Erdheja Şensiyê (bi çînî: 嘉靖大地震 Jiājìng Dàdìzhèn), erdhejekeye ku di serê sibê ya 23 çileya sala 1556an de li Huaxian, Şensî di dema Xanedaniya Ming de qewimiye.
Erdheja Şensiyê 1556 | |
---|---|
34°30′Bk 109°42′Rh / 34.5°Bk 109.7°Rh | |
Dewlet | Xanedana Ming |
Li beşa îdarî | |
Hejmara miriyan | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Piraniya niştecîhên li wir di yaodongs de dijiyan ku şikeftên çêkirî yên di zinarên loessê de yên ku di dema erdhejê de hilweşiyan. Niştecihên herêmê ji ber ku erdhej ber sibê pêk tê, di hindurên şikeftan de di xew de bûn û di binê şikeftên hilweşî de dimînin. Texmînên nûjen ên mirina rasterast a ji ber erdhejê digihîje 100 hezar kesan û zêdetirî 700 hezar kes koçber bûne an ji ber birçî bûnê û ji ber nexweşiyan mirine. Li gorî tomarên împeratoriyê bi tevahî 830 hezar kes winda bûne. Erdheja Şensiyê erdheja herî kujer a tomarkirî ya di dîrokê de ye û yek ji karesatên xwezayî yên herî kujerên di dîroka Çînê de ye.
Huaxian di nav Hewzeya Weihe de ye ku yek ji wan qadan e ku sinorên başûr û rojhilatê Bloka Ordosê pêk tîne. Li aliyê rojhilat hewze bi Pergala Riftê ya Şensiyê berdewam dike. Hewzeya Weihe di dema Paleojenê de wekî bertekek bi dirêjkirina ber bi aliyên bakurêrojava û başûrêrojhilat ve derketiye holê. Piştre jî serdemek tektonîkî ya bêdeng di dema paleojena dereng de, hewzeyên riftê dîsa di neojenê de wekî bersivek dirêjkirina ber bi aliyên bakurêrojava û başûrêrojhilat ve çalak dibe û ev çalakî heya niha berdewam dike. Hewzeyên di Pergala Riftê ya Weihe-Shanxi de bi şikestekên normal ên mezin ve têne dorpêç kirin ku bûne sedema erdhejên mezin ên dîrokî. Hewzeya Weihe xwedan geometrîyek giştî ya nîv-graben e ku bi şikestekên sereke yên kontrolê, wek Şikesteka Huashan û Şikesteka Qinling a Bakur ku sinorên başûr pêk tînin.
Navenda erdhejê li geliyê Çemê Wei ya li parêzgeha Shaanxi, li nêzî Huaxian (niha navçeya Huazhou ya Weinan), Weinan û Huayin bû. Huaxian bi tevahî tê wêran kirin ku zêdetirî nîvê niştecihên bajêr jiyana xwe jidest didin û bi sed hezaran kes dimirin. Li Weinan û Huayinê jî rewş bi heman awayê bû ku li hinek deverên erdhejê bi kûrahiya 20 mêtreyê kûrahî di rûyê erdê de vebûn. Wêranî û mirin berbelav dibin ku erdhej bandor li cihên ku bi qasî 500 kîlomêtreyan dûrî navenda erdhejê dike. Di erdhejê di heman demê de dibe serdema şimitîna axê û ev jî bûye sedema mirinên zêde. Erdhej di dema serweriya qiral Jiajing ya Xanedaniya Ming de çêdibe. Ji ber vê yekê, di tomarên dîrokî yên Çînê de, ev erdhej bi gelemperî wekî Erdheja Mezin a Jiajing tê binav kirin. Di salnameyên Çînê de erdhej bi vî rengî hatiye vegotin:
Di zivistana sala 1556an de, li parêzgeha Şensî û li Şensiyê karesatekî erdhejê çêdibe. Li wîlayeta me ya Hua, bextreşiyên cûrbecûr qewimîn. Çiya û çem cih guhertin û rê hilweşiyan. Li hinek cihan erd ji nişka ve bilind bû û girên nû çêdibûn yan jî ji nişka ve di bin avê de diçûn û dibûn geliyên nû. Li deverên din, çemek di cihekê de teqiya, yan jî erd şikest û golên nû xuya bûn. Kolik, malên fermî, perestgeh û dîwarên bajêr ji nişka ve hilweşiyan.
Erdhejê zirarek mezin dide gelek Stelên Daristana Kevir. Ji 114 Nivîsên Klasîkên Kevir, 40 Nivîsên Klasîkên Kevir di erdhejê de şikestin. Zanyar Qîn Keda erdhejê jiyaye û hûrgilî yên tomar kiriye. Yek encamek ku wî derxist ev bû ku "di destpêka erdhejê de divê mirov ji hindurê malê dernekevin derve. Tenê xwe çok bikin û li bendê bin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Erdheja Şensiyê 1556, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.