Wêje û Rexne, kovareke çarmehane ya lêkolîn, rexne û teoriya wêjeyê ye.
Yekem kovara rexneya wêjeyî ye ku li Bakurê Kurdistanê dest bi weşana xwe kiriye. Kovar çar mehan carekî bi nivîsên xwe yên kurmancî û zazakî ve derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Carinan nivîsên bi soranî, bi alfabeya latînî di kovarê de cihê xwe digirin. Kovar di hejmara xwe ya pêşîn de, di nîşeyekê de dibêje "Ev kovar bi hevkariya endamên Klûba Xwendinê ya Diyarbekirê û Koma Xwendinê ya Mêrdînê tê weşandin."
Di hejmara ewil ya kovarê de edîtorê kovarê Dawid Yeşîlmen armanca kovarê wiha diyar dike:Kovara Wêje û Rexneyê, kovara wêjehezên kurd e, ew kurdên ku ta’ma wêjeyê ji wan re derd e û dixwazin pêşniyaz û rêbazên wêjeyeke dewlemend bigihînin qadên wêjeya kurdî. Derdê me, tenê avakirina kevneşopiyeke rexneya wêjeyî, agahdarkirina xwînerên kurd ji wêjeya “baş” ya kurdî û cîhanê, teorî û analîzên piralî û ceribînên nû û nûjen e. Navenda kovarê Diyarbekir e. Kovar, li Stenbolê çap dibe, li hemû cîhanê belav dibe, bêtir li çar parçeyê Kurdistanê
Gotarên ku di kovara Wêje û Rexneyê de çap bûne, bo bi dehan gotarên akademîk ên neteweyî û navneteweyî bûye referans.
Hejmara yekê ya Wêje û Rexneyê di meha çileya 2014an de derçû. Di hejmara yekem a kovarê de nivîsên bi kurmancî, soranî û zazakî cih girtine. Nivîsên li ser berhem û teoriyên wêjeyê, wergerên bingehîn ji zimanên beyanî tê de cih girtine. Herwiha di vê hejmarê de berhema Platon ya bi navê "Îon, Li ser Helbestê" li kurmancî hatiye wergerandin ji aliyê Zafer Atlı ve. Hejmara yekem a kovarê bi nivîsa Kamiran Alî Bedirxan ve dest pêkiriye.Hejmara yekem 248 rûpel e.
Ev gotara têkildarî kovarekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Wêje û Rexne (kovar), which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.