Erdheja Bazîdê 2004, erdheja di 2'ê tîrmehê 2004, katjimêr 01:30'yê de li Bazîd a girêdayî parêzgeha Agirîyê rûdaye ye.
Hêza wê 5,1 an 5,2 richter bûye. Navenda erdhejê axa gundê Dûmo û Arzabê bûye. Li gundê Çalqana Zetoyê û gelek gundan jî ziyan çêdibe.
Erdheja Bazîdê 2004 | |
---|---|
39°42′Bk 44°00′Rh / 39.7°Bk 44°Rh | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di erdhejê de 17 kesan jiyana xwe jidest dane, 32 jî birîndar bûne. 1000 avahiyan ziyan dîtine. Erdhej li parêzgehên Kurdistanê yên din jî hatiye pêhesîn. Erdhej 5 – 27 km di kûrahiyê de pêk hatiye.
Ji ber ku wê demê niştecihên herêmê pirranî li derve bûne, ziyan kêm bûye. Yewnanistan û Fransa alîkariyê didin.
Alîkariya dewletê pirr dereng tê û têra mexdûran nake. Kurd dikevin seferberiya alîkariyê. Bi taybetî xelkê Erzîrom, Îdir, Qers û Wanê pirr alîkarî dikin. Di heman demê de yekîneyên leşkerî yên romê (tirk) bi armanca alîkariyê dora gundan digirin. Ev yeka han alîkariyê dijwartir dike.
Li ser daxwaz û nerazîbûnan, xaça sor a dewletê 43 çardark, parêzgariya Erzîrom jî 510 nivînoyan didin. Du pêjgehên rojgerk (seyar) tên avakirin. Îcar jî dewlet kevçî û çatelan nade xelkê û nahêle kurdên xêrxwaz jî bidinê. Xelk bi dest-lepan xwarinê dixwin.
Gel perîşan dikeve. Zivistanê di mercên awarte de, bi sedan kes nexweş dikevin. Alîkariyên diravî, dîsa bo mexdûran nayên terxankirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Erdheja Bazîdê 2004, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.