Nihat Doğan, (jdb. 13ê sibata 1976an li Stembol) stranbêjekî kurd e ku bi eslê xwe ji bajarê Mûş a Bakurê Kurdistanê ye.
Nihat Doğan muzîka gel û popa bi zimanê tirkî dibêje û di sala 1994an de bi albûma xwe ya bi navê Kırdın Kalbimi dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye.
Nihat Doğan | |
---|---|
Jidayikbûn | 13ê sibata 1976an (48 salî) Stembol, Tirkiye |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Stranbêj, Vokalîst |
Salên çalak | 1994–niha |
biguhêre |
Nîhat Dogan, di 13ê sibata 1976an de li Stembolê hatiye dinê. Dema Dogan yazdeh salî bû bavê wî wefat kiriye. Mezinên malbata wî xwestin ku wî bibin Mûşê lê ew li ser daxwaza xwe ma li bajarê Stembolê.
Dema ku li navçeya Avcılarê ya Stembolê li baxçeyek çayê strana digot, li ser pêşniyara malbata ku li wir bûn û li Almanyayê dijîyan çû Almanyayê. Salek li Almanyayê ma lê ji ber ku nikarî li wir muzîka xwe çêke vegeriya Tirkiyeyê. Piştî vegerîna Tirkîyeyê, di sala 1994an albûma xwe ya yekem bi navê Kırdın Kalbimi derxist.
Di salên dawiyê de rastê gelek pirsgirêkan hat, wî ev pirsgirêk wiha anîn zimên: Çi tê serê min ji ber nasnameya min ê kurd tê serê min
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Nihat Doğan, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.