Caner Taslaman, (jdb.
1968, Stembol, Tirkiye) nivîskar, zanyarê felsefeyê û zanyarê felsefeya dîn û lêkolînerê Quranê yê tirk e.
Jidayikbûn | Stembol |
---|---|
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | Yıldız Teknik Üniversitesi |
Pîşe | Quran, Felsefe |
Bandorbar | Bîrûnî, Îbn Sîna |
Prof. Dr. Caner Taslaman di sala 1968an de li Stembolê ji dayik bûye, dibistana seretayî, navînî û ya bilind li bajarê ku lê hatiye dinyayê li Stembolê xwendiye. Kurê dayikek endezyarê kimyayê û bavek bijîşk e.
Taslaman di biçûktiya xwe de bala xwe daye zanistên xwezayê.Beşa Civakiyê ya Zanîngeha Bosforê qedand. Di ber xwendina zanîngehê re bala xwe da beşên mîna mirovnasî, civaknasiya olî û civaknasiya zanînê.
Di beşa felsefe û dîn ya Zanîngeha Marmarayê de bi teza xwe ya li ser "têkiliya teoriya Teqîna Mezin û felsefe û olnasiyê" lîsansa bilind, bi teza xwe ya "têkiliya Teoriya Werarê û felsefe û teolojiyê" asta doktorayê bi dest xist. Dû re, bi pirtûka xwe ya ku li ser "Têkiliya Teoriya Quantumê û felsefe û teolojiyê" nivîsandibû, bû doçent û dîsa bi xebatên xwe yên di sêgoşeya zanist-felsefe-dîn de giha asta profesoriyê jî.
Her wiha bi xebata xwe ya "Di Pêvajoya Cîhanîbûnê de Îslama li Tirkiyê" doktoraya xwe ya duyem li beşa zanistên siyasî ya Zanîngeha Stembolê qedand.
Cara yekem li Zanîngeha Tokyoyê û paşê jî li Zanîngeha Oxfordê xebatên post-doktora meşand. Di Zanîngeha Harvardê û di Zanîngeha Cambridgeyê de weke akademîsyenê mêvan cîh girt.
Di xebatên xwe yên dawîn de û li zanîngehên derveyê welat, herî zêde li ser mijara peywendiya zanista modern-felsefe-dîn rawestiya. Li Zanîngeha Teknîk a Yıldız di Beşa Felsefeyê de endamê perwerdehiyê yê profesor e.
Mijarên pêwendiyê: Mijarên ku herî zêde bala wî dikişînin Têkiliya Zanist-Felsefe-Dîn, Cîhanîbûn û Îslam, Quran û Zanist, Felsefeya Dîn, Felsfeya Zanistê, Felsefeya Fizîkê û Felsefeya Biyolojiyê ye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Caner Taslaman, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.