Lîstika vîdyoyê lîstikeke elektronîkî ye, tê de lîstikvan têkilîkirina xwe bi navrûyê bikarhênerê yan amûra têketinê wek darikê kontrolê, kontrolker, klavye, yan amûra hestkirina tevgerê re dike, daku encamên dîtbarî ji bo lîstikvanê peyda bike.
Ev encam li ser amûrên vîdyoyê wek televîzyon, monîtor, ekrana destdanî, yan alava rastiya ferazî tên xuyakirin. Piraniya lîstikên vîdyoyê bi encamên dengî re tên zêdekirin, ku ew encam bi alîkariya hoparlor û berguhkan tên gihandin.
Di 1950 û 1960an de, lîstikên vîdyoyê yên yekem bi bikaranîna kompûterên pir mezin xuya bûn. Lê belê lîstikên vîdyoyê yên ku yekem car ji bikiran re berdest bûn, di 1971an de bi derketina lîstika arkêd Computer Space re payde bûn, û konsola malê ya yekem Magnavox Odyssey bû.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Lîstika vîdyoyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.