Selanîk an jî Tesalonîkî (bi yewnanî: Θεσσαλονίκη, lat. Thessaloníki, bi tirkî: Selanik), bajarê mezin yê duyê û paytextê devera Makedonyayê ya Yewnanistanê ye.
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin. |
Ji Selanîkê re dibêjin 'symprotevousa' anko tevpaytext, ji ber dîroka wê ya dirêj û giringiya wê ya stratejîk û aborî. Bi awayekê gelek fermîtir ji Selanîkê re dibêjin "Paytextê Karûbarên Kultûrî". Selanîkê 13 şehredarî hene û li gorî serjimêra 2001ê, hijmara akinciyên wê 809.457 kes in. Selanîk bajarekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji pêvendgeh (hub)ên rojhilata Ewropayê e. Du zanîngeh li vî bajarî hene û hijmareka mezin ji akinciyên bajarî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a bîzantî û osmanî yên dîrokî li vî bajarî hene.
Selanîk Tesalonîkî Θεσσαλονίκη (Thessaloniki) | |
Selanîk | |
(Ala) | |
Damezrandin 315 bz | |
Kargêrî | |
---|---|
Dûgel | Yewnanistan |
Welat | Yewnanistan |
Herêma erdnigarî | Makedonyaya Navîn |
Parêzgeh | Selanîk |
Şaredar | Yiannis Boutaris |
Demografî | |
Gelhe | 800.764 kes (2007) |
Berbelavî | xxx kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 111.703 km² km² |
Koordînat | 40°38′21″Bk 22°56′40″Rh / 40.63917°Bk 22.94444°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 53xxx, 54xxx, 55xxx, 56xxx |
Koda telefonê | 231 |
Malper | www |
biguhêre |
Li sala 315ê berî bûna Îsayî, bi destê Kasanderê şayê Makedonê li ser cihê bajarê kevnê Termayê û gundên derdora wê hat avakirin. Wî navê bajarî ji ber navê jina xwe[çavkanî hewce ye] (Tesalonik a kîja Îskenderê Mezin) kir Selanîk. Îskenderê Mezin jî navê keça xwe ji ber serkevtina xwe bi ser gelê Tesalînî hilbijart bû. Ev bajar gelek zû mezin bû û mîna hemî bajarên dî yên makedonî yên wî çaxî perlenana xwe û nîv-xwe-serîyek hebû.
Piştî herifyana Împeratoriya Makedonê li sala 168ê berî bûna Îsayî, Selanîk kevt bin destê Komara Romê.
Dema Împeratoriya Romê dabêşî du parên rojavayî û rojhilatî bû, Selanîk kevt bin destê Împeratoriya Romê a Rojhilat anko Bîzansê.
Dema Împeratoriya Bîzansê nikarebû Selanîkê ji êrîşên osmaniyan biparêzit, bajar firot vênîziyan (venedîkiyan). Venîzî (Venedîk) jî li beranberî osmaniyan şkestin û Selanîk piştî sê rojên dorgirtinê li 29ê adara 1430ê kevt bin destê siltan Mirad II.
Li roja 26ê çiriya pêşîna sala 1912ê, piştî şerê Balkanê yê yekem ji destê osmaniyan rizgar bû û gehişt Yewnanê.
Li Wiki Commons medyayên di warê Selanîk de hene
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Selanîk, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.