Rewşan Çeliker (jdb.
1980 li Tetwan, Bidlîs, Bakurê Kurdistanê) stranbêj, bestekar û kemanjeneke kurd e.
Rewşan Çeliker | |
---|---|
Jiyan | |
Navê jidayikbûnê | Rewşan Çeliker |
Jidayikbûn | 11ê îlona 1980an (43 salî) Tetwan, Bêdlîs, Bakurê Kurdistanê |
Cureyê muzîkê |
|
Pîşe |
|
Amûr |
|
Salên çalak | 2015 - niha |
Etîketa qeydê |
|
Malper | www |
biguhêre |
Rewşan Çeliker di sala 1980an li navçeya Tetwan a bi ser parêzgeha Bidlîsê ve ji dayik bûye û heta 13 saliya xwe li Bedlîsê jiyan kiye. Di temenê biçûk de bi sitranbêjiyê re eleqedar dibe û fêrê jenandbûna gîtarê dibe. Di temenê 13 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Mêrsînê dibe û perwerdehiya xwe ya lîseyê li wir qedandiye. Piştê qedandina lîseyê li Zanîngeha Enqereyê Beşa Şêwirmendî û Rêhberiyê ya Psîkolojîkê dixwîne. Rewşan Çeliker di dema xwendina xwe ya lîsansê de perwerdeya muzîk û şanoyê jî werdigire.
Rewşan Çeliker yek ji damezrînerên Orkestraya Muzîka Fîlman a Stenbolê (IFMO) e û bi Orkestraya Pera Jazz, Orkestraya Odeyê ya ITU, Koma Muzîka Hemdem, Orkestraya Semfonî ya Melodiyên Aştiyê û Muzîka Fîlman a Stenbolê re di gelek festîval û çalakiyan de wek kemanjen beşdarî konseran bûye.
Bi koma Acustic Moods û Horizon bi enstrumanê kemanê û bi awayekî vokal cih girtiye. Di heman salê de di Projeya çandî ya Ewropayê de bi Orkestraya Senfonî ya Melodiyên Aştiyê li Ermenistan û Gurcistanê bi dîmenderê orkestrayê Aram Talalyan re xebatên xwe berdewam kirine.
Arşîvên muzîka kurdî yên Radyoya Êrîvanê û Bexdayê û berhevokên bestekarê ermenî Gomidas Vartabed di nav repertuwarê wê de xwedî cihekî girîng e.
2018: Ax Lê Wesê (Digitalent)
|
2020: Tov (CK Music)
|
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Rewşan Çeliker, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.