Genîna Alkolî

Genîna alkolî (bi înglîzî: alcoholic fermentation), di nebûna oksîjenê de piştî glîkolîzê, guhertina pîruvatê bo etanol û karbona dîoksîdê.

Genîna Alkolî
Genîna alkolî ji glîkolîz û karlêkên ji bo hilweşendina pîruvatê bo etanol û karbona dîoksîdê pêk tê.

Bi gelemperî di hawîrdorek bêoksîjenî an jî kêmoksîjenî de, rêçeya bidestxistina enerjiyê ya ko molekulek endamî elektronan dide û molekulek din a endamî jî elektronan werdigire, wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin.

Herçiqas ji bo çêkirina pîruvat û NADH-ê ji molekulek endamî ya wekî glukoz an fruktoz elektron werin berdan jî, di genîna alkolî de elekronên ji oksandina glukozê bo kêmkirina NADH-ê hatine bikaranîn, bi oksandina NADH-ê ji bo çêkirina etanolê tên xerckirin.

Ji gellek corên genînê, genîna asîda laktî û genîna alkolî yên herî berbelav in.

Hin bakterî û karok di hawirdora bêoksîjenî de bi genîna alkolî ATP bi dest dixin. Genîna alkolî ji glîkolîz û karlêkên ji bo hilweşendina pîruvatê bo etanol û karbona dîoksîdê pêk tê. Bi oksandina NADH, ji bo berdewamiya glîkolîzê NAD+ tê dabînkirin.

Karlêka giştî ji bo genîna alkolî ya glîkozê:

    C6H12O6 + 2 ADP + 2 Pi → 2 C2H5OH + 2 CO2 + 2 ATP

Heke li hawirdorê de sukroz hebe, pêşî sukroz tê hilweşandin.Sukroz şekirêk dîsakkarîd e, ji hevgirtina glukoz û fruktozê pêk tê, herdu molekul bi bendê glîkozîdî bi hev re girêdayî ne.

Di gava yekem a genînê de enzîma învertaz bendê navbera glukoz û fruktozê diqetîne, bi vî awayê du molekulên şeşkarbonu peyda dibe.

Paşê her molekulek şeşkarbonî bi rêçeya glîkolîzê tê parçêkirin bo 2 molekulên pîruvatê

C6H12O6 + 2 ADP + 2 Pi + 2 NAD+ → 2 CH3COCOO + 2 ATP + 2 NADH + 2 H2O + 2 H+

CH3COCOO pîruvat e, û Pi jî fosfata nêendamî ye.

Bi oksandina NADH-ê pîruvat bi sê gavan tê guhertin bo etanolê û karbona dîoksîdê.

    1. CH3COCOO + H+ → CH3COOH + CO2

ji aliyê enzîma pîruvat dekarboksîlaz ve tê hankirin.

    2. CH3COOH + NADH + H+ → CH3CHO + H2O + NAD+

ji aliyê enzîma aldehîd dehîdrogenaz ve tê hankirin.

    3. CH3CHO + NADH + H+ → C2H5OH + NAD+

NAD+ ji bo berdewamiya glîkolîzê tê bikaranîn.

Mirovahî bi hezaran salan e rêçeya genîna alkolî li gel tirşkirina hevîrê nan, ji bo çêkirina vexwarinên alkolî yên wekî bîre û şerab bi kar tînin.

Rêçeya genîna alkolî di lêxistina nan de

Di lêxistina (çêkirin) nan de genîna alkolî tê bikaranîn. Nanpêj karoka havênê ya bi navê Saccharomyces cerevisiae tevlê hevîr dikin.. Ango hevirtirş bi eslê xwe karoka havênê lixwe digire. Di dema tirşbûna hevîrê nan de, enzîmên karoka havênê bi dekarboksîlasyonê (bi înglîzî: decarboxylation) ji kotahiya pîruvatê molekulek CO2 diqetînin, ji pîruvatê molekulek dukarbonî ya bi navê asetaldehîd (bi înglîzî: acetaldehyde) çêdibe. Asetaldehîd ji aliyê NADH ve tê kêmkirin, bi wergirtina elktronan, asetladehîd diguhere bo alkola etîlê (etanol) û NADH jî dibe NAD+.

Genîna Alkolî 
Hevîrê hilhatî. Peqikên gaza karbona dioksîd a nav hevîrê tirşbûyî, rê li ber hilatina hevîr vedike.
Genîna Alkolî 
Hevîr bi hevîrtirşê tê strandin û bi devgirtî û pêçayî di germahiya şîregermî de bo demek dimîne.

