Fanêle, kenze, vezele, fanêre (di hin devokan de fanorî) xwekirinek e.
Tê refandin, ristin, heger biqelişe yan ziyan lê bikeve, bi tayê hemanrengî tê verişandin. Refandina wan dijwar e, dem û kedê divê. Ji ber wê, îro êdî pirranî di fabrîkan de tên çêkirin.
Fanêle ji navê berjor tê xwekirin, sing, pişt û milan pordike. Fanêle ji bo porkirin, germxwedîkirin tê bikaranîn lê herwiha aksesûarek e jî. Ji hirî, pembûyê tên refandin, di hilberîna wan de têkelên din jî tên bikaranîn. Li Kurdistanê ji ber sermayê fanêleyên biberstûk pirr dihatin ristin.
Ji Asyayê derbasê ewropayiyan bûye. Heya salên 1950'î fanêle wekî xwekirineke ji rêzê û bêqîmet dihate dîtin. Niha bi sedan cureyên wê di pêşbaziya bazara modayê de tên firotin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Fanêle, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.