Tilbişar (1946: Büyük Kızılhisar, bi tirkî: Oğuzeli), navçeyeke girêdayî Dîlokê ye.
Tilbişar qeraxê Ava Sacarê ava biye. Navê xwe ji erebî tê di dîroka osmaniyan da bi navê Tilabşer[çavkanî hewce ye] tê zanîn. Piştî sala 1691'ê da eşîrên tirkmenan bi navê beraqiyan (bi tirkî: Baraklı) anîn li wir cih kirin. Wê lomê ji deşta vê hêlê re Tirk dibêjin Barak Ovası (Deşta Beraqan).
Tilbişar Oğuzeli | |
Tilbişar li Dîlokê de | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Dîlok |
Serbajar | Tilbişar |
Qeymeqam | Yasin Kunak |
Hejmara taxan | 92 tax |
Hejmara gundan | - gund |
Hejmara mezran | - mezre |
Gelhe (2015) - Gelhê bajaran - Gelhê gundan | 29.661 kes 29.661 kes - kes |
Rûerd | 681 km2 |
Berbelavî | 43,55 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2015) | 29.661 kes |
Koordînat | 36°57′51″Bk 37°30′53″Rh / 36.96417°Bk 37.51472°Rh |
Bilindayî | 690 m |
Koda postayê | 27xxx |
Koda telefonê | (+90) 342 |
Navbera Bajarê Dîlokê û Bajarê Tilbişarê 17 km'ye. 28 deqan de digihêjin Tilbişarê.
Navçe cihekî pir kevnare. Li lêkolînên Kelheya Tilbişarê de tiştên ku BZ 3.000'ê hate dîtin. Navçe ketiye bin hikûmdariya Hîtît, Asur, Med, Pers, Rome, Sasanî û Bîzansê. Dema Hz Imer de di sala 639 de fermandarê eniya Sûriyê Ebu Ubeyde vira kiriye bin kontrola Îslamê.
1995ê de ji Tilbişarê de 23 gund hate veqetandin û tevlî Elbeyli bûn. 23'ê Tirmeha 2004'an de Tilbişar bû sêyemîn navçeya navend a Dîlokê.
Navçe li rojhilat Bêlqîs, li bakur Alêban, li rojava Mezmaxor, li başûr-rojhilat Gilgameş, li başûr-rojava Elbeyli (Kilîs) û li başûr jî Sûrî ve girêdaye.
Erdên navçê ji deştan pêk tê (Deştên Tilbişar, Tûm û Beraq). Ev deştana bi Bendava Kayacik ve têne avdan. Cihê herî bilind li navçê Girê Deliklî ye (835 m). Bilindayiya navçê 740 metreye.
Gelheya navçê 29.661 kese. Vî hawî navçe dibe navçeya herî şêniya heftemîn a Dîlokê.
== Ol û civak ==
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Tilbişar, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.