CO2 ya hatiye berdan di nav hevîr de wekî peqikên hewayê kom dibin. Hevîrê tirşbûyî ji ber gaza karbona dioksidê tê hilatin û qebareya wê zêde dibe. Dema nan dipije, ji ber germahiyê, ligel gaza karbona dîoksîdê, alkola nav hevîr jî bi şêweyê hilm ji nan dûrdikeve.

Rêçeya genîna alkolî di çêkirina vexarinên alkolî de

Genîna Alkolî 
Bîra bi genîna alkolî tê çêkirin.

Di pîşesaziya vexwarinên alkolî de ji rêçeya genîna alkolî sûd tê girtin. Alkola etîlê ji bo çêkirina bîra û şerab (mey) tê bikaranîn. Ango alkola nav vexwarinên alkolî bi genîna alkolî peyda dibe.

Dema çêkirina şerab an jî bîrayê, karokên havênê di nebûna oksîjenê de, şekir (glukoz an fruktoz) hildiweşînin bo pîruvatê. Paşê pîruvatan jî hildiweşînin bo karbona dioksîd û asetaldehîdê. Asetaldehîd ji aliyê NADH-ê ve tê kêmkirin û diguhere bo etanolê, NADH a oksandî jî dibe NAD+.

Di rêçeya genîna alkolî de karlêka yekem ji aliyê enzîma pîruvat dekarboksîlaz (bi înglîzî: pyruvate decarboxylase) ve tê hankirin. Ji pîruvatê koma karboksîlê diqete û wekî gaza karbona dioksîd tê berdan. Wendakirina karbona dioksîd, qeberaya pîruvatê bi qasî karbonek kêm dike û molekula dukarbonî ya bi navê asetaldehîd çêdibe. Di gava duyem a genîna alkolî de, bi hankirina enzîma alkol dehîdrogenaz (bi înglîzî: alcohol dehydrogenase) NADH tê oksandin bo NAD+ û asetaldehîd jî bi wergirtina elektronan tê kêmkirin û etanol peyda dibe. Ango di genîna alkolî de asetaldehîd ji bo wergirtina elektronan, wergira dawî ye.

Bi eslê xwe etanol ji bo karoka havênê madeyek jehrî ye. Li gor cora karoka havênê û rewşa hawirdorê, karokên havênê dikarin di hawirdorek bi rêjeya alkola %5 heta %21ê de bijîn.

Bi gelemperî heke di genînê de asta rêjeya alkolê ji %12yê bilintir bibe, karokên havênê dimirin û genîn radiweste. ji ber vê sedemê, rêjeya alkola nav bîra û şeraba asayî ji %12yê kêmtir e.

Girêdana derve

Çavkanî

Tags:

Genîna Alkolî Rêçeya genîna alkolî di lêxistina nan deGenîna Alkolî Rêçeya genîna alkolî di çêkirina vexarinên alkolî deGenîna Alkolî Girêdana derveGenîna Alkolî ÇavkanîGenîna Alkolî

🔥 Trending searches on Wiki Kurdî / كوردی:

AargauMalper31ê adarêMihemed Arif CizîrîLîsteya êlên kurdanÇîrokXwezaDomainÎştarTerekemeMehmed Uzun (kirmanckî)NewrozRAMDallasİbrahim TatlısesCizîrÛsivê PorsorêIRABernHindistanGurzErdheja Gurgum û Dîlokê 2023Thomas MannElind HazimMecaristanSerhildanên AgiriyêLîsteya navên kurdîHilbijartinên giştî li Tirkiyeyê 20231Gerokên webê1975DuçerxeGuherîna avhewayêAlpYekîneyên Parastina JinêWhitney HoustonMuhemmedHozan ComertHêvîdar Zana1922BeytocanMekanîzmaya henasedanêMuzîkvanPapaMongolPervîn ÇakarÎhsan Nûrî PaşaAnatolya Navîn1967RûnbirêşkLehiya Riha û SemsûrêRojî Kurd (kovar)Mona LîzaHerêma KurdistanêDan1998Zembîlfiroş (destan)SemsûrMestûre ErdelanîJavernant14ê adarêGMTZimanê kurdîArîstotelêsDîroka Rojavaya KurdistanêSwîsrePeykerê ÎsaSunîtî🡆 More