To, toşîr, toxavk, tihûk, sermast an jî qeymax, tixavka li ser mastî ye ku ji şîrê gamêş û çêl û pez û bizinan tê çêkirin, bi taybetî li Navenda Asya û hindek welatên balkanî û li welatên Kurdistan, Tirkiye û Îran û Îraqê.
Dema mirov şîr bidoşe û dest nedê tebaqeyeke to bi ser dikeve. Ango rûnê şîr hildikişe jor.
To bi serê xwe tê firotin û gelek kes to dikin nav qahwê û vedixwin. Mirov di çêkirina penîr de jî to bi kar tîne.
Riya berbelav a çêkirina toyî ew e ku şîr bi hêwaşî bêt kelandin. Paşî bo mawê du demjimêran li ser germatiyeke kêm bêt kelandin. Piştî ku jêderê germatiyê hate vemirandin, şîr hatiye çirrkirin û dihêlî ta ku sar dibe bo çend demjimêran an jî rojan. Rêjeke zor a rûnî ya di nav qeymaxî da heye, nêzîkî 60%. Xwedan heft taman e.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article To, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.