Mîr Lepzêrîn, Mîrxan Lepzêrîn, Emîrxan Lepzêrîn, yek jî mîrên kurd ên sedsala 17.
bû. Navê tê wateya "mîrê dest û lepên wî bizêr in".
Emîrxan Lepzêrîn | |
---|---|
Jidayikbûn | 1500s |
Hevwelatî | Îran |
Meqam | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li rojhilatê Kurdistanê, li devedora Gola Urmiyêyê desthilatdarî dikir. Mezinê êla Biradost bû. Kela Dimdimê bidest dixe, ji bo şahên Îranê dibe xetereyeke mezin. Şah Ebbasê I. êrîş dibe ser mîr û şerên mezin derdikevin (1606 heya 1610). Gelek kurd tên kujtin, gelek jî sirgûnê Xoresanê dikin.
Şahê Îranê bi têkçûna Mîr Lepzêrîn re, hin berên tirkan tîne li rojhilatê Kurdistanê bicih dike. Gelek gund, bajarên Kurdistanê yên îro bi azerî diaxivin, wê demê hatine bicihkirin. Êla Mukriyan jî ji Mahabadê tê sirgûnkirin, li şûna wan jî tirk tên bicihkirin.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Emîrxan Lepzêrîn, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.