Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (bi fransî Institut national des langues et civilisations orientales) li Parîsa paytexta Fransayê ye û li dema Şoreşa Fransayê hatiye damezirandin.
Ew yek ji dameziryayiyên mezin li Fransayê ye ko taybetmenda warê ziman û bajêrwarî yên Asyayê ye. Kurtenav anko kurteya wê INALCO ye û bi awayekê nefermî xelk dibêjnê langzo (bi Fransî Langues O) ko kurtkirî ya peyvên "Langues Orientales", anku "Zimanên Rojhilat" e.
Zêdetir ji 90 zimanan li INALCO'yê dihên hîn û fêrkirin. Ew ziman ev in: zimanên Asyayê, Afrîkayê, Ewropaya Rojhilat, başurê Okyanûsa Aram, zimanên Fîno-Ugrîk û zimanên xwecihî yên Amrîkayê.
Ev bingeh li 30'ê adara 1795'ê, wekî Dibistana Taybetî Zimanên Rojhilatê anko École spéciale des Langues orientales hat damezirandin. Armanca wê ew bû ko zimanên zindî yên rojhilatî ko jibo siyaset û aboriya Fransayê baş bin fêr bike. Vê dezgeha ku çend caran navê wê hatiye guhertin, bi dû re ji dibistaneke taybetî veguheriyaye ser Enstîtuyekê û heta sala 1985'an bi Zanîngeha Sorbonê ve hatiye girêdan. Ji 1985'an û bi sûn ve INALCO'yê statuyeke zanîngeheke serbixwe wergirtiye û ji Sorbonê veqetiyaye. Îroj nêzî 10 000 xwendekarên wê hene ku bi 93 zimanan perwerdehiyê dibînin. Herçî zimanê kurdî ye, ew ji sala 1948'an ve ye ku li INALCO'yê tê perwerdekirin, kesên mîna Roger Lescot, Kamûran Bedirxan, Joyce Blau, Ebdurehman Qasimlo, Michael Chyet, Halkawt Hakem, Christine Allison û Îbrahîm Seydo Aydogan di besê kurdî de mamostetî kirine.
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.