Hevrîn Xelef: Siyasetmedar û endazyar ê Kurd

Hevrîn Xelef (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Hevrin Khalaf) (jdb.

15ê çiriya paşîn a 1984an li Dêrika Hemko, Rojavayê Kurdistanê, Sûrî - m. 12ê çiriya pêşîn a 2019an nêzîkî Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê, Sûrî), endezyar û ramyareke kurd a ku sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû. Ew di 12ê çiriya pêşîn a 2019an de li operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û kurdên Rojavayê Kurdistanê, di encama kemîneke çeteyên Ehrar eş-Şerqiyeyê[çavkanî hewce ye] de li ser rêya Diwelî ya bajarê Qamişlo hate kuştin.

Hevrîn Xelef
Hevrîn Xelef: Jiyana wê, Kuştina wê, Çavkanî
Hevrin Xelef ( 2019)
Jiyan
Jidayikbûn15ê çiriya paşîn a 1984an
Dêrika Hemko
Mirin12ê çiriya pêşîn a 2019an
PîşeEndezyar, Ramyar
biguhêreBelge

Jiyana wê

Hevrîn Xelef di 15ê çiriya paşîn a 1984an de li Dêrika Hemko hat dinyayê. Ew ji malbateke welatparêz bû. Hevrînê xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehiyê li dibistanên Dêrikê bi dawî anî. Wê di sala 2009an de beşa endezyariya çandiyê li Zanîngeha Helebê qedand û dû re li devera kurdî ya xweserî li bakurê rojavayê Sûriyê cihekî payebilind wergirt. Hevrîn Xelef di sala 2012an de yek ji damezirînerên Weqfa Zanist û Ramana Azad bû. Di sala 2015an de, ew cîgira serokê komîsyona wizeyê ya herêma Cizîrê bû. Ew di sala 2016an de bû hevseroka desthilata wizeyê. Partiya wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, di sala 2017an de li dû dagirkirina Reqayê ji koma Dewleta Islamî beşdarî rêveberiya bakurê Sûriyê bû. Xelaf beşdarî gotûbêjan bû bi Dewletên Yekbûyî, Fransa û şandeyên din re. Ew ji bo karînên xwe yên dîplomatîk dihat nasîn. Xelef li ber zêdebûna xweşbînî û yekîtiyê di nava mesîhî, ereb û kurdan de xebitî.

Kuştina wê

Rojnameya Daily Telegraph ragihand ku rayedarên kurd digotin çeteyên serhildanê erebeyek zirxî ya Hevrîn Xelef rê girtin.

Xelef yek ji wan sivîlan bû ku di rojên yekem ên operasyona leşkerî ya piştgiriya Artêşa Tirkiyê de hat kuştin, ligel Obsavdêrîya Sûrî ya jibo mafên mirovan ragihand ku neh sîvîl hatin îdamkirin li demên cûda li başûrê bajarokê Girê Spî.

Artêşa Neteweyî, komeke serhildêr ku ligel Tirkiyeyê şer dike, berpirsyariya kuştinê red kir.

Çavkanî

Girêdanên derve

Tags:

Hevrîn Xelef Jiyana wêHevrîn Xelef Kuştina wêHevrîn Xelef ÇavkanîHevrîn Xelef Girêdanên derveHevrîn Xelef12ê çiriya pêşîn15ê çiriya paşîn19842019Alfabeya erebîAlîkarî:ÇavkanîDêrika HemkoEhrar eş-ŞerqiyeEndezyarîHêzên Sûriya DemokratîkQamişloRojavayê KurdistanêSiyasetmedarTîpguhêziya latînî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Google ChromeBatman (parêzgeh)Wiki CommonsHeilongjiangAzerbaycana Rojava (parêzgeh)Sîpanê XelatêTirşoApple SafariMîr MuhemmedYewnanistanÇînMazlum DoğanEnqereCemîl Sidqî ZehawîLîsteya êlên kurdanAram XaçatiryanÇiyaTara MamedovaQoçgîr (navçe)Gulistan PerwerAwat BokanîEhmedê Fermanê KîkîKûsî jî dikarin bifirin (fîlm)XwezaDomainŞerîf OmerîEmîn FewzîZêtkaMîr PerwerKomara KurdistanêMuhemmedKobanîDaysam ibn Ibrahim al-KurdiARDArzepRecep Tayyip ErdoğanMirîşkZimanê ketelanîAsteroîdViyetnam7ê îlonêKurmancîLady GagaKurdiya navendîGäufeldenHecî Qadirê Koyî1933PaytextNRT TVMalperQehweya kurdîChristy WhiteXîronMehmet ŞimşekBêskan (eşîr)Rojbîn QizilGergerîNelson MandelaŞîlanSeyda PerînçekHewlêrWêjeya kurdî🡆 More