Selîm Temo an jî Selim Temo Ergül (jdb. 27ê nîsana 1972an; Êlih) nivîskar, akademîsyen, helbestvan û wergêrê kurd e.
Selîm Temo | |
---|---|
Navê rastî | Selim Temo Ergül |
Jidayikbûn | 27ê nîsana 1972an (52 salî) Êlih |
Pîşe | Nivîskar, akademîsyen, helbestvan û werger |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, Tirkî |
Netewe | Kurd |
Perwede | Zanîngeha Bîlkentê |
biguhêre |
Selîm Temo, di 27'ê nîsana sala 1972'an de li gundê Mêrîna ku bi Êlihê ve girêdaye ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, yên navincî li Batmanê bire serî. Di sala 1992an de beşa Etnolojî (Fakulta Ziman, Dîrok û Cografîya) kar kir. Master û dozîna xwe li Zanîngeha Bîlkentê, beşa Zimanê Tirkî de temam kir (Master: "Cemal Süreya Şiirinde Bedenin Yazınsallaşması/Nivîsîna Laş di Helbesta Cemal Sureya de, 2003, doktora: Türk Şiirinde Taşra/Çolberî di Helbesta Tirkî de, 2009). Di sala 1997an de xelata helbestê ya Yaşar Nabi Nayır, di sala 1998an de jî, xelata romanê ya Halkevleri wergirt.
Selîm Temo di kovara Esmerê de nivîsaran nivîsand û di her hejmara kovarê de jî helbestvanekê Kurd da nasandin. Piştî ku komeke nivîskar û helbestvanan ji Kovara Esmerê qetiyan û kovara Multi-kulti derxistin Selîm Temo jî di desteya weşanê a pêveka kurdî ya bi navê Çavreş a Multi-kultiyê cih girt. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de, weke alîkar doçent (asistant profesor) dest bi kar kir. Di vê pêvajoyê de, ji bo damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xebitî. Piştî ku Lijneya Bilind a Perwerdehiyê (YOK) biryara "Enstîtuta Zimanên Jîndar ên li Tirkiyeyê" da, îstifa kir. Li ser biryara YOKê çend rexne nivîsî û di rojnameya Radikal û kovara Le Monde Diplomatique-Kurdî de weşand. Piştî vê helwestê YOKê bo hin zanîngehan biryara beşên Kurdî pejirand. Digel vê yekê ji ber kontrol û zextên dewleta tirkan Dr. Temo venegeriya beşê. Selîm Temo di sala 2011an de, li Brîtanyayê, li Zanîngeha Ekseterê, di beşa Centre for Kurdish Studies (Navenda Lêkolînên Kurdî) weke mamosteyê mêvan xebitî. Di rojnameyên wekî Radîkal (2013-2014), Duvar (2017-2019) û Xwebûn (2019-2020) de quncik nivîsî. Di 26ê Berfanbara 2016an da Doçentiya Kurdî wek maf wergirt, lê di 7ê Rêbendana 2017an de bi KHK (Biryarnameya di Hukmê Qanûnî da) ji zanîngehê hat avêtin û bi daxwaza cizayê 7 sal û nîvan hat darizandin. Piştî doz betal bû çû Fransayê û li Zanîngeha Paul Valéry (2021-2022) a li Montpellierê dest bi xebatê kir. Temo niha li Parîsê dijî û xebatên xwe yên hunerî û enteklektulî didomîne.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Selîm Temo, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.