Estetîk, ciwankarî, bedewkarî, gewzîn yek ji şaxên felsefeyê ye, li ser angaşta bayax û hêjatiyê radiweste.
Di jiyanê de di gelek waran de tê bikaranîn. Wekî bêjeyek, ji bo heyberên giranbiha tê gotin.
Mirov dikare tiştên berbiçav jî yên razber jî binirxîne. Herwiha mirov dikare hest û hişmendiyê jî qedibilind bike. Fîlozofiya hunerê estetîkê hinek jî wekî armancê dibîne. Estetîkhez, di hest, hiş, kiryar, çalakî, huner, kar ûed de li qedirbilindiyê digere.
Estetîk ne teqez û ferzîne ye, guherbar e. Tiştekê îro dikare biestetîk be lê sibeyê nebe. Wekî tevahiyan nirx û darazdanan, estetîk jî ne ferzîne ye.
Cara pêşîn sala 1735ê Alexander Gottlieb Baumgarten ê alman wekî dîsîplîneke fîlozofiyê nirxandiye, bingeha wê avêtiye. Ew ji bandora ol, îdealîzm, romantîzm û îdeolojiyan azade li ser babetê rawestiyaye[çavkanî hewce ye].
Ji berê de mirovan xwestine jiyan û nêrîna wan ciwantir, biestetîktir bin. Greka antîk, îraniyan (kurd, faris ûed), çînî, fransî, îslam, xiristiyanî, misirî û gelekan estetîka jiyanê pêş de birine.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Estetîk, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.