Kurdiya jêrîn yek ji zaravên zimanê kurdî ye.
Kurdiya jêrîn | ||
---|---|---|
Kurdî xwarig, kurdî | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Îraq | |
Herêm | Kurdistan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 4 milyon heya 6 milyon be Kelhurî, Lekî û Hewramî diaxiwin | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | sdh | |
Nexşeya Zaraveyên Kurdiya jêrîn |
Kurdiya jêrîn/başûrî yek ji tayên zimanê kurdî ye ku pitir nêzî kurdiya navîn an soranî ye. Ji ber ku kurdiya jêrîn ketiye navbera farisî, lurî, soranî û hewramî taybetmendiyên xwe hene. Herwiha li gor ol û ayîn jî pitir kurdên yarsan û şî'e bi devokên jêrîn diaxvin. Îro pitir ji çar milyon kes bi kurdiya jêrîn diaxivin.
Kurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.
Kirmaşanî | Soranî | Kurmancî | Zazakî | Hewramî |
---|---|---|---|---|
Min | Min | Ez, Min | Ez | Amin, Min |
Tu | To | Tu, te | Ti, To | To, Etû, Tû |
Min kem | Min dekem | Ez dikim | Ez kenu | Amin/Min mekerû |
Min çim | Min deçim | Ez diçim | Ez Şonu | Min milû |
Fere, fire | Zor | Pir, Gelek, Zaf | Zaf | Zor/fira |
Wit | Got/Wit | Got | Vat | Wat/vat |
Îrenge, Îse | Êsta | Niha, Vêsta, Nika | Nika | îse |
Hat- | Hat- | Hat- | ame- | ame- |
Deng | Bang, Deng | Deng | Veng | Deng |
Gewre, Qeü | Gewre | Gewre, Gir, Mezin | Pîl | Gore |
Wa | Ba | Ba | Va | Va/Wa |
Waran | Baran | Baran | Varan | Baran |
Xeraw, Gen | Xirap | Xirab/genî | Xirab | Xirab |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Kurdiya jêrîn, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.