Îngûşetya, bi fermî Komara Îngûşetyayê (bi îngûşî: ГӀалгӏайче, Ẍalẍayçye, bi ûrisî: Ингушéтия, Îngûşêtiya), komar û welatekî xweser ê Rûsyayê ye li Bakurê Qefqasyayê.
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin.(adar 2024) |
Welat li başûr bi Gurcistan û Bakur Osetya-Alanyayê re û li aliyê rojava û bakur ve jî bi Çeçenistanê re sinor e. Paytextê welêt bajarê Magas e û bajarê herî qerebalix bajarê Nazran e. Welat bi rûbera 3.600 kîlomêtre çargoşê yek ji welatên xweser ên herî biçûk ên komara federal a Rûsyayê ye[çavkanî hewce ye].
ГӀалгӀайче | ||||||
---|---|---|---|---|---|---|
| ||||||
Sirûd: National Anthem of Ingushetia | ||||||
Îngûşetya li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 43°12'Bk, 45°0'Rh | |||||
Zimanên fermî |
| |||||
Zimanên tên bikaranîn | ||||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 4 hezîran 1992 | ||||
• | Rûerd | 3128 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 515.564 (2021) | ||||
Demjimêr |
| |||||
Malper http://www.ingushetia.ru |
Piştî ku Komara Sovyeta Sosyalîst a Xweser a Çeçen-Îngûşî dibe du parçe û di 4ê hezîrana sala 1992an de welatê îro ya Îngûşetiya tê damezrandin. Xwemaliyên Komara Îngûşanê bi eslê xwe ji naxî e. Li gorî serjimêriya sala 2021an a Rûsyayê, nifûsa welêt bi qasî 509.541 kes hatiye texmîn kirin.
Jiber serhildanên li Bakurê Qefqasya, Îngûşetiya yek ji herêmên herî feqîr û ne aram ên Rûsyayê maye. Tevî ku tundûtûjî di van salên dawî de kêm bûye, serhildanên li welatên cîranê wekî Çeçenistanê çar caran derbasî Îngûşetiyayê bûye. Li gorî lekolînên Çavdêriya Mafên Mirovan ê di sala 2008an de, komar jiber gendeliyê gelek tawanên mezinê (ku di nav de revandin û kuştina sivîlan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve), xwepêşandanên li dijî hikûmetê, êrîşên li ser leşker û efseran, hatiye bêîstiqrarkirin. Zêdebûna leşkerî ya Rûsyayê û xirabûna rewşa mafên mirovan neteweyê herêmê ne razî ye. Li gel vê, Îngûşetiya xwedan bendewariya jiyanê ya herî bilind li tevahiya Rûsyayê bi 80.52 ye ku bi qasî 4 salan ji Daxistanê ya duyemîn derdixe.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Îngûşetya, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.