www.warvin.org
Di derbarê me Nêrîna cîhanê:
Warvîn ne hilgirê îdeolojiyeke taybete. Gihandina zanyariya bê alî bi erkê xwe kiriye. Warvîn
Dezgeheke lêkolîniya pirsa jinan li Kurdistanê ye û li rêya kovar, malper û lêpirsînan dixwaze zanyarî bi mirovên Kurd li seranserê cîhanê da bigihîne. Şan bi şaniya wê yekê jî cext li ser duvdaçûna rûdaw û guhertinan dike, diyare li ber çav girtina nerîta rojnamevanî, bê alî û pîşeyî veguhestina nuçe û zanyariyan da. Her wiha alîkariya proseya çespandina sîstema demokratî, civaka medenî û peyrew kirina şefafiyet li birêvebirina damezrawên dewletî û taybetî da, dike. Armanc û bingehên karê Warvîn:
Warvîn kar ji bo van armancan dike:
1- Parêzgarî kirina li stratejiya netewiya Kurdistanê, parastina asayîşa netewî û berjewendiya bilinda xelkê Kurdistanê. 2- Belavkirina zanyariyên rast û dirust li ser wan rûdaw û guhertinên ku pêwistin bi jiyana hemwelatiyên Kurdistanê ve bi taybetî li ser mijara jinan. 3- Çavdêrîkirina damezrawiyên hikûmiyan li asta cih bi cih kirina wan erkên ku beramber bi hemwelatiyên Kurdistanê û taybet bi jinan li stûyê xwe girtiye. 4- Xistine rûya bihayên mirovayetî, demokrasî û kar ji bo çespandina wekheviya regezî li navbera jin û zilamên Kurdistanê. 5- Bi duvdaçûna pirsa jinên Kurd ku li her ciheke cîhanê da be. 6- Bergirî kirina li azadiya raderbirînê. 7- Hişyarkirina jinên Kurd li erk û mafê wan de, her wiha agahdarkirina wan li rêgir û astengên li ber pêşketin û bi destxistina wekheviya wan. 8- Girêdayîbûna bi soza şerefa, bingeh û nêrîta rojnamevaniyê.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Warvin, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.