Di kurmancî de her navdêrek xwedî cins an jî zayendekê ye. Hin nav jî xwedî her du zayendeyan in û wek navên duzayend têne binavkirin. Mînak
Nêr | Mê |
babê min | Dayika min |
Birayê min | Xwişka min |
Kurê min | Keça min |
Dilê min | Roja min |
Rengê min | Gula min |
Peyv dema bi serê xwe zayendê li ser xwe nîşan nade (dayik, bav, keç, kur, heval), lê di nava hevokê de dema tê bikaranîn zayenda xwe nîşan dide (ew dayika min e, bavê min kal e, keça 10 salî, kurê herî mezin, hevala min/ hevalê me). .
Zayendên Navdêrên Kurmancî
Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de.
avahî
Hemû avahî mê ne û qertafa -a digirin. Hotela me | Banka me | Kînoya me | Dêra me | Kanîsa me | Mizgefta me | Zankoya me | Dibistana me | Garaja me | Markêta me | Gazînoya me | Medresa me | Koleja me | Enstîtûya me | Bara me | Kafêtiryame | Dikana me | Parka me | Bara me | Yarîgeha me | Xestexaname | Firoşgeha me | Konsulxana me | Firokxana me | Sînemaya me | Restauranta me | Zanîngeha me | |
Xweza, heyberên û seqa
Hemû navên bi rewşê baranê ve û ji ba têne, mê ne, ji bilî ba. Barana hêr | Befira spî | Teyroka spî | Tofana reş | Toza reş | Eacaca reş | Barûfa reş | Lehiya reş | Sunamiya reş | Babalizka reş | Erdheja reş | Birûska ron | Mija moran | cemda siba | Germa siba | xwinafa şebeqa | Şembilîka spî | Dilopa spî | |
Gerdûn û Çavkaniyên avê
Çavkaniyên avê mê ne, ji bilî rûbar. Ewqiyanosa mezin | Derya mezin | Kaniya gundî | Bîra me | Stêr û gerstêrkên valahiyê Roja me | Heyva me | Stêra me | kewkeba me | Mûşteliya me | Zûhara me | Ozona me | Bilûtoza me | Oranusa. me | |
Xweza
Ji bilî cihên bilind wek çiya û gir, weka din cihên dinên xwezayî giştî mê ne. Deşta mezin | Zozana welat | Daristana mezin | Bîban(sehray) a mezin | Gizîrta mezin | Çola mezin | Newala kûr | Çala kûr | Burkana Agirî | |
hemû fêkiyên daran û nava gulan
Fêkiyên dar û gulan Fêkiyên daran hemû mê ne (ji bilî tirî), helbet me ne gotina fêkiyên li ser erdê kir weka gindor û zebeşan, ji ber ku ew bi daran ve nayên. Fêkiyên daran Zerdela zer | Hirmîka kesik | Hinara sor | Gûza hişik | Ananasa min | Pirteqala min | Leymûna kesik | Qespa şirîn | Moza zer | Kîviya şirîn | Mangoya şirîn | Berwa min | Tûya şirîn | Hêjîra şirîn | Sêva sor | Xurma baxdaiyê | Navên gulan Gula ciwan | Kulîlka rind | Rîhana rind | Punga kesik | Gulberoj a zer | Sosina şîrkî | Nêrgiza zer | Yesmîna Çiya | Beybûna rind | Nisirîna rind | Çîçeka rind | Şilêla rind | |
Vexwarinên avî û ewên av tê de
Ava cemidî | Şerbeta zer | Koka tezî | Qehwaya germ | Çaya germ | Şeraba sor | Wîskiya tezî | Vodkaya reş | Kapoçînoya germm | Bîra tezî | Araqa tezî | Kaffiya nû | |
Navên Xaknîgarî
