoenicopterus |
Cure: | P. roseus |
Navê zanistî yê latînî | |
Phoenicopterus roseus Pallas, 1811 | |
Hevwate | |
Sorewîlk an flamîngoyê mezintir (Phoenicopterus roseus), cureyekî flamîngoyan (Phoenicopteridae) e.
Sorewîlk ku bi berfirehî belav dibe li hinek herêmên parzemîna Afrîkayê. Sorewîlk li beravên Pakistan û Hindistanê li başûrê Asyayê tê dîtin û li Spanya, Albanya, Tirkiyê, Kurdistan, Yewnan, Kîpros, Portûgal, Îtalya û herêmê Kamargê li Fransayê jî tê dîtin. Hindek gelheyên sorewîlkan pirr dûr koçber nabin.
Sorewîlk ji navê wî de xuya ye ku ew cureyê mezintir di nav flamîngoyan de, ku dirêjiya wî di navbera 110-150 cm û giraniya wî di navbera 2-4 kg ye. Lê sorewîlkekî nêr ku dirêjiya wî gihîşte ta 187 cm û giraniya wî gihîşte 4.5 kg gor ku hatiye tomar kirin. Sorewîlkê mezintir nêzî Flamîngoyê Amerîkayê û Flamîngoyê Çîliyê ye.
Sorewîlk ta 60 salî an bêtir dijî di rewşa girtinê de gor baxçeyê lawiran li Baselê. Sorewîlkê tewerê bi temen mezintir yê nas ew e, ku bêtirî 77 salî ye li baxçeyê lawiran yê Adelayid li Awistralyayê rûniştî bû ji sala 1933an de û ew li wir bû (dema 2011an).
Yek caran ku sorewîlk li çiravê şor ya Kutç li Hindistan û Pakistanê ser kabloyên elektrîktî bi hêza 1000 watên elektrîktî disekine an rûniştî be nêzî jîngehê xwe, tê sotin û kuştin.
Impratorên romanan zimanên sorewîlkan nolê xwarinên xweş dihesibandin.
Li Wiki Commons medyayên di warê Sorewîlka mezintir de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Sorewîlka mezintir, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.