Giraniya atomê an jî giraniya gerdîleyê (Îngîlîzî, atomic mass), ji bo giraniya atomê Elementa di Kîmya de tê bikaranin.
Giraniya atomê relatîv(relative atomic mass ) ji bo atomê xweza de li izotopekê pirtir hênê tê bikaranîn, gorî rêjê hebûna wan tê hejmmartin.
Îroj giraniya atomê gorî ber hev dane giraniya karbon-12 tê hejmartin. Giraniya 6.021023, ango molak û Hêjmara Avogadro tê gotin, atomên C-12 12 gram e. Giraniya atomên din jî gorî C-12 tê hejmartin. Molak pêze, bi gelemperî, qasa giraniya atomê lê pêk hatî dihêwirinî ye. Wekok giraniya atomê hesin 55.847 û molak atomê hesin jî 55.847 gram dibe.
Li ser Giraniya atomê herî pêş de John Dalton xebitî û di 1805an de giraniya atomên Hidrojenê 1 hel girt. Li paş wî re Jean Stas di 1865an de giraniya atomê Oksijen-16 ê 16 hel girt. Ji bo Oksîjen du Îzotopan xweya din bi O-17 û O-18 heye ew sedema du hejmertinê ciyawazî di bû. Di 1961an de International Union of Pure and Applied Chemistry (IUPAC)(Yekitiya navnetewiya kîmya bingehî û nerîtî) C-12 ji bo Giraniya atomê hel girt. Gorî wan her sê hejmartinan giraniya Oksijen, Karbon û Hidrojen wiha dibe;
hel girtina H = 1 | hel girtina O = 16 | hel girtina 12C = 12 | |
---|---|---|---|
Hîdrojen | 1,000 | 1,008 | 1,008 |
Oksîjen | 15,872 | 16,000 | 15,999 |
Karbon | 11,916 | 12,011 | 12,011 |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Giraniya atomê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.