Notron, carina wek nyotron an nutron an jî neutron tê nivîsandin, li fizîkê, yek ji kerî yên atomê ye ko çi barekê karevayî nîne û bariste yê wê 939.573 MeV/c² (1.6749 × 10−27 kîlogram, piçekê zêdetir ji protonê) ye.
Zivirîna wê li dor xwe ½ e. Dijkeriya wê dijnotron e. Notron û proton bihevra navokê pêkdiînin.
Navoka piraniya atoman (hemî îzotopên tebitî bil ji îzotopa belav ya haydrojinê, prosyûm, ko tenê ji protonekê pêkhatiye) ji notron û protonan pêkhatine. Hijmara notronên navokê îzotopên hîman anko elementan diyar dikit (jibo mînak, navoka Karbon-12 ji 6 protonan û 6 notronan pêkhatiye û navoka Karbon-14 ji 6 proton û 8 notronan). Îzotop atomên elementan in ko hijmara wan ya atomî wekhev e lê jiber hindê ko hijmara notronên wan ne wekî hev e baristeyê wan jî newekhev e.
Notronê du quarkên jêr û quarkeka jor heye. Bi vî awayî, notron wekî baryon dihêt sinfandin.
Li derveyî navokê, notrona azad bêtebat e û temenê navinc jibo mana wê 885.7±0.8 saniye anko çirke (nêzî 15 deqîqeyan) ne û elektronek û dijnutrînoyekê ji xwe der dikit da bibit protonek.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Notron, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.