Elçin Sangu, (jdb. 13ê tebaxa 1985an li Îzmîrê) lîstikvan û modeleke tirk e ku bi eslê xwe çerkez e.
Elçin Sangu di reklam û kampanyayên televizyonan de bû yek ji navdarên herî zêdeyê ku li Tirkiyê dihat xwestin. Beriya ku dest bi lîstikvaniyê bike li Zanîngeha Mêrsînê beşa operayê xwendiye.
Elçin Sangu | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 13ê tebaxa 1985an (38 salî) |
Esil | Çerkez |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | Zanîngeha Mêrsînê |
Pîşe | Lîstikvan, model |
Salên çalak | 2011–niha |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Sangu piştî ku xwendina xwe ya zanîngehê li Beşa Opera ya Zanîngeha Mêrsînê qedand, li Şanoya Sahne Tozu perwerdeya lîstikvaniyê werdigire û di rêzefîlman de dest bi lîstikvaniyê kiriye.
Cara ewil di sala 2011an de di rêzefîlma Öyle Bir Geçer Zaman ki de bi karakterê Jale hatiye naskirin. Ji sala 2013an heta 2014an, wê wek Eda di adaptasyona tirkî ya rêzefîlma televizyona Koreya Başûr Her Sevda Bir Veda û di Bir Aşk Hikâyesi de lîstiye. Di sala 2014an de, wê Güzide di rêzefîlma dramaya dîrokî ya Kurt Seyit ve Şura de, ku li Rûsya, Tirkiye û Ûkraynayê hatî kişandin, rol girtiye.
Di sala 2015an de piştî rêzefîlma ATVyê Sevdam Alabora, wê bi Barış Arduç re di rêzefîlma Kiralik Aşk de wek karaktera Defne lîst. Rêzefîlmê 69 beşan weşana xwe domand û performansa Sangu hate ecibandin. Di sala 2017an de, hat ragihandin ku Sangu tê payîn ku beşdarî rêzefîlmek nû ya ku li televîzyona Kanal Dyê tê weşandin. Di tebaxa heman salê de hat ragihandin ku Sangu dê bi Bariş Arduç re di fîlmê "Mutluluk Zamanı" (berê Yanimda Kal ve Gitme Sen!) de cih bigire.
Sal | Fîlm | Rol |
---|---|---|
2017 | Mutluluk Zamanı | Ada |
2020 | 9 Kere Leyla | Nergis |
Sal | Rêzefîlm | Rol |
---|---|---|
2011 | Öyle Bir Geçer Zaman ki | Jale |
2012-13 | Aşk Kaç Beden Giyer? | Nehir |
2012 | Sen de Gitme | Burcu |
2013-14 | Bir Aşk Hikâyesi | Eda |
2014 | Kurt Seyit ve Şura | Güzide |
2015 | Sevdam Alabora | Zeynep |
2015-17 | Kiralık Aşk | Defne Topal |
2018 | Yaşamayanlar | Mia |
2018-19 | Çarpışma | Zeynep Tunç |
2020 | İyi Günde Kötü Günde | Leyla |
2021 | Yalancılar ve Mumları | Ceyda |
This article uses material from the Wikipedia Kurdî / كوردی article Elçin Sangu, which is released under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 3.0 license ("CC BY-SA 3.0"); additional terms may apply (view authors). Ger wekî din nehatibe diyarkirin, naverok di bin CC BY-SA 4.0 de berdest e. Images, videos and audio are available under their respective licenses.
®Wikipedia is a registered trademark of the Wiki Foundation, Inc. Wiki Kurdî / كوردی (DUHOCTRUNGQUOC.VN) is an independent company and has no affiliation with Wiki Foundation.