Ceh an jî ce (bi latînî: Hordeum) giyayek ji malbata Poaceae ye.
Ceh | |
---|---|
Hordeum vulgare | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
(ne aşkera ye): | Angiosperms |
(ne aşkera ye): | Monocots |
(ne aşkera ye): | Commelinids |
Kom: | Poales |
Famîle: | Poaceae |
Cins: | Hordeum L. |
Wekî genim xurdemeniyeke kevn ê di dîroka mirovahiyê de ye. Di serdemên dawî de pirranî bo xwarina ajalên kedîkirî yên malê tê bikaranîn û hilberîn. Cara pêşîn li Mezopotamyayê hatiye nûveçandin. Bi tevayî 115 cureyê cehê heye. Lê îro tenê 30-35 cure tên bikaranîn. Li hin cihên ku çandiniya genim ne gengaz e, wekî xurdemeniya bingehîn tê bikaranîn. Bo mînak, li hin deverên Çîn, Tîbet.
Gava mirov behsa cehê bike divê mirov bîrayê jî bibîrbîne. Bîra ji ceh çêdibe û îro li rûyê dinyayê wekî vexwarineke navdar tê zanîn. Welatê ku herî pirr lê ceh tê çandin, Rûsya ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ceh, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.