Şêrvîn Hacîpûr ( bi farisî: شروین حاجیپور ; 30 Adar 1997 ji dayik bûye) stranbêjek îranî ye ku bi strana xwe ya Baraye, ku wekî sirûda Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî ya 2022an hat binav kirin, tê nasîn.
Piştî weşandina stranê demeke kin hat girtin.
Shervin Hajipour | |
---|---|
Navê rastî | شروین حاجیپور |
Jidayikbûn | 30ê adara 1997an Babolsar, Iran |
Xebat | "Baraye..." |
Kariyera muzîkê | |
Cureyê muzîkê | Iranian pop |
biguhêre |
Hacîpûr li zanîngeha Mazenderanê beşa aborî xwendiye. Wî di heşt saliya xwe de dest bi muzîkê kir dema ku ket pola kemanê û piştre ji çend dersên muzîkê mezûn bû. Dema ku di dibistana navîn de, bi awayekî profesyonel dest bi berhevkirina stranan kir. Dema ku li zanîngehê bû, wî ji bo lîstikên şanoyê û montajê muzîkê çêdikir. Tenê paşê wî bi xwe dest bi stranbêjiyê kir.
Di 22 saliya xwe de Hacîpûr beşdarî pêşbirka muzîkê ya televîzyona Serdema Nû bû, li wir derbasî fînala gera duyemîn a sezona yekem bû, Paşê, rêvebirê hunerî yê bernameyê ragihand ku Îran Weşan bi fikar bû ku ew ê paşê bibe sedema aloziyê.
Hacîpûr di dema xwepêşandanên Jîna Emînî li Îranê de, piştî weşandina strana xwe ya ji bo bîranîna jina Kurd a Îranî Jîna Emînî ku ji ber tundiya polîsan jiyana xwe ji dest da, hat girtin . Vîdyoya strana wî ya " Baraye. . . " ( bi farisî: برای , Ji bo. . .; Ji ber...) ku tê de wî tweetên protestoyî yên bi peyva Berayê..., di kêmtir î du rojan de tenê li ser rûpela xwe ya Instagramê zêdetirî 40 mîlyon carî ] hate dîtin. Mijara sereke ya stranê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" piştgiriya jinan e. Ji ber zextên rayedarên dewletê neçar ma ku stranê jêbibe.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîm a girêdayî Sipahê Pasdarên Şoreşa Îranê, guhertoya edîtorî ya vîdyoyê belav kir, ku tê de wêneyên destkeftên Komara Îslamî li şûna destkeftên orjînal nîşan didin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Şêrvîn Hacîpûr, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.