Katherine Katie Elizabeth McGrath (jdb.
3ê kanûna paşîn a 1983an li Ashford, County Wicklow, Îrlenda) aktrîseke îrlendî ye.
Katie McGrath | |
---|---|
Jidayikbûn | 3ê kanûna pêşîn a 1983an (40 salî) Ashford, County Wicklow, Îrlenda |
Esil | Îrlandî |
Pîşe | Lîstikvan |
Salên çalak | 2007 - îroj |
biguhêre |
Katie McGrath ji zanîngeha Trinity College li Dublin perwendîşa dîroknasiyê qedand. Ew dixwest ku bibe rojnamevana modeyê û ji bo kovara xwendekaran Image xebitî heya ku ew karekî wek arîkarvana camedanî ji bo rêzefîlmê The Tudors wergirt. Dema ku li The Tudors dixebitî, ew hatiye pêşniyaz kirin ku lîstikvanî bike. Ew wêneyan ji nûnerên Îrlendî re şand û di beşa pêncemîn a sezona duyemîn a The Tudorsê de rolek biçûk wergirt. Ew di sala 2008an de di fîlmên Eden û Red Mist-ê de jî derket pêşiya ku ew rola Morgana di rêzefîlmê Merlin de wergirt.
Katie McGrath di heman demê de li Channel 4 di fîlma pênc-beşî The Queen de xuya bû, ku jiyana Elizabeth II di rola Prenses Margaret a ciwan de nîşan dide. Di sala 2011an de, ew di fîlma A Princess for Christmas de tevî Roger Moore lîst. Wekî din, ew rola Thelma Furness di dramaya fîlmî ya brîtanî W.E. de girt û di sala 2012 ew di fîlmê Labyrinth dihat xuyandin. Di sibata sala 2013ê de, ew tevî Jonathan Rhys Meyers di rêzefîlmê wêneguhêz a NBC ya Dracula dilîst û rola Lucy Westenra wergirt. Di sala 2014 de, ew di fîlmê Jurassic World de, parçeya çaremîn a rêzêya Jurassic Park dilîst. Her wiha ew di fîlmên Leading Lady û The Throwaways de jî lîst. Di sala 2015an de, ew sezona pêşîn a rêzefîlma Slasher kişand, ku tê de rola serlîstikvaniya a Sarah Bennett girt. Weşandina destpêkê di adara 2016 de li DYA û di nîsana 2016 de li Kanada pêk hat. Ji sala 2016an ve, ew di rêzefîlma superlehengên Supergirlê ya CW ya amerîkî de ye ku wekî rola aliyê ya Lena Luthor li pêş kamerayê ye. Vê rolê ji sezona sêyemîn, ku di 2017an de dest pê kiriye, karekterek girîng bû ye.Projeyên din tê de muzîkala Buttons, ku di kanûna pêşîn a 2018 de hatiye derxistin, û fîlma King Arthur: Legend of Sword, ku di sala 2017 de hatiye derxistin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Katie McGrath, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.