Pêjgeha Fransî

Pêjgeha fransî (bi fransî: Cuisine française) pêjgeha neteweyî ya Fransayê ye.

Taybetiyên pêjgeha fransî, sala 2010'ê ji aliyê UNESCO'yê wekî dewlemendiyeke cîhanê hat îlankirin û ket bin parastinê.

Pêjgeha Fransî
Binikek ji foie grasê
Pêjgeha Fransî
Ji xwarinên sereke û tradîsyonal pot-au-feu.
Pêjgeha Fransî
Xwarinên fransiyan xemilandî ne
Pêjgeha Fransî
Xwarineke ji bîftekê
Pêjgeha Fransî
Penîrên fransiyan

Xwarin-vexwarinên fransî di cîhanê de navdar in. Fransî bi dewlemendiya xwarinên xwe, dab û nêrîtên servîskirinê, kalîte û kibariyê tên naskirin. Bo fransiyan xwarin karekî girîng e û di jiyana mirov de cihekê wê yê girîng heye. Fransî bo têrxwarinê naxwin, hewl didin ku destexaneyê (sifre) bixemilînin, xwarinên çêjdar bixwin û xwarinê şên bikin.

Hîmên pêjgeha fransî bi giranî di serdema navîn de hatine danîn. Fransiyan bi sedsalan kolonyalîstî kirine. Ji seranser cîhanê xwarinên koloniyan anîne, di pêjgeha xwe de ceribandine. Di sedsala 16em de xwarin, aşpêjî û aşpêjan, di nava çînên serdest de qîmeteke mezin dîtine. Dewlemendan dixwestin xwarinên herî xweş bixwin, aşpêjên herî baş ên wan bin. Hêj di sedsala 16em de pêşbaziyeke wiha rûdaye.

Fransiyan tevahiya dewlemendiya pêjgeha Deryaya Navîn di xwe de hewandine, xwarinên wê bikategorî kirine, norm ê terîfeyên wê standard kirine. Bandora pêjgeha fransî gelek li ser pêjgeha Ewropayê heye. Di nava herêmên dîrokî yên Fransayê de ji aliyê xwarin-vexwarinan ve cudahî hene.

Taybetiyên pêjgeha fransî

Penîr, jambon, midye, kevjala deryayê (îstakoz), canberî, masî û çêjên deryayê yên din, arxavk, goştê mihê, parî (schnitzel), kuvark, xwarinên ji hevîrê, hêyavkên rengîn gelek tên xwarin. Aşpêjxaneyên herî bikalîte li navenda Parîsê ne. Şeraba herî bitehm û navdar jî, ya fransiyan e. Gava mirov behsa Fransayê dike, penîr, nan û şerab bibîr tê. Li dora 1000 cureyê penîr tên çêkirin. Li Fransayê dewlet girîngiyeke mezin dide pakijî û hîjyena aşpêjxaneyan (restorant), birêkûpêk kontrolan dike.

Taştê

Kulîçe, kate (bo mînak croissant), rûnê nivîşkê, kafê (qehwe), kremayên çîkolateyê, herwiha fêkî yan wekî kurdan heşîniyê dixwin.

Fransî heya ji wan tê dirêj dimînin li ser destexaneyê (sifre). Him xwarinê dixwin, him suhbetê dikin. Kurd jî bi zivistanê û demên fireh de, hez ji suhbeta li ser destexaneyê dikin. Bi havînê û demên xebatê de ev derfet bidest nakeve. Li Fransayêfastfood roj bi roj bipêş dikeve lê fransî di aliyê fastfoodê de ji welatên din ên Ewropayê cudatir e, kêm bala xwe didin fastfoodê.

Şîv

Şîv ji sê qoran pêk tê, hors d'oeuvre (ordoêvr) ango xawarina sivik, xwarina sereke yan giran û dawiyê şîranî, nan, selete, penîr an şerab. Kurd şîva germ dixwin. Berê di palasên mîr û dewlemendan de selete, qehwe pirr dihatine bikaranîn.

Girêdanên derve

  • Martin Batzner: Haute Cuisine: Kulturgeschichte der französischen hohen Küche, 2007, ISBN 3-8364-0505-9 (almanî)
  • Auguste Escoffier: Kochkunstführer (Original: Le Guide Culinaire), 1921, ISBN 3-8057-0384-8 - Der historische Klassiker der französischen Küche. (almanî)

Tags:

Pêjgeha Fransî Taybetiyên pêjgeha fransîPêjgeha Fransî TaştêPêjgeha Fransî NavrojPêjgeha Fransî ŞîvPêjgeha Fransî Girêdanên dervePêjgeha Fransî2010FransaUNESCOZimanê fransî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

AvHozan ComertLostroffMalbata BedirxaniyanQerejdaxDas ErsteZimanê ketelanîTara MamedovaDînoSeîdê NûrsîDimilî (eşîr)Şêx Rizayê TalebanîKadir ÖzkayaEhmedê XanîÇiçikRojhilata KurdistanêÇanakkaleGirê MirazanHecî Qadirê KoyîMuawiye IGunWolfgang Amadeus MozartMehmet ŞimşekKurdistan TVPêşmergeDûpişk (kêzî)FosforAndroidDîrokAvestaMîr MuhemmedDilşad SeîdHawpaRojbîn QizilKamiran Alî BedirxanGaffar OkkanDîcleŞivankaranSalah SadallahKoma gindorikên keyanNûrî DêrsimîDestpêkDîroka Rojavaya KurdistanêSiyabend û Xecê (destan)Peyami SafaLîsteya Serokên Dewletên Yekbûyî yên AmerîkayêHarbûnYekê GulanêMeryem XanMêrsînFerhat KurtayÎrîsSêrtCezayê mirinêTorqÇiyayê AgirîÎmad selîmSerhildana DêrsimêAzerbaycana Rojava (parêzgeh)Hikûmeta Herêma KurdistanêQuz (vûlva)Bahoza DanielHesenan (eşîr)NîjadperestîGönül DilanRojkî🡆 More