Milazgir: Navçeyeke Mûşê

Milazgir, Milazgird an Kelê (bi tirkî: Malazgirt) navçeyeke bajarê Mûşê ye.

(nîsan 2024)">çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Malazgirt) navçeyeke bajarê Mûşê ye. Di çavkaniyên rojavahiyan de navê Milazgirê wekî Man(t)zîkert derbas dibe. Ûrartûyan gotine Manavazakert, filehan Manazkert, ereban Manazcîrd/Melazkurd[çavkanî hewce ye]. Gelê herêmê bi pirranî dibêje Kelê[çavkanî hewce ye]. Lewra xwedî kelheyeke dîrokî û bêhempa ye. Navçeyeke bajarê Mûşê ye. 137 km dûrê Mûşê ye. Di ber ava Mûradê de ye. Di sala 1944´an de bûye belediye.

Milazgir
Malazgirt
Milazgir: Warên dîrokî, Galerî, Çavkanî
Milazgir 1901
Milazgir li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Milazgir
Milazgir
Milazgir li ser nexşeya Mûş nîşan dide
Milazgir
Milazgir
Milazgir li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Milazgir
Milazgir
Koordînat: 39°8′46″Bk 42°32′28″Rh / 39.14611°Bk 42.54111°Rh / 39.14611; 42.54111
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
SerbajarMilazgir
Hejmara nahiyeyan4 nahiye
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan75 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.527 km2 (Çewtîya formatkirinê: têketina nederbasdar tilorkirin e sq mi)
Bilindahî
1.530 m (5020 ft)
Nifûs
 (2008)
60.086
 • Berbelavî39,3/km2 (102/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
20.110
Koda postayê
49400
Koda telefonê(+90) 436
biguhêreBelge

Nifûsa navendê 23.697 (sala 2000´î) û bi giştî 68.990 e. Firêhî 1534 km² ye û herêm li ser xeta erdhejê dikeve. Di sala 1903´an de erhejeke mezin pêkhatiye. Gel 80% aboriya xwe bi çandinî, xwedîkirina sewalan bi rê ve dibe. Herwekî bazirganî û karkerî jî li herêmê heye. Milazgird di deştê de ye. Bi havînan germ û ziha, zivistanan berfî û sar e.

Li herêmê ji xeynî hûrrî û mîrîtiyên kurdan, ûrartûyan, makedonî, bîzansî, ûrisan, selçûqî, safewî û osmaniyan desthilatî kirine. Piştî şikestina bîzansî koçberên Asyayê pêl bi pêl hatine Kurdistan û Anatolyayê. Dûgela Tirk gelekî nîşaneyên ku hatina wan a Kurdistanê dipesinîne li Milazgirdê çêkiriye. Hersal bi sedema "Vebûna deriyê Kurdistan û Anatolyayê" pîrozbahiyan lidardixe û zarokên dibistanan mecbûrê van çalakiyan dike. Niştecihên herêmê ji xeynî rayedar û memûrên dewletê 100% kurd in. Gorî statîstîkên dûgela Tirk 15% kes tirkî nizanin li herêmê. Lê ev hejmar zêdetir e.

Warên dîrokî

Pira Keçkê yan pira Keça Qral

Pira Keçkê 2 km dûrê Milazgirê ye. Bi duheb kevirên wekhev hatiye çêkirin û dizaynkirin. Pira Keçkê bi dirêjahiya xwe 5 mêtro ye, 2 mêtro jî bereya wê ye. Çawa dixwiyê ev pir bi duheb kevirên xweşik û wek hev hatiye çêkirin û gelek bala mirovan dikêşe. Dîroka çêkirina vî pira han baş nayê zanîn lê tê gotin ku di dema împeratoriya Romayê de, hatiye çêkirin. Pir bi hemû zindewariya xwe li piya ye û balkêş e.

Li gorî rêwayetê ji aliyê keça qralê wê demê ve hatiye çêkirin, xet û xalên liser kevirê pirê jî ji aliyê xelkê herêmê ve tê gotin: wekî nîşaneya porê keça qral û şûna pêçiyê wî ye tê şirovekirin.

Pira Xatûnê

Pira Xatûnê destpêka têketina bajarê Milazgirê de ye. Li ser çemê Şekrikê ku tevî çemê Mûradê dibe hatiye avakirin. Pira Xatûnê li ser rêya di navbera Milazgir û Kopê de wek esereke dîrokî xuya dike û berhemeke selçûqiya ne. 38 mêtro dirêj e, 7 mêtro jî bibere hê jî ev pir li ser xwe ye lê bi awayekî çalak nayê bikaranîn.

Galerî

Çavkanî

Tags:

Milazgir Warên dîrokîMilazgir GalerîMilazgir ÇavkanîMilazgirAlîkarî:ÇavkanîKelêMûşZimanê tirkîÛrartû

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

Lîsteya navên kurdîISBNParîs26ê adarê19ê kanûna pêşînPolonya11ê adarêPartiya SeadetêÎslendaStephen HawkingAzerbaycanDewleta Memlûkan2024Komara KorêyêDagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve 2022Taylenda3ê nîsanêHindistanBerlînNexweşiya şekirÎslamSerokkomarHTMLDîroka ÎranêCaouënnec-LanvézéacAIDSXiristiyanîSeydayê Tîrêj26ê hezîranêDesmond TutuAlan (gel)Valentina CanaliAlmanyaya RojavaCeladet Alî BedirxanQehwe û Felsefe (podkast)Mecaristan22ê adarêPartiya Karkerên KurdistanêArjentînŞerê Cîhanî yê DuyemQuempervenÊrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê 2022SêwasMehmet Hayri DurmuşMazenderanî (gel)RûsyaZimanê bav û kalanÛygûrZimanê kurdîÛrmiyeThe GuardianJacques Yves CousteauBullion, YvelinesXerûşkAndroidÇelêSüddeutsche Zeitung24ê çiriya pêşînQonyeÎbn SînaÎmperatoriya OsmanîKardoxBosniya û HerzegovînaDêra katolîkKildanîKrasnodarTiryakRSSXelata NobelêVlorëŞîri Küeyî🡆 More