Mala Xalidê Reşo ji navçeya Silopî`ya ne û eslê xwe ji Silopî ne.
Berê Nav û Dengê wan jî di navçeya Silopî`ya de hebûn, lê bes niha gelek kes wan û tukes tuksê nas nakin. Bav û Mirovên me digotin, hinek ji wan birin Iskerîya Tirkan û hêdî nezivirîn mala xwe û tukes nizane çi bi serê wan hat! Serhatîyên me ji mere digotin, wextê Iskerê Tirkan hatin malên me, gelek li Abdurrahmanê Xalid xistin, ku ew bi wan derb û birînan jî emrê Xwidê kir. Gelek ji me ne Bavpîr ne jî Pîrika xwe dîtine. Wextê ku Bavpîrê me emrê Xwidê kirin, Pîrika me mêrek din kir û zarokên xwe hêlan tinê. Ev zarok hemî jî hê heta 10 saliyê bûn. Wextê meta bavê me Rehîma Xalid pîreka Seîdê Hemo ew gotin sehkir, ew hat ser malê û guhê xwe da van zarokan; bav, herdu ap û metan ve.
Abdurrahman ê Xalid ê Reşo: Abdurrahman kurê Xalid bû, Xalid jî kurê Reşo bû. Niha jî 3 kurên Abdurrahman hene; Abdurrahîm, Mihemed Alî, Abdurrahman. Ev jî zewicîne û zarokên wan û zarokên zarokên wan jî hene.
Mala Xalidê Reşo: Reşo; bavkalik, Xalid; bavê Abdurrahman, Asya, Rehîm, (Cangîr), Abdurrahman; kurê Xalid. Emîne, Abdurrahîm, Mihemed Alî, Abdurahman jî zarokên Abdurahman ê Xalid in.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Mala Xalidê Reşo, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.