Demenza (bi latînî: dementia „bêî ruh“) navê komeke nexweşiyên fonksiyonên bîrkan û mejiyê ye.
Bi temendirêjiyê ve ji ber hin guhertinên mejiyê, dikare di bîrkan, axavtin û tevgeran de hilweşîn, qelsbûn pêk were. Ji nişka ve yan di demeke dirêj de mirov di plansaziyê, oryantasyonê, hîs û tevgerên xwe de dikeve nav pirsgirêkan.
Bêî nexweşiya demenza jî, di kesên temenê wan ji 65'î zêdetirin de 2-4 % û yên ji 85'î zêdetirin de 20 % windabûna bîrkanê dibe. Demenza prosesê bipêştir dixe û mirov dixe nava sîmptomên awarte.
Bêjeya demenza cara pêşîn di sedsala 18emîn de kete lîteratûrê. Lewra kesên ev nexweşî bi wan re hebûn, ne tenê di warê tendurustî û aboriyê de, herwiha di dadê de jî dibûn sedemên pirsgirêkan. Bo mînak di dadgehan de şahîdî û bersûciya wan jiber kû wan ne wekî herkesê hertiş bibîrdianîn, gelek problem derdiketin.
Cara pêşîn Eugen Bleuler di sala 1916'î de ev nexweşî bi dorfirehî raxist ber çavan. Gorî binavkirina nûjen an nexweşiyan sala 1951'î ICD-10 û DSM-IV bûn kodên vê nexweşiyê.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Demenza, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.