Navên xaknîgarî hemû mê ne. Peyva welat bi xwe nêr e weka (welat ê min) lê gava navê welatekî bê gotin dibe mê ango her 195 weltên di cîhanê de dibin mê. mînek (Amrîkaya mezin). Bi heman rengê peyva bajar nêr e weka (bajêr ê me) lê gava navê her çî bajar bê gotin dibe mê. mînek (Diyabekir a paytext). Bi rengekî din peyvên weka (welat û bajêr û gund,,,) nêr in. lê gava navê welatekî an gundekî an bajarekî bê gotin ew dibina mê. Navên Bajêran | Qamişloka Evîndaran | Dihoka Rengîn | Hewlêra Peytext | Silmaniya başûr | Helbça Şehîd | Kerkuka babagurgir | Urmiya rojhelat | Sina rojhelat | Kirmanşa rojhelat | Îlama rojhelat | Qûçana xwersan rojhelat | Diyarbekira peytext | Şirnxa bakur | Hakariya bakur | Wana mazin | Qarsa Befirîn | Agiriya bakur | Rihaya bakur | Mêrdîna bakur | Siwasa bakur | Dêrsima bakur | Batilîsa bakur | Batmana bakur | Malatiya bakur | Sêrta rengîn | Mûşa bakur | |
Amûrên muzîkê û buroyê
Amûr û teknolojî Amûrên muzîkê Amûrên şer Çivta biçûk | Elxama biçûk | Qedîfa şer | AKMa şer | Fîşeka we | Topa mezin | Rimana we | M24a min | Tanka we | Saroxa we | Dibaba we | Qedîfa we | Demanca we | Tivinga te | Bêkesiya me | Hawina we | Qinasa te | Elxama we | Têntiya we | Qumbella we | Doşka me | Rişaşa we | Teyara we | bomba we | Amûrên hatûçûyînê(ji bilî bisiklêt û mator) Firoka spî | Geştiya spî | Teyara spî | Otobûsa reş | Bûsa spî | Erebeya spî | Trêleya spî | Pîk-Ema spî | Belama spî | Barhilgira spî | Toyotaya reş | BMWa spî | Tiraktora reş | Forda spî | Texiya zer | Marsidisa teş | Amûrên girêdanê û temaşekirinê Telefona spî | Faxa spî | Mobeyla spî | Iphona reş | Samsunga spî | Hawaiya spî | Soniya spî | LGa spî | Mayka telefonê | Hidphona telefonê | Screena telefonê | Batterya telefonê | Camêra telefonê | Lighta telefonê | Enternêta me | Laptopa min | Kompyutera me | Televîzyona me | Radiyoa me | Setelayta reş | Dicîtala me | Tilscopaa esman | Meykroscopa spî | Dûrbîna reş | |
Lêker dema wekî navdêr tên bikaranîn
Lêkerên kurdî gava dibin nav hemû cinsê mê ne û qertafa -a digirin. Çûna min | Hatina min | Ketina min | Firîna min | Nivîstina min | Mirna min | Jiyana min | Gotina min | Axiftina min | Dîtina cwan | Livîna baş | Gazîkirina min | |
Roj, meh,sal ûdanên rojê
Navên deman hemû mê ne, ji bilî peyva çax û zeman. Yekşema bê | Kanûna paşîn | Çiriya paşîn | Sala borî | Şeva bûkîniyê | Navên rojan Hefteya me | Şemiya me | Yekşema me | Duşema me | Sêşema me | Çarşema me | Pêncşema me | îniya me | Navên mehan Kanûna paşîn | Çiriya paşîn | Navên demsalan Zivistana sar | Havîna gerim | Payîza îsal | Bihara kesik | Dem û demjimêr Saniyeka niha | Deqîqeka niha | Se'eteka niha | Çarêkeka niha | Gava te | Dema êvarê | Bêhna ha | Şebeqa îro | Sibeykeka sar | Nîvroyeka gerim | Êvareka honik | Şeveka sar | |
Navdêrên ku paşgirên wek -î, -hî, -ahî, -atî, -yetî, -inî, -tî
Zayendên Navdêrên Kurmancî
Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de.
Berhemên ji şîr
- Hemû xwarin û vexarinên ji Şîr çêdibin dibine nêr û qertafa -ê digirin.
