Elîf Biyanî (jdb.
1983, Payîzava, Wan, Bakurê Kurdistanê) sitranbêjeke kurd e.
Elîf Biyanî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1983 Payîzava, Wan Bakurê Kurdistanê |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Sitranbêj |
Salên çalak | 2000–niha |
biguhêre |
Elîf Biyanî di sala 1983an de li navçeya Payîzavaya biser parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye. Ji ber seqetiya di lingên wê de xwendina xwe ji derve ve qedandiye. Elîf Biyanî di 9 saliya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye.
Di hevpeyvînekê aniye ziman ku di temenê zarokatiya xwe heyranê Şivan Perwer bûye û ev jî bûye sedema wê ku bi muzîkê re eleqedar bibe. Piştî gotina sitranan ji kesên derdorê xwe bertekên erênî werdigire û ji bo ku di warê muzîkê de pêş bikeve diçe Amerîkayê.
Elîf Biyanî di sala 2002an de albuma xwe ya yekem a bi navê "Gulam Gulbu" derxistiye. Di sala 2004an de albuma xwe ya duyem "Ez Dilxwazim" û di sala 2006an de jî albuma xwe ya bi navê "Govenda kurdî" derxistiye.
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Elîf Biyanî, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.