Maria Goeppert-Mayer (jdb.
28ê hezîrana 1906an li Kattowitz, Oberschlesien; m. 20ê sibata 1972an li San Diego, California) fîzîknaseka navdar a alman-amerîkayî bû, guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatibû dîtin.
Goeppert-Mayer sala 1906 wekî yekemîn zaroka profesorê pedîatriyê Friedrich Göppert (1870–1927) û hevjîna wî, mamosteya ziman û muzîkê Maria Göppert tê jiyanê. Bapirê wî profesorê dadê bû, Heinrich Robert Göppert (1838–1882), bavbapîrê wî profesorê botanîkê bûye, Heinrich Göppert û bavbavbapîrê wî jî profesorê dermannasiyê bûye.
Bi tevî dê-bavê xwe sala 1910 bar dikin Göttingenê. Piştî dibistana amadeyî sala 1924 dest bi perwerdeya fîzîkê dike. Sala 1930 doktoriya xwe li ser qûantan dide, li cem xelatwergirê Nobelê Max Born.
Bi Joseph Edward Mayer (1904–1983) re marî dibe (dizewice), ku ew paşê dibe serokê Civaka Fîzîkhezên Amerîkayê, diçe DYAyê. Du zarokên wan çêdibin. Sala 1940 bi tevî hevjînê xwe pîrtûka bi navê Mekanîzma Statîstîkî diweşîne.
Di salên 30yî de bi tevî Karl Herzfeld dixebite. Herwiha bi Herzfeld re li ser çêkirina çekên atomî jî dixebite. Sala 1946 dibe profesor li Zanîngeha Chicago.
Ew sala 1949 bi bandora Enrico Fermi dest bi fêhmkirin û tesbîtkirina hejmarên bisêhr ên fîzîkê dike ku zû de bû bi stabîlîteya dendikên atomî dihate zanîn. Bêî wê J. Hans D. Jensen jî dixwest tesbît bike. Ew bi hev re sala 1955 pirtûka bi navê „Elementary theory of nuclear shell structure“ dinivîsînin.
Goeppert-Mayer sala 1963 bi J. Hans D. Jensen re nîvê Xelata Nobel a fîzîkê parve dike ku ji bo rohnîkîrina wê ya dendikên atomî ji wan re hatibû dayîn. Nivê din ê xelatê jî didin Eugene Paul Wigner.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Maria Goeppert-Mayer, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.