Gerrusî zaravayekî Kurdî ye, ku li girtûperê (derdorê) bajarê Bîcarê tê axaftin û wisa yek ji devoken Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr nas dibe.
Gerrusî bi zaravayên soranî û Kirmaşanî û Lekî bi pirr nêzî ye.
Gerrusî | Soranî | Kirmaşanî | Lekî | Kurmancî |
---|---|---|---|---|
mi, min | min, emin | min, mi | mi, min | ez, min |
to | to, eto | tû, ti | tû | tu, te |
ew, o | ew, o | ew, o | ew, o | ew, we |
îme | ême | îme | îme | em, me |
îwe | êwe, engo | îwe, yûwe | hûma | hûn / hewe, we |
ewan | ewan | ewan | ewan | ew, wan |
Rêzimanê Gerrusî mîna zaravayên Kurdiya navîn û Kurdiya Başûr yên din e. Tenê li Gerrusî de (mîna Kirmaşanî) mirov dikare jibo çê kirina demê nikayî hem "di-" bi kar bîne hem jî ne. Belam (lêbelê) carna demê nikayî tenê bi "di-" tê çê kirin:
Gerrusî | Soranî | Kirmaşanî | Lekî | Kurmancî |
---|---|---|---|---|
mi mirim/dimrim | min demrim/emrim | min mirim/dimrim | mi memrim | ez dimirim |
to keyd/dikeyd | to dekey/ekeyt | tû key/dikey | tû mekey | tu dikî / tu dikey |
ew mînî/dimînî | ew demênê/emênêt | ew mînî/dimînîd | ew memînê | ew dimîne |
îme wînîm/dûynîm | ême debînîn/ewînîn | îme diwînin/dînîm | îme mewînîm | em dibînin |
îwe diron/doron | êwe deron/eron | îwe diron/doron | hûma meron | *hûn diherin |
ewan dîyên | ewan dên/tên | ewan dên | ewan mîyen | ew tên / ew dihên |
Gerrusî | Soranî | Kirmaşanî | Kurmancî |
---|---|---|---|
kenî | kanî | kanî | kenî, kanî |
kûwe | kêw, kêf, ko | kîf | çiya |
hûrd | wird | hûrd | hûr |
hûşk | wişk | hûşk | hişk |
xwastin | wîstin, xwastin | tûwastin | xwastin |
hûz, dê | gund, dê | dê | gund, dî |
deng | deng | deng, hena | deng |
sîye | reş, sîya | reş, sîye | reş |
çew, çow | çaw | çew | çev, çav |
we | be | we | bi |
wirsî | birsî | birsî | birçî, birsî |
bîn | bûn, bîyîn | bîn | bûn, *bîn |
çîn | çûn, çîn | çîn | çûn |
ayîme | êste | îse | nûha, aniha |
.....
Helbestvan: B. Q. Daxî, ji pertoka wê ya "Delaqey Derya (Helbest Bi Kurdiya Gerrusî)
Werger:
....
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Gerrusî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.