Ferhenga Erdnigariyê, ji hêla Konseya Ewropa di sala 1967'an de hatiye weşandin.
Ev çapa yekem, ji 3 hezar bêje û biwêjan pêk hatibû û bi şeş zimanên ewropî hatibû weşandin. Di vê çapê de bêje wek listê bê wateyên wan hatibûn weşandin. Çapa Tirkî ji hêla Sami Öngör bi wateyên bêjeyan hatiye nivîsîn û di sala 1975'an de Wezareta Perwerdeyê ya Netewî weşandiye. Sami Öngör, zimanê holendî bi kar naniye.
Di wergera kurdî de, wergêr ev çapa tirkî wek çavkanî bi kar anî, lê zimanên îtalî û spanî nenivîsandin, tenê tirkî, fransî, almanî û îngilîzî nivîsandin.
Bêjeyên ferhengê li gor elfabê ne hatine listkirin. Lê li gor beşên erdnigariyê hatine listkirin. Listeya bêjeyan ewê di dawiya ferhengê de cih bistîne da ku xwendevan kanibe bi hêsanî jê îstifade bike, lê hîn ne amade ye.
Ev gotara erdnîgariyê, li ser bingeha Ferhenga Erdnigariyê hat nivîsandin. |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Ferhenga Erdnigariyê, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.