Laz (bi lazî: ლაზი Lazi; tirkî: Lazlar; bi gurcî: ლაზი, lazi; yan ji ჭანი, ch'ani) navê gelekî ye ku îro bi piranî li herêma Deryaya Reş li parêzgehên wekî Artvîn û Rizeê li Tirkiye û li rojavayê başurê Gurcistanê jî li herêma Acaristanê dijîn.
Laz di dîrokê bi lazî axivîn e lê piranîya kesên wan îro bi tirkî yan ji gurcî diaxivin. Herêmên ku lazan lê jiyan dikirin, di dema Osmanîyan de bi navê Lazistan (Welatê lazan) hatîye zanîn.
Gelhe tevahî | |
---|---|
150.000 - 1.000.000 | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Tirkiye | 103.900 (gorî ethnologue) 150.000 - 500.000 500.000 - 1.000.000 |
Gurcistan | 2.000 - 3.000 |
Almanya | 1.000 - 1.500 |
Rûsya | 160 (sensûs 2010) |
Ziman | |
Lazî, Gurcî, Tirkî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Sunî) û Ortodoks (li Gurcistanê) |
Bav û kalên gelê Laz ji hêla gelek nivîskarên klasîk ve ji Scylax bigire heya Prokopîus û Agathias têne gotin, lê peyva Lazî di zimanê latînî de (bi yewnanî: Λαζοί, romanîze kirn: Lazoí), xwe yekemcar ji hêla Plinî ve li dora sedsala 2an berî zayînê têne vegotin.
Li perên Derya Reş û li hin komarên berê yên YKSS dijîn. Neteweya Laz Qefkasî ye.
Piraniya Lazên îro li herêmek ku jê re dibêjin Laziǩa, Lazistan, Lazeti an navê Lazona dijîn ku bi kevneşopî ji hêla gelê Laz ve li bakurê rojhilatê Tirkiyê û başûrê rojavayê Gurcistanê dijîn. Ji aliyê erdnîgarî ve, Lazistan ji rêze newalên teng û asê pêk tê ku ber bi bakur ve ji deşta Çiyayên Pontî (bi tirkî : Anadolu Dağları), ku wê ji Geliyê Çoruhê vediqetîne, û ji rojhilat-rojava li perava başûrê Deryaya Reş dirêj dibe. Lazistan li Tirkiyeyê bi rastî peyveke qedexe ye.
Zimanê Lazan an jî Lazî yek ji zimanên Qefqasî ye û nêzîkî zimanê Gurcî ye.
Edebiyata wan a gelêrî bi devkî hatiye veguhestin û bi awayekî sîstematîk nehatiye tomarkirin. Faik Efendi di salan 1870an de ji bu avakirina nasnameya çandî ya Lazîyan ya cihêreng û afirandina zimanekî edebî û edebiyatê, ji aliyê desthilatdarên Osmanî ve hat girtin û piranîya berhemên wî hatin tunekirin. Di salan 1930an de di dema otonomiya çandî ya nisbî ku ji hindikahîyan re hat dayîn, edebiyata Laz ya nivîskî - li ser bingeha tîpên Lazîyan - li Komara Sovyet a Sosyalîst a Gurcistanê derket, ku îdeolojiya Sovyetê bi xurtî serwer bû. Helbestvan Mustafa Banişi pêşengiya vê tevgera demkurt kir, lê formeke standard a fermî ya zimên tu carî nehatî damezrandin.
Pêjgeha laz ji xwarin û vexwarinên lazan re tê gotin. Li Tirkiyeyê ji ber siyaseta pişavtinê, demekê dirêj hebûna lazan jî dihate înkarkirin, ji wan re Karadenizli - ji xelkê Deryaya Reş digotin. Niha jî bêjeya Karadenizli piranî bo lazan tê bikaranîn û ji xwarin-vexwarinên lazan re jî herwiha Karadeniz Yemekleri - xwarinên Deryaya Reş dibêjin.
Masî, bi taybetî kîlke cihekê giring digire, di xwarinên lazan de. Xwarinên ji hevîrê, berhemên şîr, tirşîn, hêyavk, şorbe, kilor, tiyanên curbecur ûêd pêjgeha laz dixemilînin. Kelem, lazût, lovî (fasûlî, lobiye), îsot gelek tên bikaranîn.
Li Tirkiyê pirsgirêkên vê gelî gelek in. Dûgela Tirk wekî Kurd û netweyên din hebûna Lazan jî înkar dike û polîtikaya pişavtinê dimeşîne. Pirraniya Lazan êdî nikarin bi zimanê zikmakî biaxivin. Ziman û çanda Lazan di bin xetereyê de ye, li ber windabûnê ye.
Ji bo Lazan dibêjin "Kurdên deryadîtî" û hin karekterên Lazan û Kurdan dişibînin hevûdu.
Di çanda devkî ya Kurdan de jî navê Lazan pirr derbasdibe. Laz di çanda Kurdî de wekî "gelê cîran, merd, wekî Kurdan, wêrek, zîrek hwd" tên nirxandin. Di nava gelê Kurd û Laz de dostaniyeke pirr kûr hebû. Mixabin dûgela Tirk herêma Derya Reş bi pirranî assîmîle kir û bi hestên vê gelê leyîst. Laz di kûltûra Tirkan de pirr neyînî cihdigire. Tirk bi Lazan qerfê (henekê) xwe dikin, wan wekî kêmhiş didin nîşandan. Hemî pêkenokên Tirkan li ser vî gelê bindest in.
... Hêviya me li jor bi Xwedê ma
|
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Laz, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.