Şîr û hemû ew xwarinên ji şîr çêdibin Şîrê şirîn | Nîvişkê meşkê | Dewê cemidî | Penîrê spî | Mastê çêlika | Şoriyê Şirnexê | Qişteyê spî | Jajiyê spî | |
Cil û berg
Hemû cil û bergên em li xwe dikin nêr in, û qertafa -ê digirin (ji bilî gustîl, bezin, û zincîra ji ber ku ew ne cil û berg in). Kirasê spî | Blûzê spî | Çakêtê spî | T-şêrtê spî | Şortê spî | Fanêrê spî | Şalê spî | Kerkê spî | Zebûnê spî | Derpiyê spî | Nisirdanê spî | Qapûtê spî | Penterûnê reş | Şelwerê reş | Pîcamê reş | Kerkê reş | |
Tiştên hişk
Tiştên hişk, ax û kevira an jî tiştên hişk, ew dibine nêr û qertafa -ê digirin Blokê hişk | Kerpîçê hişk | Dîwarê hişk | Kavirê hişk | Erdê hişk | Taboqê hişk | Tehtê hişk | Kaşiyê hişk | Mermerê hişk | Helanê hişk | |
Heyberên candar
Piraniya zindiyan (heywanan) qertafa -ê digirin û nêr in, ew jî perva dibine ser şeş koman, lê koma 6ê (irregular) anku zindiyên koma 6ê hinek nêr in û hinek din mê ne. Firindeyên kûvî yên esmanî Koma firindeyên kîviya her hemû dibine nêr, ji bilî kevokê. Firindeyan ewên ku kûvî ne û li esmanan difirin. Me ne gotina qaz û mirîşk û ordek û elok kir, ji ber ku ew ne kûvî ne û nafirin. Bilbilê spî | Bazê spî | Çûkê spî | Şalûlê spî | Leglegê spî | Kundê spî | Kewê spî | Qerê spî | Şabazê spî | Qulingê spî | Çivîkê spî | Tûtyê spî | Tawsê spî | Firindê spî | Çekçekîlê spî | Seqarê spî | Zindiyên avî Koma zindiyên avî hemû nêr in ji bilî beqê û kîsalê. Beq û kîsal avî ne û li ser bejiyê jî dijîn. Salmonê avî | Xerçengê avî | Sedafayê avî | Masiyê rind | Oxtapûsê rind | Marmasiyê dirêj | Tîmsahê avî | Kîsalê avî | Hespê avî | Nahingê avî | Hûtê avî | Dolfînê rind | Qirşê tirs | Kêvcalê avî | Kûçkê avî | Heştpiyê avî | Dirinde Koma zindiyên goştxwer û xirabker û nêçîrker, hemû nêr in, ji bilî hirçê. Şêrê spî | Pilingê reş | Rûviyê sor | hyenasê reş | Gurê spî | Tajî(y)ê reş | Şabazê reş | Marê jehrî | Dûpişkê reş | Tîmsahêreş | Nahingê şîn | Hûtê şîn | Heftiyarê reş | Qirşê reş | Bazê spî | Hipposê giran | Zayendên cotik an cote Ew zindî, mirov dikare ji hev cuda bike bo mînek mirîşk û dîkil heryek corê zindî ye, lê mirov dikar ji hef cuda bike. Mînak Dîkil nêr e û mirîşk jin e wî ya mê ye. Gay nêr e û çêle jina wî mê ye. Hesp nêr e û mîha jina wî mê ye. Babê min | Dayka min | Birayê min | Xûşka min | Mamê min | Meta min | Xalê min | Xaleta min | Pismamê min | Dotmama min | Dîkilê min | Mirîşka min | Gayê min | Çêleka min | Beranê min | Mîha min | Hespê min | Mehîna min | Zindiyên biçûk Kêzik ew bêrêzik, hem nêr in hem jî mê. Lê dîsan bitirriya wan nêr in pêwîstî nîn e em binvîsîn û bixwe jî ew di bêrêzik in. |
Zayendên Navdêrên Kurmancî
Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de.
Peyvênnêr | Bab | Kur | Bilûz | Kew |
Ne Naskirî | Babek(î) got | Kur(î) got | Bilûz(î) bîne | Kew(î) bîne |
Naskirî | Babê min got | Kurê zîrek got | Bilûzê sor bîne | Kewê mezin bigire |
Peyvênmê | Deyik | Kiç | Mase | Qaz |
Ne Naskirî | Deyik(ê) got | Kiç(ê) got | Mas(ê) bîn | Qaz(ê) bigire |
Naskirî | Deyika min got | Kiça zîrek got | Masa sor bîne | Qaza spî bigire |
Lîsteya koman
- Zayend di kurmancî de wek navdêran ji hev cuda dibin. Mînakên navên Cilûbergan zayendmê ne. Bi vî awayî perave dibine ser çend koman[çavkanî hewce ye].
koma Navên Mê | koma Navên Nêr | koma neasayî(irregular) |
G-Zayendmê | G-Zayendnêra | G-Endamên Leşên mirovan |
Koma Wesayîtan | koma Firindeyan | G- Navên Xwarinan |
G-Navên wateyî | G-Zîndiyên Avê | |
Kima Demî | G-Cilûbergan | |
Koma Cihan | G-Tiştên Hişk | |
Koma Lêkeran | G- Berhemên Şîrî | |
Koma Vexwarinan | | |
G-Dar û gul | | |
G-Amûran | | |
Koma Avahîyan | | |
Zayendên Navdêrên Kurmancî
Zayenda navdêran di zimanê kurdî de, beşa rêzimana kurdî ye ku li ser hebûna navdêrên mêza û nêrza û navên duzayend radiweste, bi taybetî di kurdiya kurmancî de.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Zayendên navdêrên kurmancî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.